Şêniyên Hesekê taxa xwe diparêzin

Şêniyên bajarê Hesekê li dijî êrîşên ku li gelek deran hatine destpêkirin diyar kirin ku ew ê taxa xwe biparêzin.

Navenda Nûçeyan – Şêniyên bajarê Hesekê ji bo parastina malên xwe û taxên xwe li ser piyan in û diyar dikin ku ew ê rê nedin dagirkeriyê, bajar û taxên xwe ji çete û êrîşan biparêzin.

‘Em ê li cihê xwe bin an hebûn an tunebûn’

Jina ciwan a ku dibêje navê wê Recal e bi çeka di dest xwe de bi gotinên ji dil û bi biryar wiha dibêje: “Navê min Recal e dayîka Mehmûd im. Em piştgiriya QSD’ê dikin. Em ê li pişt şervanên xwe bin. Em ê bilîlînin û înşallah em ê bi ser bikevin. Em ji cihê xwe dernakevin, bila nebêjin reviyan, em narevin em ê li cihê xwe bin, an hebûn an tunebûn, bila moralê kesê neşikê heta dawî, bila kes nebêje Kurd reviyan û çûn. Em li vir in em li vê qadê ne. Bila werin em amade ne.”

Recala ku li ber dengê ciwan û zarokên ku dirûşmên “Bijî berxwedana Hesekê”, “Bijî Kurd û Kurdistan” qîriyan axaftina xwe didomand, bi dengekî bilind got: “Em narevin, em narevin, kesê me tune ye ji derveyî QSD’ê.”