7’emîn Mihrîcana Giyayên Biharê hat lidarxistin
Li bajaroka Xurmal a Helebceyê ku gelek cureyên giyayên li çiyayên Kurdistanê lê şîn dibin, ji bo danasîna van giyayan. 7’emîn Mihrîcana Giyayên Biharê û Berhemên Xwezayî hat lidarxistin.

RÊJNE SELAM
Helebce- Di 11’ê Nîsanê de li bajarokê Xurmal a girêdayî bajarê Helebceya başûrê Kurdistanê bi pêşengtiya Platforma Hevgirtina Helebce û Tora Rêxistinên Helebceyê, 7’emîn Mihrîcana Giyayên Biharê û Berhemên xwezayî hat lidarxistin. Di mihrîcanê de zêdeyî 60 cûrên giyayê biharê ku bi piranî ji deşt û çiyayên Kurdistanê tên komkirin, hatin pêşandan. Gelek kes ji gelek deverên cûda yên başûrê Kurdistanê beşdarî mihrîcanê bûn.
‘Armanca me nasandina giyayên biharê ye’
Endama komîteya amadekar a mihrîcanê Hêrû Wekîl, derbarê mihrîcanê de got ku zêdeyî 60 giyayên biharê ku bi piranî ji çiya û deştên Kurdistanê hatine komkirin, hatine pêşandan û ev agahî dan: “Armanca me ya di vê mihrîcanê de, em giyayên biharê bi ciwanan bidin nasîn û bikarin sûd ji giyayên xwezayî bigrin. Niha Xurmal wek dilê giyayên biharê tê nasîn û gelek geştiyar tên serdan dikin.”
‘Ji salên din cûdatir e’
Endama komîteya amadekar Husna Mehmud jî destnîşan kir ku îsal ji salên din cûdatir zêdeyî 60 cûrên giyayên biharê hatine pêşandan û wiha got: “Ev giyayên ku em li ser xebitîbûn û hatin komkirin, em di mêhrîcanê de pêşkêş dikin. Ji derveyî wê jî me pêşengehek jîngehê vekiriye da ku tê de behsa girîngiya parastina jingehê, av û xaka xwe bikin û em mêhvanên xwe di şêwazê çêkirina giya û jêkirina wê de biparêzin, hişyar dikin.”
Di mîhrîcanê de ji derveyî giyayên biharê, gelek berhemên karê destê jinan, berhemên mûzîkê jî hatin pêşandan û mihrîcan heta derengiya êvarê berdewam kir.