Çalakvana Kurd ji aliyê Îranê ve hate binçavkirin
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalakvana bi navê Perwîn Edwayî li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin û birine cihek nediyar.
Navenda Nûçeyan – Pêla girtin û binçavkirina welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve didome. Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakvana Kurd a bi navê Perwîn Edwayî li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye binçavkirin û ti agahî jê nayê girtin.
Komeleyê diyarkir ku di sala 2019’an de dadgeha Îranê bi tometa ‘çalakiyên li dijî ewlehiya nîştimanî û hevkariya li gel muxalefeta Îranê’ 4 sal cezayê girtîgehê lê biriye.
Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, di sala borî de (2024) zêdetirî 586 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin 30 ji wan jin in.