6 jinên Kurd ên ku di dawetê de govend gerandin hatin binçavkirin

6 jinên ciwan ku li Sêrtê di dawetekê de govendê digerînin, piştî li ser hesabên medyaya dîjîtal ên nijadperest hedef hatin nîşandan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li ser parvekirina dîmenên di daweteke li navçeya Misirc a Sêrtê hatin kişandin û li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin de 6 jinên ciwan hatin binçavkirin.

Piştî ku dîmen li ser hesabên nijadperest hatin parvekirin li Êlih û Sêrtê bi ser malan de hate girtin. 6 jinên ciwan ên di dîmenan de cih digirin hatin binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê. Walîtiyê îdia kir ku ciwanan “propagandaya rêxistinê” kirine.