5’emîn Festîvala Şehîd Zîlan bi dawî bû
5’emîn Festîvala Şehîd Zîlan a du roj in li Hesekê tê lidar xistin bi dawî bû.

Hesekê – Bi boneya salvegera 29’emîn a çalakiya Zîlanê, 5’emîn Festîvala Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) li Hesekê hat lidar xistin. Festîval di roja xwe ya duyemîn de bi çalakiyên hunerî dawî bû.
Roja duyemîn a festîvalê li Hola Serdem hat lidar xistin. Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Rêvberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj Şehîd Zîlan bibîr anî. Bêrîtan Roj anî ziman ku Zîlan bi çalakiya xwe komplogeran vala derxistiye û îro jî bi hezaran li ser şopa wê dimeşin.
‘Em xwediyê mîrasekî têkoşînê ne’
Paşê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî. Rihan Loqo da zanîn ku 30’ê Hezîranê roja tekoşîn û berxwedaniyê ye û wiha got: “Di vê rojê de Şehîd Zîlan dîroka jinan zindî kir. Ji sala 1996’an de heya roja îro bê navber tekoşîn di hemû qadên jiyanê de dewam dike, dema îro em Şehîd Zîlan bibîr tînin em dîrok û têkoşîna xwe zindî dikin. Şehîd Zîlan nimûneya jiyana azad, civaka azad û îradeya azad di nava jin û gelan de da avakirin. Di demekê de ku hêzên desthilatdar dixwestin me di dîrokê de tune bikin, şehîd Zîlan çalakiya xwe ya fedaî pêk anî û peyam da ku heya jinek kurd li ser ruyê erdê hebe wê kes nikaribe me tune û qir bike. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe hişt ku jin di roja me ya îro de bibin yek û bi azadî jiyan bikin. Em xwedî mîrasekî tekoşîna azadiyê ne, xwediyê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ne lewma tevahî cîhan behsa têkoşîna dîrokî ya tevgera me dike û em bi vê yekê serbilind in.”
Bernameyê Hunerî bi pêşkêşkirina Stranên hunerî ji aliyê Koma Gele Stêrk ya Hîlala Zêrîn dest pê kir, her wiha bi helbest û stranên gelerî ji aliyê hunermen û helbestvanên jin dewam kir.
Piştî lîstoka pêşbirkê sinvzyon li ser jiyana Şehîd Zîlan hat pêşkêşkirin.
Festîvala Şehîd Zîlan di roja xwe ya duyemîn a dawî bi pêşkêşkirina Stranên li ser Şehîd Zîlan bi dawî bû.