‘Îro li dijî paradîgmaya Rêbertî komplo tê meşandin’

Endama koordînasyona TAJÊ Riham Hico diyar kir ku Paradîgmaya Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê bi pergal bûye da zanîn ku hêzên hegemon bi şerê îro li Rojava dimeşînin, dixwazin vê paradîgmayê vala derbixin.

FARAŞÎN MERWAN

Şengal- Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico şerê ku niha li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin û şerê taybet ê li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê kirin ji ajansa me re nirxand.

‘Êrîşên ku tên kirin li dijî paradîgmaya Rêber Apo ne’

Endama Koordînasyona TAJÊ Riham hico diyar kir ku şerê niha li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin li dijî pergala neteweya demokratîk û xwişkîtî-biratiya gelan e û wiha got: “Ev nêzî mehek e li Rojavayê Kurdistanê û tevahî Sûriyeyê gelek bûyer qewimîn. Ji êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bigre heta yên li ser Rojavayê Kurdistanê her tişt di nava çend rojan de qewimî. Bi civîna ku li Parîsê çêbû biryar hat girtin ku Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Diyar e ku hewl didin vê jî ji Sûriyeyê bi destên çeteyên HTŞ bikin. Bi van planên li ser Rojava a yekem ew e ku hewl didin gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin ya din jî dixwazin paradîgmaya Rêber Apo ji holê rabikin. Kî paraznameyên Rêber Apo xwendibe dizane di paradîgmaya Rêber Apo de biratiya gelan, wekheviya gelan, azadiya jinan bingeha esas e.”

‘Şoreşa Rojava’

Riham Hico destnîşan kir ku şerê tê meşandin li hemberî jiyana bi hev re ya gelan helwest û êrîşeke taybet e li ser Şoreşa Rojava ye û wiha domand: “Dixwazin bidin xuyakirin ku Ereb û Kurd nikarin bi hev re bijîn. Ereb û Mesîhî nikarin bi hev re bijîn. Gel nikare bi gelekî din re bijî, dostaniyê bike. Ev xeteriyeke pir mezin e û niha li ser heremê tê meşandin. Ev planê Amerîkayê û dewletên kapîtalîst e. Dixwaze perçe bikin û bi rê ve bibin. Ev jî civakê perçe perçe dike. Mînak di civakek de dema yek yekî dikuje sed sal derbas bibe jî heyfa xwe ji hev digrin. Niha dixwazin tiştekî wisa çêbikin di nava Kurd û Ereban de. Dixwazin her dem xwînê birjînin. Naxwazin aştî li heremê  çebibe. Ev helwestek e li hemberî jiyana bi hev re. Ji bo wê jî ger Rojava ketibe vî halî ger berxwedaniyek li Rojava tê meşandin ev ji bo ku bikaribin bi hev re bijîn e. Şoreşa jinan li Rojava bi pêş ket û jinên ku niha li ber xwe didin jî ji bo ku jin bikaribin di hemû şert û mercan de azad bijîn têdikoşin.”

‘Li Rojava kedek pir mezin a Rêber Apo heye’

Riham Hico bal kişand ser axaftina Rêber Apo ya ku dibêje ‘Rojava xeta min a sor e’ û diyar kir ku kedek bi salan a Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê heye û wiha anî ziman: “Rojava ne weke heremeke cuda ye. Keda Rêber Apo ya ji bo Rojava pir mezin e. Rêber Apo di hemû hevdîtinên xwe de got ‘Rojava xeta min a sor e.’ Ji bo jî Rêber Apo her dem  ji bo tifaqa gelan û jiyana azad xebitiye. Rêber Apo nehişt çanda Kurdan were înkarkirin. Ji bo ev hebûn were mîsogerkirin jî her dem di nava  tekoşînek bêhempa de bû.

Hewl didin gelê Rojava, gelê welatparêz tune bikin. Bûyerên ku li Reqa, Dêrezor, Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Dêr Hafirê çêbûn, her kesê pir xemgîn kir. Ji bo ku ev êrîş destpê bikin  gelek dewletên navneteweyî xebitîn. Ev nêzî salek e li ser vî kar dikirin ji bo ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk vala derbixin. Mirov dikare bibêje hinek kes jî hene kî bihêz be li wê derê cih digrin.”

‘Divê em şerê taybet ê ku di vê demê de tê meşandin vala derbixin’

Riham Hico destnîşan kir ku şerê taybet pir zêde li ser Rojavayê Kurdistanê tê meşandin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Niha li çeperan şer diqewime, berxwedanek mezin li Rojava tê meşandin di nav de  Ereb jî hene. Gelek kesên berxwedêr jî hene. Hewce ye em destkeftiyên bi salan ên vê şoreşê ava kirine û  bi destên me ketine biparêzin. Vî şerê taybe tê ku tê meşandin em vala derbixin. Medyaya Tirk bi Erebistana Siûdî û Qeterê re li hev kiriye. Niha li ber çavên cîhanê li dijî Kurdan dixebitin.”

‘Xilasiya Rojhilata Navîn bihevrebûna gelan e’

Di dawiya axaftinê xwe de Riham Hico anî ziman ku lazim e her kes li hember şerê ku tê xwestin di navbera gelên herêmê de derbixin baldar be û got ku xilasiya heremê ji van şeran bihevrebûna gelan e û got: “Em ji bang li gelê xwe dikin ku li dijî van kiryarên qirêj û komployan hişyar be. Em şerê gelan nekin. Niha hinek kesên ku di nava DAIŞ ê de ne derdixin pêş. Dixwazin bi vê yekê di navbera gelan de şer derbixin. Ji ber wê yekê divê em baldar bin li çanda xwe ya têkoşînî û xwedî derbikevin.”