Heyeta Îmraliyê dê 3’ê Mijdarê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bike

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Navenda Nûçeyan- Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 3'yê Mijdarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hat dayîn, endamên Heyeta Îmraliyê yên DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê di 3'yê Mijdarê de ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin, biçin Îmraliyê. 

Hevdîtinên heyeta Îmraliyê

Heyeta Îmraliyê ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan pêk dihat, cara ewil di 28’ê Çileya 2024’an de hevdîtin bi Andullah Ocalan re kir. Hevdîtina duyem a Heyetê di 22’ê Çileyê de pêk hat. Li gel endamên heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullarî, siyasetmedar Ahmed Turk, parlamenterên DEM Partî Cengîz Çîçek û parêzerê Baroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol, bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di vê hevdîtinê de Abdullah Ocalan banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kiribû.

Piştî ku Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kir û tedawî didomiya, di 21’ê Nîsanê de Pervîn Bûldan û Faîk Ozgur Erol, weke heyeta Îmraliyê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kir. Ji heyeta Îmraliyê Buldan û Faîl Ozgur Erol piştî kongreya dîrokî ya PKK’ê ku di 5-6’ê Gulanê de li dar xist, di 18’ê Gulanê de li gel Abdullah Ocalan hevdîtinek nû pêk anî.

Li gel Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol, parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Mîthat Sancar jî beşdarî heyeta Îmraliyê bû, di 6’ê Tîrmehê de li Îmraliyê hevdîtin pêk anî. Heyeta Îmraliyê di 25’ê Tîrmehê de careke din serdana Abdullah Ocalan kir.

Piştî navbera mehekê, heyeta Îmraliyê, di 28’ê Tebaxê de karin li Îmralî serdana Abdullah Ocalan bikin. Hevdîtina dawî jî di 3’ê Cotmehê de hatibû kirin.

Di vê navberê de piştî 6 salan destûr hat dayîn parêzerên Abdullah Ocalan hedîtin bikin. Parêzerên ku heta niha dikaribûn du caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, hevdîtina duyem di 25’ê Îlonê de hatibû kirin.