Cejna Zimanê Kurdî li Mexmûrê hat pîroz kirin

Qada Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hat kirin ku li zimanê xwe xwedî derkevin û li her qada jiyanê de bikarbînin.

Mexmûr – Qada Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê cejna zimanê Kurdî pîroz kir.

Daxuyanî li dibistana amedeyî ya Şehîd Koçerîn bi tevlîbûna mamosteyan hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê mamoste Mistefa Nerexî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser êrişên li ser zimanê Kurdî û ev tişt hat gotin: “Ji ber li ser Kurdistanê bi sedsalan şer û ceng hatine meşandin êdî Kurdan nekarî wêjeya xwe ya Kurdî biparêze. Di nava vê bê derfetî û neçariyê de Ereb bi navê Îslamê ketin Kurdistanê. Bi rêbazên cuda bişaftina xwe ya li ser Zimanê Kurdî bi awayek rewanî dan meşandin. Bindestiya bi Osmaniyan berdewam kirî bi avakirina komara Tirk re giha lûtkeya herî jor. Bi avakirina komarê re qirkirinên çandî, wêjeyî û fîzîkî hatin despêkirin û li cihên cuda bi sedhezaran Kurd hatin qetilkirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku li hember komkujiyan gelê Kurd bi salan têkoşîn meşand û ji bo pêşxistina xebatên wêjeyî û ramyarî xebat dan meşandin.

‘Destkeftiyên me hemu encama keda şehîdan e’

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat ser ziman: “Ev gava dîrokî sala 2006'an di nava gelê Kurd de di encama keda xwîna bi deh hezaran şehîdên azadiyê weke cejna zimanê Kurdî hat pejirandin. Ji bo ev ziman bê parastin û pêşxistin her sal ev roj tê pîrozkirin. Bi boneya vê rojê em banî tevayê gelê Kurd dikin û dibêjin; ‘li zimanê xwe xwedî derkevin û li her qada jiyanê de bikarbînin’. Em soz didin heta zimanê me bibe zimanê herî pêşketî xebatên me yên pêşxistina ziman wê berdewam bikin. Li ser vê bingehê em vê rojê li Rêber Apo, şervanên azadiyê û tevayî Kurdên bi rumet pîroz dikin.”

Daxuyanî bi gotina dirûşmeyan bi dawî bû.