Bi sedan kes li Nisêbînê barîkatên polîsan derbas kirin û derbasî Qamîşlo bûn
Li Nisêbînê bi sedan kes barîkatên polîsan derbas kir û ber bi Deriyê Sînor ê Qamişloyê ve dest bi meşê kir.
Navenda Nûçeyan- Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê, bi sedan kes barîkatên polîsan derbas kirin û gihîştin bajarê Qamîşlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Girse di çarçoveya seferberiya giştî de bi derbaskirina sînor tevlî berxwedana Rojava bû.