NY’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd 5 pêşniyar pêşkêşî aliyan kir

Pisporên NY’yê ragihandin ku agirbesta ji aliyê PKK’ê ve hatiye ragihandin û hêviya pêvajoya aştiya destpê kiriye, bi kêfxweşî pêşwazî dikin û ji bo lihevkirina aştiyek berfireh û mayînde 5 pêşniyar pêşkêşî aliyan kir.

Navenda Nûçeyan- Pisporên ku di binesaziya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de dixebitin, têkildarî îlankirina agirbesta di 1’ê Adara 2025’an de ji aliyê PKK’ê ve, daxuyaniyek hevpar dan. Pisporan di daxuyaniyê de bang li Tirkiye û PKK’ê kirin ku ji bo çareseriya aştiyane dest bi hevdîtinan bikin û li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî tev bigerin.   

Di aliyê ‘qedexeya bi karanîna hêzê’ de nîşanên pirsê ava dibin  

Pisporên Neteweyên Yekbûyî, diyar kirin ku tevî ragihandina agirbesta ji aliyê PKK’ê ve, Tirkiye bi hinceta li Sûriyeyê û Iraqê li hedefên PKK’ê dixe, êrîşên hewayî pêk tîne û hat gotin ku ev operasyon di çarçoveya “qedexeya bikaranîna hêzê” ya navneteweyî de dibe sedema pirsgirêkan. Pisporên NY’yê agirbestên demkî yên berê bê encam mane jî bibîr xistin û destnîşan kirin ku divê alî, gavên pêbawer bavêjin. Pisporan, anîn ziman ku di dema pevçûnan de binpêkirinên cidî yên mafên mirovan û hiqûqa mirovî, bi taybet li dijî sivîlan pêk tên. Pisporan ji bo “peymaneke aştiyê ya berfireh” ku ji ezmûnên aştiyê yên erênî yên li herêmên şer hatine bidestxistin, bi 5 xalan pêşniyar kirin: 

Xalên ku NY pêşniyar kirin wiha ne: 

1. Bêçekkirin, berdan, ji nû ve tevlîkirina nava civakê û efû/kêmkirina cezayan. 

2. Edaleta veguhêz: eşkerekirina rastiyan, lêkolînên bêalî, cezakirin, tazmînata ji bo qurbaniyan. 

3. Piştgiriya ji bo mexdûran: Alîkariya aborî, parastin, lêgerîna wendayan, vegerandina cenazeyan û xebatên hişyarkirina civakî. 

4. Reforma qada ewlekarî, sazî û rêveberî. 

5. Verastkirinên pêkhatî yên ku sedemên bingehîn ên tundiyê çareser dikin.

Pisporên NY’yê, pratîkên erênî yên di têbiniya Rêbernameya 2023’yan a derbarê edaleta veguhêz de bibîr xistin. Pisporan ji bo çareseriya bilez a pevçûnê û pêkanîna peymana aştiyê bang li civaka navneteweyî kirin ku gavan bavêjin. Pisporan her wiha dan zanîn ku, wan beriya niha li ser mijara şerê di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de bi rayedarên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anîne.