AYM’ê der barê Emîne Şenyaşar de biryara binpêkirinê da

Dadgeha Destûra Bingehîn cezayê pere yê bi hinceta “heqaretê” der barê Emîne Şenyaşar de hatibû dayîn xera kir û biryara jinûve darizandinê da.

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî cezayê pere yê bi hinceta heqaret li parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye der barê Emîne Şenyaşar de hatibû birîn, biryara binpêkirinê da. Der barê Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama êrişa parazvan û xizmên Yildiz ê AKP’î de hevjînê xwe û du kurên xwe windakirin de ji ber gotinên wê yên di 2’yê Cotmeha 2020’an de di danişîna 7’emîn a doza kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar jê tê darizandin gotibûn de doz hate vekirin.

Bi hinceta gotinên wê yên “Ev Halîl (Yildiz ê AKP’î) fayîzxur e, diz e bila bikevin pey van dizan, bila bikevin pey Halîl ka çend kes kuştine” bi îdiaya “heqaret li peywîrdarê cemaweriyê” kiriye doz hatibû vekirin. Danişîna dozê di 6’ê îlona 2022’yan de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê hate lidarxistin. Dadgehê der barê Emîne Şenyaşar de 265 roj cezayê pereyê edlî da û ceza taloq kir.

Parêzerên Emîne Şenyaşar, di 17’ê Îlona 2022’yan careke din îtîrazî biryarê kir. Li ser neqebûlkirina îtîrazê di 26’ê Cotmeha heman salê de bi hinceta “binpêkirina mafê darizandina edilane” serlêdana kesayetî li AYM’ê kirin. Di serlêdanê de daxwaza “jinûve darizandinê” hate kirin.

Biryara ji nûve darizandinê 

AYM’ê têkildarî serlêdanê di 21’ê Tîrmehê de biryar da. AYM’ê biryar da ku “mafê darizandina edlane” ê serlêder hatiye binpêkirin. Di biryarê de wiha hate gotin: “Ji bo ku encamên binpêkirinê ji holê rabin, sûd heye ku darizandineke jinûve bê kirin.”