Arîfe Bekir: Bila hemû gelên Sûriyeyê bikaribin vegerin ser axa xwe

Endama Meclîsa Amadekar a Jinên Sûriyeyê Arîfe Bekîr, destnîşan kir ku lihevkirina di navbera encûmenên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û hikûmeta demkî de girîng in û got ku bila hemû gelên Sûriyeyê ku hatine koçberkirin bikaribin vegerin ser axa xwe.

ESMA MUHAMMED

Qamişlo – Endama Meclîsa Amadekar a Jinên Suriyeyê Arîfe Bekir, nêrînên xwe yên derbarê lihevkirina peymanên taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê de, bi ajansa me re parve kir. Arîfe Bekir diyar kir ku dê ev bibe destpêka çêkirina peymanên nû. Arîfe destnîşan kir ku ji bo pêşeroja Sûriyeya nû, ev derfetek e û dê rê li ber vegera gelên ku ji Serêkaniyê, Grê spî û Efrînê bi darê zorê ji axa xwe hatine koçberkirin, veke.

‘Ji niha de 6 xalên peymanê pêk hatine’

Arîfe Bekir bangawazî li rêveberiya hikûmeta demkî kir ku, proseya nivîsandina destûra nû ji nû ve di berçav re derbas bike û bike destûrek ku mafê hemû gelan misoger dike. Di heman demê tekez kir ku divê vegera bi ewle ya hemû xelkên ku ji herêmên dagirkirî penaber bûne, were misogerkirin. Arîfe da zanîn ku lihevkirin di navbera encûmenên girêdayî rêveberiya xweser a demokratîk a taxên Şêx Meqsud û Eşrefiyê û di navbera rayedarên Şamê de hatiye îmzekirin. Arîfe got ku lihevkirin ji 14 xalan pêk tê, ji niha de 6 xalên wê pêk hatine. Arîfe ev agahî dan: “Di vê madeyê de hat destnîşankirin ku hêzên leşkerî yên ku ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê vekişin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên ewlekariya hûndirîn jî bimînin.”

‘Dikare bibe deriyek ji bo Sûriyeke ne navendî’

Arîfe anî ziman ku ev rêkeftin piştî êş û azarên ku vî gelî ji destpêka şer heta niha di van taxan de dîtine, gelek erênî bûye û wiha got: “Ev peyman dikare bibe dergehek ji bo danîna bingehên Sûriyeyeke ne navendî. Armanca me ew e ku li hemû herêman, li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gavên nû bavêjin.”

‘Bila hemû gelên Sûriyeyê bikaribin vegerin ser axa xwe’

Arîfeya ku di sala 2018'an de piştî dagirkirina Efrînê koçî Qamişloyê kiriye, hêviya xwe ya ji bo vegerê jî anî ziman û wiha got: “Şêniyên Efrînê ji ber êrîş û binpêkirinên mafan ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi darê zorê koçber bûn. Ew neçar man ku berê xwe bidin Şehbayê û piştre jî koçberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Edî dem hatiye ku gelê Efrînê vegere ser axa xwe. Divê hemû gelên Sûriyeyê ku di van 14 salên dawî de ji cîh û warên xwe bûne, vegerin warên xwe. Bila vegereke bi ewle pêk bê. Efrîn hîn ne bi ewle ye û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmê wêrankariyê didomînin.”

‘Bila Tirkiye li gor peymanê tevbigere’

Arîfe ragihand ku ji malên xwe bêpar bûne, niha jî dixwazin vegerin malên xwe û wiha pê de çû: “Divê lihevkirin ji bo vegera hemû koçberên li Sûriyeyê bên kirin. Em li ser çareseriyeke ku ji bo rawestandina şeran her du aliyan razî bike, dixebitin. Divê Tirkiye li gorî peymanên ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hatine kirin, tevbigere.”

‘Bila mafên hemû baweriyan bên misogerkirin’

Arîfe Bekir di dawiya axaftina xwe de jî tiştên ku divê bên kirin rêz kir û wiha got: “Pêwîst e hikûmeta demkî proseya destûra nû ji nû ve di ber çav re derbas bike û bike destûreke adil ku mafên hemû mezheban misoger bike. Divê daxwazên koçberan ên ji bo vegera bi ewle, bên bicîhanîn.”