Bi ‘bajarên jinan’ dê mafên jinan bikevin meriyetê
Rêveberiyên herêmî yên demokratîk dê bi civîna ku di 8’ê Mijdarê de li dar bixe, "Bajarên Jinan" diyar bike. Piştî civîna bi dînamîkên bajêr re, mafên jinan ên ên li bajar dê bikevin meriyetê.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Dema ku newekheviya zayendî ya civakî jiyana jinan di her qadê de sînordar dike, pergala zayendî ya bajar û mekanan, her dem bûye mijara nîqaşê. Rêveberiyên bajaran, ji newekheviya di rêveberiyê de bigre heta budçeyên bêhest ên zayendî, ji bêewlehiya mekanan bigre heta mudaxeleya bîra jinan, bi aqilek mêranî şêwe bûye û mîna mekanîzmayek ku jinan ji qadên giştî dûr dixe û hepsê malan dike, ji dîrokê ve heta îro hebûna xwe domandiye. Lê belê, têkoşîna jinan vê ferzkirinê derbas kir û ji bo ku xwe di her qadê de îsbat bike, li ber xwe dide.
Di encama vê berxwedanê de, tercubeyên ji dîrok û welatên cuda yên cîhanê, ne tenê li ser mekanî, têgehek demokrasiyê ya li ser ked û bîra jinan hatiye damezrandin jî derxist holê. Hinek ji van tercubeyan bi vî awayî ye;
“*Bogotá (Kolombiya): Bi riya pergala "Giravên Lênêrînê" ji bo kêmkirina barê lênêrîna jinan bajêr ji nû ve plan kir; li her giravê kreş, cilxanê, perwerde û qadên bêhnvedanê hatin damezrandin.
*Quito (Ekvador): Bi hevkariya UN Women, têkoşîna li dijî tacîzê beşdarî sêwirana bajêrvanî kir; ewlehiya veguhestina şevê û qada giştî bi çavdêriya jinan hat xurtkirin.
*Rosario (Arjantîn): Bi modela budçeya beşdar a li ser bingeha zayendî ya civakî, daxwazên forumên jinan beşdarî budçeya şaredariyê hate kirin û bi sedan projeyên mîkro jiyanî bûn.
*Umeå (Swêd): Bi projeya "Menzereya bi Zayendî ya Civakî” navê kolan û avahiyên bajêr bi çîrokên keda jinê re ji nû ve hate binavkirin.
*Kerala (Hindistan): Bi riya torên "Kudumbashree", zêdetirê çar milyon jin beşdarî rêveberiya asta taxan bûn, aborî û polîtîkaya xwecihî di destên jinan de veguherî.”
Li Kurdistanê qeyûmên bi rêveberiya xwecihî
Gelo di demeke ku jin hê li seranserê cîhanê têkoşîna wekheviyê didomînin de, li Tirkiyeyê têkiliya di navbera rêveberiya bajaran û jiyana jinan de çawa ye? Gava em bersiva vê pirsê digerîn, ji bo dîtina mînakên herî berbiçav temaşekirina li Kurdistanê bes e. Li Kurdistanê ku bi gelemperî rastî mudaxeleyên feraseta mêr-dewletê tê û newekheviya zayendî ya civakî lê serdest e, qeyûmên ku di salên 2016 û 2019’an de ji bo şaredariyan hatin tayînkirin re hem îradeya Kurd hat paşguhkirin û hem jî destkeftiyên jinan hatin hedefgirtin. Di salên 2016 û 2019’an de ji bo 159 şaredariyên di bin rêveberiya partiyên Kurd de qeyûm hat tayînkirin. Piştî hilbijartinên xwecihî yên sala 2024’an, ji bo 10 şaredariyên DEM Partî qeyûm hat tayînkirin. Di her sê heyaman de jî qeyûman destkeftiyên jinan hedef girt.
Azadî û jiyana jinan bû hedef
Qeyûman, destpêkê malên stargeh ên jinan girtin. Midûriyetê polîtîkayên jinan an hatin girtin an jî midûrên mêr hatin tayînkirin. Piraniya xebatkarên jin hatin îxrackirin an jî erka wan hat guherandin. Dosyayên jinên ku rastî tundiyê hatine û serî li navendên jinan dane hatin desteserkirin, jiyana wan xistin xeterê. Navê park, meydanên bajêr û cihên din ên bi navê jinan hatin guhertin. Avahiyên navendên jinan, bêyî berdêl ji saziyên cuda yên AKP’ê re hatin bexişandin.
Armanca sereka ya DEM Partiyê ya piştî hilbijartinên herêmî yên 2024’an hat rêveberiyê, jêbirîna şopa qeyûman û ji nû ve teslîmkirina mafên ji destên jinan hatine girtin bû. Rêveberiyên xwecihî yên ji bo bajarên jinan dest bi hewldanan kirin, ji bo jin xwedî dengek wekhev bin, hilberîna kooperatîf û aboriya herêmî bi awayekî lihevhatî bi jiyana jinan re bê rêxistinkirin, qadên giştî û veguhastinê bi awayekî hesasiyeta jinan bên plan kirin û bîra jinan ji nû ve di bîra bajêr de dîtbarî dibe, di nava amadekariyên nû de ye.
Dê di 8’ê Mijdarê de li Amedê civîn were lidarxistin
Koordînatora Yekîneya Perwerdeyê ya Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê (GABB) Eda Bazencîr, armanca civîna ku dê 8’ê Mijdarê were lidarxistin vegot.
Dê di 8’ê Mijdarê de "Bajarên Jinan" bên diyarkirin
Eda Bazencîr, der barê civîna ku dê di 8’ê Mijdarê de bê lidarxistin û armanca wê de ev agahî dan: "Ev xebat dê bi taybetî qadên ku rêveberiyên xwecihî bi şaredariyên DEM Partî re tên rêvebirin bigre nav xwe, belê di demek dirêj de bibe xebatekî ku hemû şaredariyan bigre nav xwe. Di destpêkê de, em ê li 5 herêmên pîlot starta xebatê bidin. Ev 5 bajarên pîlot; Amed, Edremît, Cizîr, Nisêbîn û Gever in lê em armanca dikin ku di dema dirêj de, li hemû qadên rêveberiya xwecihî bernameya "Bajarên Jinan" xurt bikin. Civîn dê di 8’ê Mijdarê de bê lidarxistin û em ê di civînê de bi hemû dînamîkên bajêr re werin gel hev. Sendîkayên, odeyên pîşeyî, akademî, jinên ji taxan, jinên bi berpirsiyariyên lênêrînê ango bi hemû dînamîkên bajêr dê di civînê de bin. Gelo em dikarin vê pêvajoyê çawa bi hev re bimeşînin? Pêdiviyên me çi ne? Pirsgirêkên me çi ne? Pêşniyarên me çi ne? Dê ev civîn ji bo van nîqaşan were lidarxistin.”
Ji 1999’an heta roja me îdiaya ‘nûnertiya wekhev’
Eda Bazencîr bersiva pirsa "Çima pêdivî bi xebateke wisa hat dîtîn?’ da, diyar kir ku ev xebat ne nû ye û bi bîr xist ku Tevgera Jinên Kurd ji salên 1999’an û vir ve bi îdiaya di rêveberiyên xwecihî de nûnertiya wekhev derketiye rê.
Di hilbijartinên 1999’an de, biryar hat dayîn ku li 3 bajarên mîna pîlot namzedên jin weke namzed bên nîşandan û Mukaddes Kubîlay li Bazîdê, Cîhan Sîncar li Qoserê û Ayşe Karadag jî li Dêrikê mîna hevşaredar hatin hilbijartin.
‘Xebateke ku ji ber tayînkirina qeyûman hat rawestandin’
Eda Bazencîr, wiha got: "Wê demê me bi 3 jinan dest pê kir û bi sê jinan hilbijartin hat qezenckirin. Mezinkirina vê îdiayê jî jixwe di nava armancên me de bû. Bi demê re, hejmara jinan li herêmên nûnertiya wekhev zêde bû. Jixwe di sala 2014’an de jî bi pergala hevserokatiyê re îdiaya nûnertiya wekhev bi tevahî jiyanî bû, ji vê rojê heta îro ev mijar di rojeva Tevgera Jinên Kurd de ye. Armanca me ew e ku bajarên xwe veguherînin bajarên jinan, xebatên ku jin azad, wekhev û di asteke beşdar de bimeşînin û guherîn û veguherînê çêbikin. Ango ev ne pêvajoyeke nû ye. Xebateke ku bi tayînkirina qeyûman rawestiya û carna hatibe sekinandin bû. Ez dikarim bibêjim xebateke ku piştî şaredarî ji nû ve hatin bidestxistin, di qada pratîkê de bi gotina “em çawa dikarin îdiaya xwe ya berê jiyanî bikin’ ji nû ve destpê kir.”
Jin û mafên bajêr
Eda Bazencîr, bal kişand ser pirsgirêkên avahîsaziyê yên li bajaran û wiha axivî: "Di vê xalê de, nîqaşa 'mafê bajêr' watedar e. Ango mafê jinan a li ser bajêr çi ye? Dema em li ser vê têgehê nîqaş dikin divê em ne tenê behsa mafekî heyî, mafê guhertina ji kok bikin. Divê em jin ji bo veguherînên bingehîn bi sebir bin. Lê belê feraseta mêr a serdest a îro, jinan dîsa di statûya duyemîn de dibîne û li cihekî veder dike û nayê dîtin disekine. Lewma, ne pêkan e ku mirov di qadeke mîlîtarîst, zayendperest û neteweperest de behsa azadiyê bike. Ji ber ku ev bajar bi aqilek mêranî tê sêwirandin. Ev pirsgirêk bi sermayeyê re jî girêdayî ye; sermaye vediguhere qada rantê. Lewma, dema ev qada rantê, digihîje xaleke ku mêr tekparêz dibin û serweriya xwe didomînin, ne pêkan e ku mirov li vir behsa azadiyê bike.”
Dê qadên razber û şênber bên nîqaşkirin
Eda Bazencîr a diyar kir ku armanca rêveberiyên xwecihî "avakirina qadên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan" e, da zanîn ku civîn jî dê li gorî vê armancê şêwe bibe û wiha got: "Mekana razber çi ye? Mekana şênber çi ye? Divê ew jî bên nîqaşkirin. Gelo mekanê razber ji bo tê çi wateyê? Gelo qadên ku hikûmet û feraseta serdest a mêran xwe lê ava kiriye û em dikarin li dijî vê yekê bi mekanên şênber nêrînek çawa pêşkêş bikin? Em çawa dikarin van deveran xurt bikin? Em ê li ser van mijaran nîqaş bikin. Lewma, em mekanîzmayek ku em ê bi hev re biryaran bidin ava dikin. Ango gelek pirsgirêkên der barê jiyana bajarî ya jinan de ji veguhestin û stargehan bigre heta xwegihandina mekanîzmayên piştgiriya tundiyê, li pêşiya me hene.”
Eda Bazencîr, ji lêkolînên qadê yên der barê pirsgirêkên ku jin li bajaran dijîn de mînakan da û axaftina xwe wiha domand: "Li 3 taxên mezin ên navenda wê li Amedê, bi nêzî 3 hezar û 500 jinan re hevpeyvîn hatin kirin. Pirsgirêkên têkildarî stargehbûnê derketin holê. Rastiya ku jin û zarokên ku li malên şil û roj nabînin dijîn tîjî nexweşiya astimê bûne, eşkere dike ku pirsgirêkên stargehbûnê çawa dibin sedema pirsgirêkên din. Ger em li ser avadanî tiştek nîqaş bikin divê em van tiştan biaxivin. Her wiha di veguhestinê de jî heman pirsgirêk tên jiyîn. Dîsa jin li kolanan xwe bi ewle hîs nakin. Ji ronîkirina kolanan bigre heta ne ewlebûna li qadan gelek pirsgirêk hene.”
Jin û bîra bajar
Eda Bazencîr, diyar kir ku mîna polîtîkayek hewl tê dayîn dîroka jinan ji bajaran were tunekirin û destnîşan kir ku di tevahiya dîroka cîhanê de jî polîtîkayên mîna tunekirina bîra jinan, paşguhkirin, dizî û paşguhkirina hilberanên jinan û dayîna mêr heye.
Eda Bazencîr, da zanîn ku zindîgirtina bîrê tê wateya zindîgirtina çand û sosyolojiya wê civakê jî û got: "Wekî mînak, li Baxçeyên Hevselê di werzên diyar de rîtuelên berhevkirina giya ji aliyê jinan ve hebûn. Jiholêrakirina vê rîtûelê, tê wateya ku bi bajarvaniyê re ev yek jî tê jibîrkirin. Dîsa di pêvajoya qedexeya derketina derve de hilweşandina Sûrê, li dijî bîra kesên li wir dijîn derbeyek mezin bû. Tişta li vir girîng, avakirina mekanên ku bîrê zindî bigre yan jî xebatên têkildarî vê bîrê ne. Ev xebat dikare alîkariya kesên li vir dijîn bike ku bîranînê xwe yên berê zindî bihêlin û hevgirtin û têkiliyên cîrantiyê xurt bikin.”
‘Ji bo rakirina şopa qeyûman’
Eda Bazencîr, qala qeyûmên ku di salên 2016, 2020 û 2024’an de li şaredariyan hatin tayînkirin kir û got ku bernameya "Bajarê Jinan" ji aliyekî ve jî armanc dike texrîbata qeyûman ji holê rake. Eda Bazencîr, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bi qeyûman re girtina navendên hevgirtina jinan, rêjeya tundiya li dijî jinan zêde bû. Daneyên îstatîstîkî hene û lêkolîn jî vê yekê nîşan didin. Bi rastî jî hilweşandina van mekanîzmayan nîşan dide ka jin çiqas ji rizgarî, hêz û mafê xwe yê gotinê yê di civakê de dudil in û ditirsin. Zanîn û dîtina vê yekê, di xala têkoşîna me de dibe derfetek.
Em pratîkên qeyûman ên dixwazin bi riya festîvalên çandî û hinek xebatan demografîk û çandê biguherînin dibînin. Bi rastî jî ev mijar bi hev ve girêdayî ne û ji hev cuda nîn in. Hê jî pratîkek qeyûman a didome heye. Piştî 2024’an, ji bo 10 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Lewma, ji bo me pir girîng e ku em fêm bikin ev yek çima tê kirin û li dijî vê yekê rêbazek diyar bikin.”