TAJÊ pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ da destpêkirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyek, pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ da destpêkirin.

Şengal – Di çarçoveya pêngava gerdûnî ya ‘Ji Rêber Apo rê azadî, ji pirsgirêka Kurd de çareserî’ de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ pêngava duyemîn da destpêkirin.

Pêngava duyemîn bi tevlibûna bi dehan jinan li Xanesora Şengalê bi daxuyaniyeke hat destpêkirin. Daxuyanî ji aliyê berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalê ve hat dayîn.

‘Azadiya me jinan girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye’

Sûham Şengalî diyar kir ku pêngava ‘Ji Rêber Apo rê azadî, ji pirsgirêka Kurd de çareserî’ derbasî sala xwe yê duyemîn bûye û wiha got: “Di sala yekemîn a pêngavê de li seranserî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên dîrokî hatin lidarxistin. Li her cihê ku fikir, felsefe û paradîmga Rêber Apo gihîştiye li wê derê çalakiyên cihereng ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin lidarxistin. Ji Amerîkaya Latîn heta Başûrê Afrîkayê, Îngilistanê û hwd. her derê cîhanê xwedî li Rêber Apo hat derketin. Bi vê xwedî derketinê re pêngava azadiyê bû pêngavek kûrewî ji bo Rêber Apo.

Ji bo ku pergala Îmraliyê bi temamî bê hilweşandin û Rêber Apo fîzîkî azad bibe berdêlên giranbiha hatin dayîn, têkoşînekî mezin pêşket û li ser navê mirovahiyê berxwedaniyekî dîrokî hat meşandin. Lê rûxmî têkoşîna mezin a hat dayîn hê jî di rewşa Rêber Apo ya fîzîkî de tu gav nehatiye avêtin û tecrîd berdewam dike.

Em dibêjin azadiya me jinan û azadiya hemû gelên azadîxwaz û mirovahiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn ên jinê, yê civakî û siyasî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re girêdayî ye. Em wek jin û civaka Êzidî ku beriya bi deh salan bi saya naskirina felsefeya Rêber Apo ji fermanê xilas bûn, azadiya xwe û xweseriya Şengalê di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin.”

‘Pêngav dê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidome’

Di daxuyaniyê de Sûham Şengalî destnîşan kir ku di sala yekemîn a pêngavê de bi hemû hêz û taqeta xwe, bi bîr û baweriya xwe di pêngava azadiyê de cih girtine, têkoşîn meşandine û ev tişt vegot: “Me wek jinên Êzidî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo xwe kir navenda têkoşîna xwe ya sala 2024’an. Bi kampanyaya ‘Serok Mêvanê Mala We Ye’ li darxistina komxebat, meş, daxuyanî, xwendina fikrê Rêber Apo di nava salekê de bi dehan çalakî hatin kirin. Hemû kar û xebatên li Şengalê hatî meşandin bi pêşengî û rengê jinê hatin birêvebirin. Me vê ya wekî erk û berpisyariya xwe dît. Girêdana jin a bi Rêber Apo re peymanekî azadiyê ye. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî navê vê peymana bi kok a dîrokî ye. Em bi vê bîr û baweriyê, bi vê ruh û felsefeyê bi hemû hêza xwe di sala duyemîn a pêngavê de cih bigirin. Li ser vî esasî bi rasthatina salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêber Apo pêk hatî, dest bi pêngavekî nû dikin.

Em pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ didin destpêkirin. Em ê, vê pêngavê heta ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe bi her cûre çalakiyan bidomînin. Di her wextê de, li her qada jiyanê em Rêber Apo bixwînin û bidin xwendin. Em bixwînin nas bikin, em nas bikin ji bo fêm bikin û fêm bikin ji bo bidin jiyan kirin. Rêber Apo di pirtûkên xwe yên dahûrandin û tevahî parêznameyên xwe de hişmendiyekî nû yê azadiyê dikare çawa ava bibe nivîsandiye. Rêber Apo ji felsefeyê heta zanebûna dîrokî, ji civaknasiyê heta jineolojî (zanista jin), ji ferdê azad heta civakekî azad, ji lêpirsîna desthilatdarî, dewlet û aqlê mêr heta pergala kapîtalîst, ji pergalekî demokratîk û wekhev a bê dewlet heta pergala Netewa Demokratîk, ji xweparastinê heta xwebirêvebirinê, ji artêş, partî û pergala jinan heta pergala gelan, ji rola bawerî, çand, nasname û ziman a di civakan çi ye? Bi kedekî mezin, bi sebir û hêviyekî mezin nivîsandiye. Li ser van rastî û bi hezaran rastiyên mîna van lêhûrbûn pêşxistî. Di bin şert û mercên pir giran ên girtîgehê de 26 salan bênavber di xwe de şoreşa zihnî pêk anî û vî ya li ser bi hezaran rûpelan nivîsand. Ji bo ku em vê şoreşa zihnî weke jin û civak nas bikin, fêm bikin divê em Rêber Apo bixwînin û bidin xwendin. 

Rêber Apo dibêje;

‘Civaka nikaribe xwe perwerde bike nikare saziya xwe ya exlaqî û polîtîk pêşde bibe û li ser piyan bigire, her wiha wê tim neçarî tehlûkeyê be, birize û ji hev belav bibe. Hêza jinan hebe, bila nexwin û venexwin û bila xwe perwerde bikin. Perwerdeya xwe kûr bikin. Divê hûn perwerdeya xwe weke îbadetê dest bigrin.’

Ji bo me perwerde bi qasî nan û avê hewcehî pê heye, em Rêber Apo bixwînin bidin xwendin û xwe perwerde bikin.

Ji bo ku mirov bi xwezanîn û hebûna xwe bijî Rêber Apo dibêje;

‘Hebûn û serwextî (şiûr-bîrbirin) pirsgirêka herî bingehîn a felsefeyê ye. Têgîna hebûnê hê jî yek ji têgînên sereke yên felsefeyê ye ku dibe mijara meraqê. Li ber serê vê têgînê cêwiya wê zeman heye. Herdu ji hev cuda nabin. Her çiqasî hebûn bê zeman nabe, zeman jî bêyî hebûn nabe. Zeman bi temamî bi hebûnê re têkildar e. Têkiliya di navbera herduyan de herî zêde bi têgîna bûyînê re heye. Hebûn û zeman ji sedî sed bi bûyînê pêk tên. Zeman di hebûnê de zorê dide bûyînê. A rast, domdariya hebûnê bi bûyîn û qewimînê pêkan e.’

‘Ji bo fêmkirina felsefeya hebûn û zeman Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’

Cudahiya herî mezin a Rêber Apo ji hemû Serok û rêzanên civakê hevaltiya bi jin re ye li ser vî ya Rêber Apo dibêje;

‘Di hevaltî û dostaniya min a bi jinan re tu sînor nîn e. Ez şervanekî azadiya jin im, di vê mijarê de gelek radîkal im. Ez di wê baweriyê de me ku dê li Rojhilata Navîn mîna rojeke bi biharê, li ser esasê zîrekî, parastin û bedewiyê, azadiya jinê biafirînin. Bi hêvî û baweriya ku ew ê xwe bigihînin ew jina ku teqez mêrê serdest û zordar bînin ser xetê û daxwaza min ji jinan ev e ku li gor ruhê pêvajoyê têkoşîna xwe bilind bikin.’

Me Rêber Apo bi girêdana mezin a bi civaka me re nas kir ji ber ku ew dibêje;

‘Eşqa Êzîdiyatî li hember zilmê îsyan dike, dostaniya wê veguheriye şerê hebûna li hember mirinê. Çiyayê Şengalê her tim gelê me yên Êzidî ku li ber xwe da ye hembêz kiriye û bûye stargehek. Berxwedan di van xakan de bûye çand. Heta niha vê çandê xwe parast, wê ji vir û pêde jî têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê bi berxwedaniyeke mezin bimeşînin. Ez niha tiştên jinên Êzîdî dijîn dibînim, pir xemgîn dibim. Bi taybet hûn jin, derfetên xwe komî serhev bikin, her tim asta xwe bilind bikin. Ger ku li ser vê bingehê pêşketineke tevgera jinê bê çêkirin, hîn zêde kûrbûn, hîn zêdê radîkalbûn û ber bi encamên xurttir ve çûyîn jî wê pêkan bibe. Ev jî sebir û hewildaneke xurt dixwaze.’

Em bi evîna azadiyê, bi çand û baweriya xwe yê êzdayetiyê hebûna xwe biparêzin. Ji bo vî ya Rêber Apo bixwînin û bidin xwendin.”

Pêngava yekemîn ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’

Hêjayê bibîrxistinê ye, di çarçoveya pêngava gerdûnî ya ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Kurdistanê re çareseriya siyasî’ de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di destpêka meha gulana 2024’an de bi dirûşma ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ pêngav dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund jin serdana malan dikirin, armanca pêngavê vedigotin û broşura ku kurtejiyana Rêber Apo têde bû, li malên ku diçûn re didan. Her wiha di çarçoveya pêngavê de semîner, civîn û meş pêk hatin û pêngav rastî eleqeyeke pir mezin a civaka êzidî û jinên êzidî hat.