Ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Ciwanên Hesekê bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana bendava Şehîdan em ê dagirkeriyê têk bibin û herêmên dagirkirî rizgar bikin” li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Bendava Tişrînê meşek li darxistin û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Hesekê – Ji 8’ê Kanûna 2024’an vir ve dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî jî li Bendava Tişrînê  di dome. Çalakgerên ku parastina Bendava Tişrînê dikin ji 8’ê çileyê vir ve her roj rastî êrişên dewleta Tirk tên. Di encama van êrişan de zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 90 kesan birîndar bûn. Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Hesekê ciwan daketin qadan û êrişên dewleta Tirk li ser Bendava Tişrîn şermezar kirin.

Meşvanan alên QSD’ ê û pankartên bi nivîsa ‘Bi rihê berxwedana bendava Şehîdan em ê dagirkeriyê têk bibin û herêmên dagirkirî rizgar bikin’ hilgirtin. Meş li ber çarxereya Sînalko despê kir û heta parka Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a taxa Nasire dewam kir.

Xeta me xeta berxwedaniyê ye’

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Aya Xanim axivî, diyar kir ku bi vîn û îradeya ciwanan êriş û dagirkerî wê têk biçe û wiha got: “Xeta me xeta berxwedaniyê ye, girêdana me bi vê xetê îro li Bendava Tişrînê diyar dibe. Ji bo em jiyanek bi rûmet û azad bijîn em ê heta dawî têbikoşin. Em ji mirinê natirsin û piştgirî didin şervanên QSD’ê. Dem dema hebûn û ne bûnê ye û di vê hebûnê de rola jinên ciwan sereke ye. Ji bo wê em bang li hemû jinên ciwan dikin ku ji bo têkbirina dagirkerî û êrişan serîhildin û piştgirî bidin berxwedana Bendava Tişrîn.”

Meş bi dirûşmeya “Bijî berxwedan” bi dawî bû.