Îsraîlê êrîşê Îranê kir: Serfermandarê Giştî yê Îranê hat kuştin
Îsraîlê li dijî Îranê dest bi êrîşeke berfireh kir. Medyaya Îranê ragihand ku serfermandarê giştî Muhammed Bakirî jî di nav de gelek kes hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan- Artêşa Îsraîlê bi îdiaya “pêşîgirtina hilberîna çekên nUkleer” li dijî Îranê dest bi êrîşeke leşkerî ya berfireh a bi navê “Operasyonê Şêrê Bilindbûyî” kir.
Hat diyarkirin ku di êrîşa pêşîn de saziya dewlemendkirina Natanz urannyûm a li navenda Îranê jî di nav de gelek saziyên nukleer û leşkerî bûne hedef.
Li Tehranê 4 teqînên bi şîdet
Li navenda Tehranê jî 4 teqînên bi şîdet çêbûn. Ajansa Fermî ya Îranê (IRNA), ragihand ku dengê teqînan ji navenda bajar aliyê rojhilat û rojava hatiye.
Televîzyona dewletê ya Îranê, diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî herêmên sivîl de li gorî diyar bûye 5 kes hatine kuştin, 20 kes jî birîndar bûne.
Navenda qişle û radarê bûn hedef
Mudurê Reveberiya Krîzê yê Eyaleta Azerbeycana Rojhilat Mecîd Ferşî ji Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA) re axivî û der barê êrîşên li ser Tebrîzê de agahî dan. Mecîd Ferşî got: "Qişleya Şehîd Kerîmî ya li Saîd Abadê, Qişleya Zehra ya li Emandê û navenda radarê ya li Serderûdê bûne hedef. Di van êrîşan de 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn."
Ajansa Sepahnews a bi nêzikbûna Muhafizên Şoreşa Îranê tê zanîn ragihand ku Îsraîlê li bajarê Tebrîzê 5 cih hedef girtine.
Serfermandarê giştî hat kuştin
Muhafizên Şoreşa Îranê piştrast kirin ku fermandarê wan Huseyîn Selamî di êrîşan de hatiye kuştin. Medyaya dewletê ya Îranê, diyar kir ku mirovên zanista nukleere Ferîdun Abbasî û Muhammed Mehdî Tehrançî di êrîşên li Tehranê de hatine kuştin. Televîzyona dewletê ya Îranê her wiha da zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de Serfermandarê Giştî yê Îranê Muhammed Bakirî hatiye kuştin.
Îsraîl: Dê operasyon bidome
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, li ser êrîşan vîdyoyek weşand û wiha got: "Ji bo gefa Îranê ya li Îsraîlê tune bibe me dest bi operasyoneke bi hedef kir. Ev operasyon heta ku gef û xeter bi temamî bi dawî bibe dê bidome."
Îran: Îsraîl dawiya xwe tîne
Lîderê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney, li ser êrîşên Îsraîlê daxuyanî da. Hamaney, bi gotinên; "Îsraîlê destê xwe yê bi şer û bi xwîn ji bo sûc li dijî Îranê bike dirêj kir” got: "Îsraîl xwe ji encameke bi êş re amade dike.”
Berdevkê Serfermandariya Giştî ya Îranê Tuxgeneral Ebulfazil Şikarçî jî got ew ê bersiveke tund bidin êrîşên Îsraîlê. Ebulfazil Şikarçî, daxuyanî da televîzyona dewletê ya Îranê û got: "Îsraîlê, bi alîkariya DYA’yê êrîşê Îranê kir. Dê bedela vê giran be. Bila li benda bersiva tund a hêzên çekdar ên Îranê bimînin.”
Li aliyê din artêşa Îsraîlê, ragihand ku Îranê berê ji 100'î zêdetir balafirên bêmirov daye Îsraîlê.
Îsraîlê rewşa awarte îlan kir
Wezîrê Parastina Sivîl ê Îsraîlê Îsrael Katz, diyar kir ku piştî îrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê, li tevahiya Îsraîlê rewşa awarte hatiye îlankirin. Îsrael Katz got: "Piştî êrîşa ji bo tedbîrê ya Îsraîlê ya li dijî Îranê, îhtimal heye ku di demên nêz de dê Îran bi fuze û balafirên bê mirov êrîşê Îsraîlê û sivîlan bike."
Wezîrê Karên Hundir ê DYA’yê Marco Rubio, îdia kir ku têkiliya wan bi êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê re tune ye.
Îranê muzakereyên nukleer ên bi DYA’yê re rawestand
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê; Îran dê tevlî hevdîtinên nukleer ên di 15’ê Hezîranê de li paytexta Ummanê bi DYA’yê re werin lidarxistin nebe.
Ji ber ku DYA’yê îsrar kiribû xebatên dewlemendkirina uranyum ên Îranê bi tevahî werin rawestandin, hevdîtin demek bû çênedibûn lê hatibû ragihandin ku dê 15’ê Hezîranê ji nû ve hevdîtin dest pê bikin.