Çeteyan li Efrînê 200 darên zeyîtûnan birîn

Çeteyên dewleta Tirk li gundewarên Efrînê zêdetirî 200 darên zeytûnê birîn.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên ’Cebha El Şamiye’, ’El Hemzat’ û ’El Emşat’ yên girêdayî dewleta Tirk, li başûrê gundê Qetmê yê Efrînê 200 darên zeytûnê birîn.

Li gora agahiyên rêxistinê ji darên zeytûnan ên hatine birîn, 35 dar ên welatiyê bi navê Kemal Cuma ne, 35 dar ên Ebdulmenan in û 9 darên din ên welatiyê bi navê Ebû Salih in ku ji gundê Sîcrazzê yê Ezazê ne.