‘Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rabirdûyê re hevrûbûyîn divê’
Xizmên Windayan di çalakiya xwe a vê hefteyê de diyarkirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê destpêkê hewcedarî bi rabirdûyê re rûbirûmayînê heye û daxwaza xwe ya edaletê nû kirin.

Navenda Nûçeyan – Şaxa İHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 844'yemîn de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluya navçeya Rezanê kom bûn û çalakiya bi dirûşma "Windayan bibînin, faîlan derxin pêşberî edaletê" li dar xistin.
Di çalakiya ku Xizmên Windayan pankarta wêneyên windayan vekirin, aqûbeta Ali Îhsan Dagli yê ku di 14 Nîsana 1995’an de li Farqînê di bin çavan de hate windakirin pirsîn. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Amedê ya ÎHD Ercan Yilmaz têkoşîna Dayîkên Şemiyê ku ev bi salane didome bibîr xist.
Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz daxuyanî da. Ercan Yilmaz diyar kir ku nêzî heft mehan e ku nîqaşên çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalog û muzakereyê tên kirin û got:” Ev hêviyê dide me. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê destpêkê hewcedarî bi rabirdûyê re rûbirûmayînê heye. Gere dewlet komisyona edalet û bi rabirduyê re rûbirûmayinê ava bike.”
Parêzer Berfîn Elçî, çîroka Ali Îhsan Dagli xwend. Berfîn Elçî diyar kir ku Dagli fi 14 Nîsana 1995'an de tê binçavkirin û piştre tê wendakirin û got: “Li gor nûçeya rojnameya Evrenselê ya di 11'ê Cotmeha 1997 an de Malbat ji ber ku serî li ÎHDê dide hêzên dewletê di ser gund de digirin û li hember malbatê tundiyê bikar tînin. Dîsa di heman nûçeyê de wêneya Ali İhsan Dagli ya ku dema dibin çavan de bûye tê parvekirin û bi vî awayî binçavkirina wî tê belgekirin. Di wêneyê de dixuyê ku deste Ali İhsan Dagli pêçayî ye. Malbat di 16'ê Cotmeha 1997'an de bi vê wêneyê serî li şaxa ÎHDê ya Amedê dide.
Berfîn Elçî diyarkir ku malbatê serî li hemû mekanîzmayên hiqûqê daye lê tu encam negirtiye û got: Doz biriye Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (AİHM) û AİHM’ê Tirkiye mehkûm kiriye. Divê akubeta windayan bê aşkerekirin û kujer bên darizandin.