‘Divê di destûra nû ya Sûriyeyê de cihê Kurdan hebe’
Endama Encûmena Partiya Yekitiya Demokratîk PYD ya Başûrê Kurdistanê Bêrîvan Mihemed têkildarî Dîdara Başûr de wiha got: “Divê cihê me Kurdan di destura nû ya Sûriyeyê de hebe û em bibin xwedî statu.”
TEWAR PÊNCAWÎN
Silêmanî – ‘Dîdara başûr ji bo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê di Sûriyeya nû de’ duh bi beşdariya 200 kesayetên siyasî, nûnerên aliyên siyasî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, jinên siyasetmedar, çalakvan, rewşnebîr, nivîskar û lêkolîneran hat lidarxistin û bi encamnameyekê bi dawî bû.
Dîdar bi deqeyek rêzgirtin destpêkir û di dîdarê de Endama mekteba Siyasî ya YNK’ê Şehnaz Îbrahîm Ehmed axivî û berxwedana gel ya li Rojavayê Kurdista silav kir.
Her wiha di dîdarê de peyama bi dîmen ya Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî hat temaşekirin. Mazlum Ebdî gelê Kurd ê Başurê Kurdistanê silav kir û got: “Başurê Kurdistanê ji şerê DAIŞ heta niha hertim piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kiriye û ev jî cihê şanaziyê ye.”
Di dîdarê de panelek bi amadebûna hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif, Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Derve ya PYD’ê Sîhanok Dîbo, Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye li Başûrê Kurdistan hate pêşkêşkirin û behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê hate kirin.
Di Dîdara Başûr de mijarên weke ‘Rojavayê Kurdistanê di navxweyî de çi bike?, Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê çawa dikarin têkiliyên xwe pêş bixin?, Divê Rojava li gel hikûmeta demkî ya Şamê û welatên derve çi bike?’ hatin gotûbêjkirin.
‘Divê em bibin xwedî statu’
Endama Encûmena Partiya Yekitiya Demokratîk PYD ya Başûrê Kurdistanê Bêrîvan Mihemed têkildarî “Dîdara Başûr ji bo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê di Sûriyeya nû de” ji ajansa me re axivî û got: “Niha şerek dijwar li Rojavayê Kurdistanê di qewime. Divê di destura nû ya Sûriye de weke Kurd cihê me hebe. Li cihên din jî dîdarên bi vî awayî hatine li darxistin û li Başûrê Kurdistanê jî dîdara Başûr hate li darxistin, ew jî ji bo da ku em nêrînên xelkê Başûr li ser Rojava bigrin û divê niha çi were kirin bû.”
Bêrîvan Mihemed destnîşan kir ku hemû hewldan ji bo Rojavayê Kurdistanê bibe xwedî statu ye û wiha got: “Piştî rûxîna rejîma Esad li Sûriye, rojane şer û nakokî rû didin. Divê di Sûriyeya nû de em weke Kurd û pêkhateyan, cihê me di destura nû de hebe û em bibin xwedî statu. Ezmûna Rojava were parastin. Armanca dîdarê berhevkirina nêrîna başûr ji bo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê ye.”