Daraza mêr dîsa mêr parast: Musa Orhan nehat girtin

Di doza ku Çawişê Pispor Musa Orhan tecawizî jina 18 salî ya bi navê Îpek Er kir û paşê bû sedema mirina wê de, parêzerên malbata Îpek Er daxwaza girtina Musa Orhan kirin lê dadgehê daxwaz red kir û rûniştin taloqî Cotmehê kir.

 Êlih – Li navçeya Qûbîna Êlihê jina 18 salî ya bi navê Îpek Er, rastî tecawiza Çawişê Pispor Musa Orhan hat. Piştre Îpek dawî li jiyana xwe anî. Li ser nerazîbûna saziyên jinan û bangên wan, derbarê Musa Orhan de doz hat vekirin. Rûniştina 1’emîn a dozê, li 1’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Êlihê destpê kir. Musayê ku bi sedema “Bûye sedem ku kesek din dawî li jiyana xwe bîne” tê darizandin, nehat salona dadgehê.

Malbata Îpek Er, gelek rêxistinên jinan û parêzer beşdarî rûniştina dozê bûn. Piştî ku nasname hatin vegotin, bavê Îpekê Fuat Er, di rûniştina dozê de axivî û got ku "Musa Orhan niha li derve ye û serbest e. Baweriya min bi edaletê nemaye. Ji roja ku keça min miriye ve ez tedawiya psîkolojîk dibînim. Derbarê du çawişên pispor ên ku hevkariya Musa Orhan kirine de, tiştek jî nehat kirin. Hê jî li ser karê xwe ne. Li Tirkiyê edalet pêk nehatiye. Serokomar, wezaret, ji vê yekê berpirsyar in. Keça min du roj beriya xwekuştinê ji min re got ku ‘du hevalên wî gef li min xwarin. Ev bi çek in, ev karmend in, ez ketim kemînê, malên wan dizanim nîşanî te bidim. Ditirsim ku tiştek bîne serê we, lewma heta niha min dengê xwe nekir. Musa Orhan bi wêneyên di destê xwe de gef li min xwar.’ Orhan, ji keça min re got ‘dewlet li pişta min e, kes nikare tiştek bi min bike’. Ji min re jî got ‘hûn nikarin tiştek jî bikin.’ Ji roja destpêkê heta niha dewlet li pişta wî ye.”

 ‘Orhan gef li min xwar’

Dayîka Îpekê Hîkmet Er jî li hember negirtina Musa Orhan nerazîbûn nîşan da û wiha got: “2 roj beriya mirina xwe keça min ji min re got ‘Musa Orhan tiryak da min, bi çekê gef li min xwar, wêneyên min ên tazî kişand, bi vana gef li min xwar.’ Gef li kurê min Hakan jî xwariye. Çawa Musa Orhan hat berdan, keça min xwe kur kir. Got jiyan li min bûye jehr. 10 deqe beriya mirina xwe, ji bo birayê xwe yê şivan re şîvê hazir kir, got ezê bi birayê xwe re bixwim. Gava ji bo pez bidoşim diçûm derve, dengê çekan hat. Gotina wê ya dawî ‘dayê porê min hembêz bike’ bû. Ji bo keça xwe edaletê dixwazim, edalet. Min soz da keça xwe, ezê heta dawî li ser şopa vê dozê bim. Bila tavilê bê girtin.”

  Tenduristvan: Got Musa Orhan tecawiz kir lewma xwe dikujim

 Bijîşkek ku wek şahidê bûyerê axivî, got ku “Gava hat, birîndar bû. Me mudaxeleya destpêkê kir. Got ku ‘kesê bi navê Musa Orhan tecawiz li min kir, lewma min xwest xwe bikujim. Piştî mudaxeleya destpêkê, me sewqî nexweşxaneyek taybet a li Êlihê kir.” Ji Komeleya Jinan a Roza Çiğdem Ertak, xwest ku ew jî tevlî dozê bibin û got “Em dixwazin ku bersûc cezayê herî zêde bistîne.”

‘Dozgeran raya xwe xirab bikar anîne’

Parêzera malbata Îpekê Gulan Çağın Kaleli jî balkişand ser rewşa derûniya malbatê û wiha got: "Di hêla malbatê de rewşek travmatîk e. Doz, 5 sal berê destpê kiriye. Îpek Er beriya ku bimre, ji rayedaran re ragihand. Lewma jî ev tenê doza Musa Orhan nîne. Gelek binpêkirin çêbûne. Em naghên Musa Orhan. Wî naynin dadgehê. Parêzerê wî jî nayê. Hincet jî nayê aşkerakirin.” Parêzer Gulan destnîşan kir ku dozgerên di vê dozê de cîh digirin raya xwe xirab bikar anîne û da zanîn ku malbat jî rastî gefan hatiye. Parêzer Gulan xwest ku Musa Orhan bê girtin û li 2 çawişên pispor jî bê guhdarîkirin.

 Daxwaza girtina Musa Orhan hat redkirin

Dozger daxwaza tevlîbûna komeleya Roza erê kir û daxwaza guhdarîkirina çawişên pispor Suat I. û Sedat Ö., tenduristvan O.C. û F.D. û birayê Îpekê Hakan Er kir. Dozger xwest ku navnîşana bersûc Musa Orhan bê tespîtkirin û îfadeyên wî bi rêya SEGBİS’ê bên girtin. Heyeta dadgehê daxwaza guhdarkirina li çawişên pispor û şahidan erê kir, lê daxwaza girtina Musa Orhan red kir û dozê taloqî 16’ê Cotmehê kir.