Îsraîl êrişên xwe yên li ser Xezayê didomîne

Di dema ku êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dikin, hemû cîhan dibe şahidê qetlîamên li pey. Ji ber êrişên li ser ‘herêmên ewle’ mirov timî cih diguherin.

Navenda Nûçeyan - Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrişên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Hat diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê yên di 26’ê Tîrmehê de 10 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya dawî ya Yekîneya Parastina Sivîl a Xezayê de hat ragihandin ku Îsraîlê êrişî 2 malan ên li bajarokê ez-Zuweyda yê li navenda Xezayê û li bajarê Xan Yûnisê yê li başûr kir. Hat ragihandin ku di van êrişan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku di encama êrişa li ser Kolana El-Erneb a Taxa Ketibe ya Xan Yûnisê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li nêzî Otela El-Emel a li rojavayê bajarê Xezayê jî êriş pêk hat. Di vê êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku li herêmên ku êriş lê hatin kirin gelek Filistînî birîndar bûn.

Di êrişên ku ji 7’ê Cotmehê vir ve ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin de 39 hezar û 175 Filistînî ku ji wan herî kêm 16 hezar û 172 zarok û 10 hezar û 798 jin jiyana xwe ji dest dan, 90 hezar û 403 kes jî birîndar bûn.

Pêleke nû ya koçberiyê tê jiyîn

Di daxuyaniya Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat destnîşankirin ku êrişên dijwar ên vê dawiyê yên li dijî Xan Yûnisê bûne sedema pêleke nû ya koçberiya navxweyî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di navbera 22-25’ê Tîrmehê de nêzî 182 hezar kes ji navend û rojhilatê Xan Yûnisê koç kirine.

Ji 10 kesan 9 kes herî kêm carekê ji cih û warên xwe bûne

Koordînatorê Karûbarên Mirovî yê OCHA yê li Herêmên Filistînê yên Dibin Dagirkeriyê de Andrea de Domenico di daxuyaniya xwe ya dawî de ev tişt gotibû: “Li Xezayê ji her 10 kesan 9 kes herî kêm carekê ji cih û warên xwe bûne.”