3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan û di girtîgehê ma: Hê jî ji bo aştiyê têdikoşe
Meryem Soylu ya ku sê zarokên wê di refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dan, bi salan di girtîgehê de ma, kêfxweşiya xwe ya ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û got: “Li dijî van êşan hêviya ji bo aştiyê min li piyan digre.”

MEDÎNE MAMEDOĞLU
Amed – Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi navbeynkariya heyeta Îmraliyê di 27’ê Sibatê de bi navê "Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk” hat kirin, di rojevê de cihê xwe digre. Piştî bangê di pêşengiya DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk de hevdîtin gel didomin. Dayikên ku ji ber şer bedelên giran dane jî derî bi derî digerin û li ser bangê diaxivin.
Ji keça xwe xatir nexwest
Meryem Soylu ya 70 salî ku ji bo aştiya bi rûmet bi salan e têdikoşe, ji ber ku beşdarî merasîmên cenaze û şînan bûye, bi tevahî 10 salan di girtîgehê de ma. Meryem Soylu tevî nexweşiyan û temenê xwe yê mezin jî piştî tehliye bû xebatên xwe domand. Ji dozeke din a dihat darizandin de bi îdiaya “endamtiya rexistinê” 6 sal û 3 meh ceza girt. Meryem Soylu ya ku demek hem bi keça xwe, hem jî neviya xwe re girtî ma. Sê zarokên wê di dem û dîrokên cuda de tevlî PKK’ê bûn û tenê cenazeyê keça wê li axa lê ji dayik bûye hat definkirin. Meryem Soylu ji ber ku di girtîgehê de bû, cara dawî keça xwe nedît û bi salan e li cenazeyên du kurên xwe digere.
‘Em naxwazin tu ciwan bimre’
Meryem Soylu ya ku tevî êşên kişandine jî têkoşîna ji bo aştiyê didomîne wiha dibêje: “Ez dixwazim gelê Kurd di nava yekitiyê de destekê bide vê pêvajoyê. Ez dizanim ku dê ev pêvajo bi aştiyê bi encam bibe. Çi dibe bila bibe, em ê daxwaza ji bo aştiyê bidomînin. Em dayik destekê didin pêvajoya aştiyê. Ev pêvajo ji aliyekî ve me xemgîn dike, ji aliyekî ve jî bextewar bike. Vî gelî bedelên mezin daye lê em hê jî têkoşîna xwe didomînin. Me her dem got aştî lê wan di bin navê aştiyê de bi hezaran mirovan kuştin. Em naxwazin tu ciwan bimre û gel xemgîn bibe.”
‘Aştî bi aliyekî tenê çênabe’
Meryem Soylu xwest dewlet di demek zû de bersiva banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide û wiha domand: “Aliyê din dema li ser vê bangê diaxive dibêje ‘dê şehîd çêbibin.’ Gelo qey qet şehîdên me tune ne, me bedel nedane? Me di vî riyê de, di vê pêvajoyê de zarokên xwe yên hêja winda kir. Bi vî awayî, bi aliyek bi tenê aştî nabe. Me hê hestiyên zarokên xwe jî nedîtiye. Divê her kes vê baş bizanibe. Şer çiqas bidome dê rojek bi dawî bibe. Ez dixwazim dewlet bersivê bide vê bangê û gavan bavêje. Şer çiqas bidome jî di dawiyê de neçar in li ser maseyê rûnên. Divê dewlet li gorî banga hatiye kirin tevbigere û gavan bavêje. Divê dest ji polîtîkayên şer berde. Ger hem li vir hem jî li Rojava êrîş bidomin dê tu wateya vê agirbestê nemîne. Divê aştî ji du aliyan be û çek bisekinin.”
‘Em ê ji her kesê re behsa bangê bikin’
Meryem Soylu got ku tevî zoriyên jiyanê û êşên ku kişandine jî hebûna aştiyê û gel hêviyê didinê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em di girtîgehê de man, zarokên me jiyana xwe ji dest da lê tevî vê jî me her dem got ‘aştî.’ Me got bila bila mirov neyên kuştin, xwîn nerije. Divê destê ku ji bo aştiyê dirêj bûye were girtin û vê carê jî pêvajo bi êrîş û komkujiyan bi dawî nebe. Birêz Ocalan gelek caran banga ji bo aştiyê dubare kir lê her dem bi êrîşan bersiv dan. Divê ew jî êdî gavên bi mantiq bavêjin. Ger bedel be herî zêde me daye. Dawiya vî şerî tune ye. Ev bang ji bo hemû gelan derfeteke mezin e. Divê gel di vê pêvajoyê de bibin yek. Dema ku gel bibe yek dê pêvajo baş bi encam bibe. Em hemû vê bizanibin û li gorî wê gav bavêjin. Em ê ji hemû civakê û gel re behsa vê bangê bikin.”