'Çareseriya ku Rojhilata Navîn ji xwînê rizgar bike Neteweya Demokratîk e’
Parlamentera Partiya Çepa Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogullari li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û bidawîkirina nakokiyên Filistîn-Îsraîlê got ku riya Rojhilata Navîn ji xwînê rizgar bike pergala Neteweya Demokratîk e.
SERPÎL SAVUMLU
Navenda Nûçeyan - Agirê pevçûnên ku bi dehan sal in li Rojhilata Navîn berdewam dikin, di van rojên dawî de gurtir bûye. Gelê Filistînê û Kurd li ber çavên hemû cîhanê bi êrîşên dewletên serdest tên qetilkirin.
Pevçûn û bombebarana ku piştî êrîşa “Tofana Eqsayê” ya Hamasê li dijî Îsraîlê dabû destpêkirin, berdewam dikin. Di êrîşên Îsraîlê de hejmara windahiyan her roj zêde dibe, Xeza ji hewayî û bejahî ve rastî êrîşan tê. Her wiha piştî biryara ‘dorpêça topyekûn’ a li dijî Xezayê hat girtin, elektrîk, xwarin û sotemeniyê jî qut kirin. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bûyer weke rewşeke ‘pir giran’ bi nav dikin, êrîşên Îsraîlê weke ‘sûcên şer’ tên dîtin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi mehan e di bin dorpêçê de ne, dibin hedefa dewleta Tirk. Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 5’ê Cotmehê de bi balafirên bêmirov ên Çekdar (SÎHA) û balafirên şer dabû destpêkirin, berdewam dikin. Di êrîşên berdewam de sivîl, stasyonên av û enerjiyê (petrol û elektrîk), avahiyên giştî yên wekî dibistan û nexweşxaneyan bûn hedef. Di encama êrîşan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan cih jî rûxiyan.
Êrîş polîtîkaya înkarê ya sedsalî ya Tirkiyeyê ye
Dewleta Tirk piştî çalakiya 1’ê Cotmehê ya li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir êrîşên xwe zêde kir. Tê gotin ku polîtîkaya înkarê ya sedsalî ya Tirkiyeyê li piştperdeya êrîşan e, tê destnîşankirin ku armanc pergala Neteweya Demokratîk e. Her wiha tundkirina êrîşên li dijî Rojava îro weke parçeyek planeke berfireh tê nirxandin. Îro jî dîmenên ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên û yên li Filistînê diqewimin heman in. Wêneyê zarokekî ku di êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de birîndar bû, li ser medyaya dîjîtal bi nivîsa “Îsraîlê ev zarok şewitand” tê parvekirin.
Em bi parlamentera Partiya Çepa Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogullari re li ser bûyerên li Rojhilata Navîn axivîn.
‘Em van êrîşan tu carî qebûl nakin’
Tulay Hatîmogullari, bal kişand ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, piştî êrîşa li dijî Wezareta Karên Hundir a Enqereyê, ji bo meşrûkirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û diyar kir ku bi vê daxuyaniyê re sivîl û qadên jiyanê yên sivîlan bi awayekî eşkere bûne hedef. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bersiv da daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ku gotibû: “Kiryarên êrîşa li Enqereyê ji Sûriyeyê hatine” û got: “Yên ku êrîşa Enqereyê pêk anîn, ji herêma me derneketin; Tirkiye ji bo êrîşê li hincetekê digere.” Tulay Hatîmogullari vê bersivê bi bîr xist û got:
“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî qadên jiyanê yên sivîlan, santralên elektrîkê, nexweşxane, dibistan û benzînxaneyên sivîlan êrîşek pir giran hat kirin. Di rastiyê de dema ku Hakan Fîdan musteşarê MÎT’ê bû, beriya wezîrtiyê wezîfeya wî bû, mirovek wisa ye ku gotibû, ‘Bi Sûriyeyê re destpêkirina şer gelekî hêsan e, em ê 4 mêran bişînin û heşt fuzeyan ji aliyê din ve bişînin. Ev ji were hinceta şer e.’ Ji ber vê yekê li gel gotina ‘sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbas nebûn’ jî bi îdiaya ku wan sînor derbas kirine êrîşên xwe yên li dijî sivîlan didomînin. Em van êrîşên li ser sivîlan tu carî qebûl nakin.”
‘Kurd tên hedefgirtin’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ku ew hewl didin têgihîştinekê çêbikin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê baregehên leşkerî hene û wiha got: “Lê belê mîna taxeke li navenda Enqereyê, ev der jî cihên jiyanê yên sivîlan in ku jiyana asayî lê dijîn, yên ku hewl didin biçin malên xwe, bixebitin, biçin penageh û debara xwe bikin. Herêmeke ku bi giranî Kurd lê dijîn. Kurd li vir dibin hedef. Ji bo ev êrîş bi lez bi dawî bibin divê her kes erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.” Tulay Hatîmogullari bal kişand ser siyaseta ku ne tenê li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li çar parçeyên Kurdistanê jî tê meşandin û diyar kir ku di çarçoveya siyaseta Rojhilata Navîn de mijara sereke ya têkiliyên Tirkiyeyê bi hemû welatên cîhanê re pirsgirêka Kurd e.
‘Hedef pergala Neteweya Demokratîk e’
Her wiha girîng e ku Tirkiye dem bi dem êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Li gel ku êrîşan weke bersivdayîna çalakiya li Enqereyê tê xwendin, tê fikirîn ku hedefa bingehîn a Tirkiyeyê di esasê xwe de pergala Neteweya Demokratîk e. Tulay Hatîmogullari jî bal kişand ser pergala Neteweya Demokratîk û ev tişt got:
“Helbet mirov dikare van êrîşan weke êrîşa li dijî pergala Neteweya Demokratîk jî bixwîne. Ji ber ku mixabin çawa ku Tirkiye pergala Neteweya Demokratîk naxwaze, hêzên emperyalîst jî naxwazin. Pêkhatin û pêkanîna modela Rojava her kesê bêzar kiriye. Qebûlkirina vê modelê ji aliyê hêzên emperyalîst ve ne pêkan e, ji ber ku ji bo mayîndebûna wê û ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn bibe mînak, weke metirsiyê dibînin. Mirov dikare bixwîne ku yek ji sedemên bêdengiya hêzên navneteweyî di gelek mijaran de ew e ku nehêlin feraseta Neteweya Demokratîk li vir bijîn.”
‘Reçeteya herî bingehîn’
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ev pergala rêveberiyê ji bo civakên Rojhilata Navîn, Tirkiye jî di nav de ye, şeklê herî bingehîn e û wiha got: “Avakirina modela rêveberiya konfederal modelek e ku rê li ber gelên herêmê veke ku bi reng û zimanê xwe li ser bingehê demokratîk û wekhev bijîn û ji bo gelên Rojhilata Navîn yek ji reçeteyên herî bingehîn e.” Tulay Hatîmogullari, bi baweriya ku mirov bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan ji gelek aliyan ve bixwîne dê rasttir be got: “Yek ji wan nerazîbûna wan a li dijî neteweya demokratîk, avabûna modela konfederal e ku min qal kir. Ji ber ku eger pêkhatin û avabûnek wiha çêbibe, wê pergalên kedxwarî yên hêzên emperyalîst ên li herêmê têk bibin. Esas ji bo hêzên emperyalîst li herêmê nêzîkatiya xwe ya kolonyalîst a bi sedsalan berdewam dike, li dijî vê modelê dijberiyek heye. Ya duduyan hê jî konjekturel e, li Tirkiyeyê nêzî 5 milyon penaber hene û mixabin penaberên li vir jî parçeyek ji siyaseta şantajê ya ku Erdogan di siyaseta derve de dide meşandin e. Bi rastî wan penaberan kiriye amûr û bi kar tîne. Ji bo dabînkirina hatina pereyan ji bo Tirkiyeyê, Erdogan û dewletên rojavayî jî gefa vekirina deriyên sînor û çûyîna penaberan ber bi Ewropayê ve dixwin, bi taybetî jî ji ber hin cezayên Yekitiya Ewropayê (YE). Welatên Yekitiya Ewropayê jî naxwazin ev penaberên Tirkiyeyê derbasî welatên wan bibin û her cure tawîzan didin Tirkiyeyê û her gava diavêjin ji penaber li Tirkiyeyê bimînin e. Li cihê ku di mijara pirsgirêka Kurd de ewqas jiyana sivîlan tê fedakirin, li vir bêdengiya hêz û siyaseta navneteweyî dikare were xwendin.”
‘Du pirsgirêkên bingehîn: Filistîn û Kurd’
Tulay Hatîmogullari der barê êrîşên li ser Filistîn û Kurdan de got:
“Pirgirêka Rojhilata Navîn, Filistîn Îsraîl gengaz e ku bi sernavên cuda bigrin dest. Rastiya ku dihat zanîn operasyona Hamasê ya li dijî Îsraîlê daye destpêkirin, wê Îsraîl wê êrîşek mezintir bike. Divê ev wisa were nirxandin; weke parçeyeke projeya mezin a Rojhlata Navîn berdewam dike. Tirkiye piştî ku mayînên erdê paqij kir wê were bîra we li herêmê şerê wekaletê dest pê kir. Di rastiyê de ev jî parçeyeke vê projeye ye. Pirsgirêka Filistînê birîna bi xwîn a Rojhilat navîn e. Di aliyê Rojhilata Navîn de du mijarên bingehîn di aliyê gel de pirsgirêka Filistîn û Kurd e.”
‘Dibe ku êrîşê Sûriye û Lubnanê were kirin’
Talay Hatîmoglari îfade kir ku li Xeza 2 milyon mirov ev bi salaen di girtîgeh servekirî de tê girtin û got: “Ev 16 sal in bi awayekî bênavber di nava dorpêçê de de û mirov tên qetilkirin. Îsraîl bi van êrîşan têr nabe. Ev rewşa ku heye divê hîn kûrtir were xwendin. Îsraîl di êrîşên li ser Filistînê de têr nabin ev bi aşkera ye, dema ku li nûçeya temaşe dikin, tê dîtin ku Sûriye û Lubnan jî di hedefê de ne. Di sala 2006’an de li Başûrê Lubanan û Beyrûtê êrîşek çêbû. Vê demê cardin amadekariay êrîşa li ser Başûrê Beyruk di nûçeyan de teyîsî. Bi heman awayî beşek giren Golan a Sûriyeyê girtibû. Dikarin bêjin ku niha da ku bi temamî bigrin Îsraîl ketiye tevgerê. Divê ji bo kûrkirina vê bûyerê lêhurbûn were kirin. ev operasyona ku Hemasê daye destpêkirin û tiştên ku hatin jiyîn di demên li pêş de pêwîstî bi analîzeke zêde heye. Ji ber niha Îsraîl şer îlan kiriye. Wê bigihîje Îranê. Helbet niha ez behs nakim ku wê niha êrîşek li dijî Îranê were kirin. Lê belê dibe ku êrîşek li hemberî Sûriye û Lubanê bê kirin.”
‘Divê demildest qetilkirina sivîlan were rawestandin’
Tulay Hatîmogllari bal kişand ser gelek girîng e ku gelê Filistîn li hemberî van êrîşan çi dibêjin û çi dixwazin û wiha got: “Gelê Filistînê gelek ku ev bi dehan salane têkoşîna azadiyê didin. Gelek ku gelek êş kişandiye, rastî gelek qetliaman hatiye û xaka wan hatiye dagirkirin. Xala herî dawî ya gelê Filistînê hatiyê du dewletên ku daxwaza çareseriyeke aştiyane bixin meriyetê bû. Lê belê sekna ku DYA’yê divê mijarê de diyar kiriye li holê ye. Di dema Tramp de dibin navê li hevkirina sedsalî de, di rastiyê de hat îfadekirin ki herdu dewlet çareseriya aştiyê qebûl nekirine. Hema bibêje xaka ku maye ji Filistînê re bi pere xwestin bikrin. Di vê mijarê de welatên Kendavê ji bo sermayeya welatên xwe bi kar bînin em dizanin çiqas gav avêtine. Li vê derê helbet li aliyekê divê em li gel gelê mazlum ê Filistînê di nava piştevaniyê de bin, têkoşîneke bi maf didin meşandin. Li aliyê din bi giştî hem Îsraîl hem jî li Filistînê li dijî mirina sivîlan em weke mirovên ku parastina jiyanê dikin, naxwazin tu sivîl werin kuştin. Divê em bibînin ku ev şer eşerek ku sivîlan dike hedef. Divê demildest qetilkirin sivîlan were rawestandin.”
‘Çareserî diyar e’
Tulay Hatîmogullari herî dawî amaje bi wê yekê kir ji bo gelê Filistînê û gelê Kurd li gel çareseriyek demokartîk in, bal kişand ser sekna durûtiya desthilatdariya AKP’ê ya di navbera gelê Filistîn û gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha got: “Bi tu awayî li tu welatan em qetilkirina sivîlan qebûl nakin. Şer û pevçûn ne çareserî ye. Avakirina pergalek adilane û azad gengaz e. Dema em îro li daxuyaniyên ku hikumeta Tirkiyeyê der barê Filistînê de dane dinêrin, dijberiya Kurdan dibînin. Di vî şerî de der barê kuştina sivîlan de seknek nîşan dane û dibêjin ‘bila sivîl neyên kuştin.’ Lê belê di saetên ku van daxuyaniyan didin de êrîşî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û li wê derê sivîlan qetil dike. Li vê derê li pêş çavên hemû civaka cîhanê hevnegirtinek heye. em hemû kesan vedixwînin hevgirtinê. Divê demildest pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Filistînê bi rêbazên demokratîk were çareserkirin. Ev birîna bi xwîn a herêmê ye. Divê ev birîn werin kewandin. Avabûna modela Netewa Demokratîk û Konfederal gelek girîng e. Ji bo ku ev model bikeve meriyetê bi awayekî rasterast hem dê ji bo pirsgirêka Kurd hem jî pirsgirêka Filistînê çareseriyek bingehîn bi xwe re bîne.”