Nasnameya 20 jinên ku di xwepêşandanên li Îranê de hatin kuştin tesbît bû

Li gorî raporan, nasnameya gelek jinên ku di xwepêşandanên li Îranê de hatine kuştin hat tesbîtkirin. Hinek dezgehên medyayê ragihandin ku di xwepêşandanan de herî kêm 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Tevî ku ji ber qutbûna înternetê, daneyên rast ên têkildarî hejmara kesên di xwepêşandanan de jiyan xwe ji dest dane nayên bidestxistin jî çavkaniyên mafên mirovan ragihandin ku nasnameya hinek jinên ku di encama gulebarana rasterast a hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest dane hatiye tesbîtkirin.

Hinek dezgehên medyayê ragihandin ku di xwepêşandanan de herî kêm 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û dîmenên hatine weşandin vê yekê piştrast dikin. Li gorî raporan, piraniya wan kesan di rojên 8-9’ê Çileyê de dema qutbûna înternetê ya tevahî bi gulebarana rasterast a hêzên ewlehiyê hatine kuştin.

Dayîka du zarokan bi guleyên ku li ser û stuyê wê ketin jiyana xwe ji dest da

Di êvara 8’ê Çileyê de li navçeya Sadiqiya ya Tehranê Nesîm Puragayî ya dayika du zarokan, ji ser û stûyê xwe hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da. Heman rojê, Mobîna Beheştî ya 21 salî jî di xwepêşandanên li Gorganê de bi guleyên hêzên ewlehiyê hat qetilkirin û cenazeyê wê di 10’ê Çileyê de radestî malbata wê hat kirin.

Her wiha 8’ê Çileyê gelek jin di xwepêşandanên li Tehran û bajarên din de bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê hatin qetilkirin. Nazli Canperwer a 27 salî ya ji Bejnûrdê, Parnia Shad Bejerkenarî ya 23 salî ji Reşdê, Setayîş Şafiî ya 20 salî, welatiya Kurd Zehra Muradî ya ji Bûkanê, hemşîre û dayika du zarokan Mensûr Heyderî û hevjînê wê Behrus Mansûrî yên ji Buşehrê, xwendekara zanîngehê Aîda Heyderî ya 21 salî û welatiya Kurd Gelale Mehmûdî Azer a ji Mahabadê jî hatin qetilkirin. Her wiha, xwişka Parnia Shad Becerkenari jî ji dilê xwe birîndar bû.

Bi zanebûn hatin hedefgirtin

Heman şevê li Kerajê hemşîreya Nexweşxaneya Aram Seemin Restemî ya 42 salî, dema ku hewl dida alîkariya jinek din bike, ji pişta xwe ve hat gulebarankirin û hat qetilkirin. Di 8’ê Çileyê de li Tehranê jina ciwan Şebnem Ferdosî di xwepêşandanan de hat qetilkirin. Heman rojê Arzu Madanî û hevjînê wê lîstikvanê berê yê futbolê Mojtaba Terşîzez, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin qetilkirin. Her wiha xwendekara zanîngehê Zehra Behlulipur a 19 salî, heman rojê li Qada Fatemiyê ya Tehranê bi guleyên hêzên ewlehiyê hate qetilkirin.

Li her derê rastî guleyan hatin

Êvara 9’ê Çileyê, li Kerajê karmenda Ewlekariya Civakî ya teqawîdbûyî Zehra Benî Ameryan, hevjînê wê Bijan Mostafawî û kurê wê Daniyal 19 salî, di wesayîda xwe ya taybet de bi guleyên hêzên ewlehiyê hatin qetilkirin. Di heman rojê de Samana Mirzayî ya 30 salî ya li Tehranê, Zohre Fazilî ya 38 salî ya li Buşehrê û Saba Rashtian a 23 salî ya li Îsfahanê di xwepêşandanan de hatin qetilkirin. Her wiha şampiyona avjeniyê ya neteweyî Arnika Dabbag a 15 salî jî di serhildana neteweyî ya 9’ê Çileyê de bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da.

10’ê Çileyê Negîn Ghadimî ya 28 salî ya ji Şahsawarê di xwepêşandanên li bajêr de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat gulebarankirin û di hembêza bavê xwe de jiyana xwe ji dest da.