7 rojnamgerên li Stenbol hatibûn girtin hatin berdan
7 rojnamegerên ku ji ber xwepêşandanên li Saraçhaneya Stenbolê şopandibûn hatibûn binçavkirin û girtin, hatin berdan.

Stenbol- Rojnameger Zeynep Kuray, Yasîn Akgul, Hayrî Tûnç, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun û Bulent Kiliç ji ber çalakiyên kolanan ên ku piştî lêpirsîna der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) hat destpêkirin dişopandin, di 25’ê Adarê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Ji bo 7 rojnamegeran dozger bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da. Lê belê dozger piştî demek kurt biryara xwe guherand, bi daxwaza girtinê hemû rojnameger sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir.
Piştî îtîrazên parêzeran 7 rojnameger hatin berdan.