Aktîvîstên Tûnisî: Bi hevgirtinê em dikarin pêşî li kiryarên li ser jinan bigrin
Aktîvîstên jin ên Tûnisê bal kişandin ser hevgirtin û torên di nava jinan de ku bi riya wan balê dikşînin ser pirsgirêk û dozên jinan û gotin: "Bi riya hevgirtin û toran em ê kiryarên li ser jinan rawestînin."

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Femînîstên li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn ji bo avakirina torên civakî xwedî hêviyên mezin in, bawer dikin ku dê beşdariyê di parêzvaniya pirsgirêkên jinan de bi pêş bixin û li ser erdê hevgirtineke rastîn pêk bînin. Tevî dijwarî û astengiyan jî ew hewl didin ji bo çalakiyên kolektîf bingeheke hevpar bibînin. Ji ber ku ew gelek pirsgirêkên wekhev parve dikin.
'Hevgirtin balê dikşîne ser rewşa jinên li Xezayê'
Çalakvana Meyser Atyanî ya nişteciha Tûnisê bal kişand ser girîngiya avakirina atmosferek hevpar di navbera jinên li Afrîka û Rojhilata Navîn de û wiha got: "Hevgirtin û tor ji bo baştirkirina rewşa jinan û danûstandina pisporî û ezmûnan di çareserkirina pirsgirêkên jinan de li welatên cuda, girîng in. Bi saya hevgirtina jinan û torê, doza jinên Filistînê ji cîhanê re hat ragihandin. Ji bo pirsgirêkên jinên Filistînî hewcedarî bi hevgirtinên xurt ên tevahî jinên cîhanê heye. Bi riya torê em ê bikaribin kiryarên li ser jinan rawestînin. Hevgirtina navneteweyî balê dikşîne ser êşên ku jinên li Xezayê bi wan re rû bi rû dimînin."
'Kampanyayên hevgirtinê bidomînin'
Meyser Atyanî bang li jinan kir ku kampanyayên hevgirtinê bidomînin, ji ber ku salên dawî nîşan dane jin ji ber zihniyeta baviksalar û pergalên kapîtalîst ên dijminên jinan in, pirsgirêk û êşên hevpar parve dikin.
'Guherînên zagonan li Iraqê rewşa jinan dixe xeterê'
Aktîvîsta mafên mirovan û damezrînera Komeleya Hevgirtina Jinên Iraqê Heyfa Zenkana ku li Tûnisê dijî da zanîn ku têkoşîna li Iraqê ji bilî rizgarkirina jinan ji hemû cureyên astengiyan armanc ew bû ku welat ji kolonyalîzma navxweyî ya derveyî rizgar bike. Heyfa Zenkana wiha domand: "Rewşa jinên Iraqî îro ji ber polîtîkayên çavtirsandin û îstîsmarê ji serdema dagirkeriya Dewletên Yekbûyî bigre heta îro, trajîk bûye. Iraq hê jî welatek e ku jin lê bi cureyên cudakarî û tundiyê re rûbirû dimînin. Bi taybetî piştî guhertinên dawî yên Zagona Rewşa Kesane ku weke binpêkirinek mafên jinan û jinên ciwan e. Ji ber ku ev guhertin cudakariyê didomînin."
Heyfa Zangana armanca guherînên di zagona Rewşa Kesane de hatine çêkirin wiha bi lêv kir: "Hewldanên derxistina zagonên nû li ser bingeha destûrek ku ji hêla Iraqiyan ve nehatiye nivîsandin, armanc dikin ku dabeşbûna mezhebî ya di sala 2004'an de bidomînin. Iraq bi pêşketina xwe tê nasîn. Di sala 1959'an de yekem wezîra jin li herêmê hebû. Jin û mêr di nava wekheviyê de bûn lê hewl hat dayîn ku zagon bi çêkirina zagonên nû yên jinan ji holê radikin, were guhertin."
'Bi riya guhertin û torê dê guherînên rastîn pêk bên'
Heyfa Zangana diyar kir ku şerê dawî yê li ser mafên jinên Iraqê li sernaserê Afrîka, Rojhilata Navîn û cîhanê hevgirtinek berfireh bi dest xistiye. Heyfa Zangana wiha pê de çû: "Tevgerên mafên jinan û mafên mirovan piştgiriya xwe ya berfireh ji bo berxwedana wan a li dijî binpêkirina mafên jinan nîşan dane. Berxwedaneke rastîn hebû û berdewam dike. Civaka sivîl li herêma me dikare bi riya hevkariyê û torê guhertinê pêk bîne. Her wiha dikare hevgirtinek berfireh û bandorek erênî li ser dozên dadwer ên jinan bi dest bixe. Bi saya hevgirtina femînîst, li ser astên Ewropî û Erebî tevgereke hevgirtinê ya bihêz bi jinên herêmê re derketiye holê."