Li Seyîdsadiq jinek bi awayekî guman mir

Li navçeya Seyîdsadiq, jineke 50 salî di mala xwe de mirî hate dîtin. Ji bo tesbîtkirina sedema mirinê, lêkolîna tiba edlî didome û der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, jineke 50 salî di mala xwe de bi awayekî mirî hate dîtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rewşa jina ku cenazeya wê şeva borî li mala ku tenê jiyan dikir hatiye dîtin, piştî agahî dayîna niştecihên herêmê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye tesbît kirin. Li gorî lêkolînên destpêkê, mirin di demeke nêz de pêk hatiye.

Cenazeya jinê, ji bo otopsiyê û diyarkirina sedema mirinê ji bo Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê hatiye şandin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.