Şadî Semed: Divê jin ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê têbikoşin

Aktîvîsta siyasî û mamoste Şadî Semed, got ku piştî gava duyemîn a gerîlayên azadiyê, pêngava ku sînorên Tirkiyeyê digre nava xwe nîşan dide ku gelê Kurd helwesteke girîng ji aliyê civaka demokratîk û dewleta Tirkiyeyê ve hêvî dike.

HÊLÎN EHMED- DÎVAN SÎHAD

Ranya- Di 26’ê Cotmehê de Rêveberiya Tevgera Azadiyê, di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Qendîlê gaveke din a dîrokî avêt û ragihand ku dê hemû hêzên xwe ji sînorên Tirkiyeyê vekişîne.

Ji destpêkê ve heta qonaxa duyemîn, çalakiyên ji bo aştiyê li seranserê Rojava, Rojhilata Navîn û cîhanê berdewam kirin. Gelê Kurd bi berdewamî ji bo aştiyê hewldan û têkoşînê didomîne; di kongreyê de jî rol û erkên girîng ji jinan re hatin dayîn.

‘Gerîlayên azadiyê biryardariya xwe dubare dikin’

Aktîvîsta siyasî û mamoste Şadî Semed, behsa pêvajoya aştiyê û gavên gerîlayan ên di qonaxa duyemîn de kir û got: “Niha li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya aştî û yekbûnê ji destpêka 1990’an û vir ve ji aliyê Rêbertiyê ve hat destpêkirin. Lê belê, ji ber ku dewleta dagirker a Tirk bi domdarî Kurdan asteng kir, pêvajoya aştiyê negihîşt encamek.”

Şadî Semed, axaftina xwe wiha domand: “Ruxmê şert û mercên neyînî yên di siyaseta Tirkiyeyê de jî pêvajoya aştiyê û yekbûnê bi pêşengiya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Ruxmê xwînrijandina 40 salan jî dewleta Tirkiyeyê nikaribû encaman bi dest bixe û bang li Rêberê Gelê Kurd kir. Peyamên endamên parlamentoyê û Rêber Apo gihîştin gelê Kurd û Tirkiyeyê. Di Kongreya 12’an de biryar hatin girtin û komeke gerîla ji bo ragihandina pêvajoya aştiyê li Herêmên Parastina Medyayê çekên xwe şewitandin.”

‘Divê jin bikaribin bi azadî dengê xwe bidin bihîstin’

Şadî Semed, da zanîn ku dewleta Tirk ji bo pêvajoya aştiyê gavên pêwist navêtiye û wiha got: "Heta ku dewleta Tirk di çarçoveya pêwist a ji bo aştiyê de gavan navêje, gerîlayên azad wê riya aştiyê bidomînin. Cîhan li bendê ye Tirkiye gav bavêje. Divê Ocalan azad bibe, girtiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê werin berdan û mafê perwerde û zimanê Kurdî bidin Kurdan. Kurdên li Tirkiyeyê di bin zilmê de ne; jin bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Divê jin di vê pêvajoyê de bikaribin bi azadî dengê xwe bidin bihîstin. Piştî gavên girîng ên Rêber Apo û PKK’ê avêtin divê dewleta Tirk gavên şênber ên ber bi pêvajoya aştiyê ve bavêje.”

‘Ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê rola jinan girîng e’

Şadî Semed, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk bi domdarî gelê Kurd asteng dike, destûr nade vegerin gundên xwe û herêman dagir dike. Di pêvajoya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye destpêkirin de jin bi tundî û zulmê re rû bi rû man; lê tevî vê yekê jî her dem aştiyê xwestin. Divê em baweriya xwe bi pêvajoya aştiyê bînin û bi beşdariya jinan û tevahiya civakê aştî û jiyana hevgirtî pêk were. Divê jin bi çalakiyên cuda beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin, rojnamevan rastiyan bibêjin û divê partiyên siyasî berpirsiyariyan bigrin da ku dawî li vî şerê ku ji derveyî windabûnê tiştek bi xwe re nayne were.”