Îlham Ehmed: Maf û keda jinan xeta sor e
Hevseroka Desteya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed a di komxebata têkildarî rewşa Sûriyeyê de axivî, got: “Di Sûriya nû de bê reng û hebûna jin ne mimkûn e. Ji bo me maf û keda jinan xeta sor e.”
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250209-img-7211-jpgc2d5be-image.jpg)
Hesekê – Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê komxebata diyalogê derbarê rewş û geşedanên siyasî ku herêmê tê de derbas dibe li xawîngeha Semerqend a taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê li dar xist.
Komxebat ji aliyê Hevseroka Desteya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed hate birêvebirin.
Îlham Ehmed diyar kir ku rola rêxistinên civaka sivîl di qonaxa ku Sûrî tê de derbas dibe girîng e û wiha got: “Rastiya ku Sûrî tê de derbas dibe pêwistiya wê bi Sûriyekê ne navendî heye. Ji bo aloziya li Sûriyeyê bi dawî bibe ev yek pêwistî ye. Civaka Sûrî ji şer û koçberî westiya êdî pêwistiya wan bi rehetiyekê heye ku di Sûriyekê azad û demokratîk bijîn. Sûrî di qonaxekê hesas re derbas dibe û gelek alî dixwazin tevliheviyan di navbera Kurd û Kurd her wiha Kurd û Ereban derxîne. Ji bo wê pêwistiya me bi hişyariyê heye ku em rê nedin wan ku bi rê û rêbazan axa me dagirbikin û civaka me qir bikin. Sûrî pêwistiya wê bi yekîtiyê heye. Ji bo ku ev gav were pêkanîn pêwiste herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî were parastin û qebûlkirin. Divê êdî koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vegerin ser axa xwe. Ev erkekî wijdanî ye, divê rêxistinên civaka sivîl zext bikin û daxwaza mafê wan yê rewa bikin.”
Êrişên li ser Bendava Tişrînê
Îlham Ehmed li ser pirsên beşdaran a ‘çima heya niha êriş li ser bendava Tişrînê didome’ jî wiha got: “Êrîşên ku niha li ser bendava Tişrîn tê kirin dixwazin dagirkeriya xwe berfireh bikin û bendava Tişrîn wekî berjewendiyên xwe yê siyasî pêk bînin. Armanca me ya sereke jî ew e ku civaka Sûrî ji xizmeta bendavê neyê mehrûmkirin. Em dibînin ku hikûmeta nû ya Şamê li hemberî êrîşên ku li ser bendavê tê kirin berpirsyar e û gerek rê nede van êrîşan. Ji ber ku ev bendav ji bo xizmeta gel e.”
‘Maf û keda jinan xeta sor e’
Îlham Ehmed têkildarî pirsa rola jinan di Sûriyeya nû de jî wiha bersivand: “Di Sûriya nû de bê reng û hebûna jin ne mumkine. Ji bo me maf û keda jinan xeta sore, yê ku hişt sîstema rêjîma Baas were hilweşandin jin e û yê ku Sûriyê ji krîzê xilas bike û bike Sûriyeyek adil û demokratîk jin e. Lewma Sûrî bê hebûna jin nayê qebûlkirin.”
Komxebat bi niqaşên li ser pêwistiya pêşkêşkirina alîkariyan ji bo koçberan, her wiha vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ser xaka xwe berdewam kir. Her wiha di komxebatê de bang li rêveberiya demkî ya Sûriyeyê hat kirin ku têkildarî kiryar û dîlgirtinên ciwanên Kurd daxuyanî bide. Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.