Xwepêşandanên Îranê di roja 21’an de ye: Îşkence û komkujiyên li kolanan
Di xwepêşandanên li Îranê ku ket roja 21’an de, îşkence, qetilkirin, windakirin û girtinên girseyî didome. Li gelek bajaran hêzên ewlehiyê rasterast gule li gel direşînin.
Navenda Nûçeyan- Xwepêşandanên seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ket roja xwe ya 21’an, bi temamî qutkirina îneternetê ya ji aliyê rejîma Îranê ve jî ket roja xwe ya 11’an. Ji aliyê rayedaran ve qutbûna înternetê wek tedbîrên ewlehiyê tê pêşkêşkirin, li gorî parêzvanên mafê mirovan jî, astengkirina belavbûna rastiyan û pêşîgirtina hilweşîna gotinên fermî hildigre.
Qutkirina înternetê, polîtîkayên dewletê yên serdegirtinê kiriye amûrek bingehîn, zexta li hemberî xwepêşanderan, gihîştiye qonaxek vekirî, belav û mirinê. Belavbûna li bajarên cûda derketin, ancax bi raporên wek hev tên, zêdebûna hejmara mirî, birîndar û binçavkirinan, îşaret bi avakirina qadek tirsa belav û bi awayekê zêde bicihbûna hêzên ewlehiyê û guleberdana rasterast a sivîlan dike.
Li Rojhilat mirinên di binçav de
Li Rojhilat zexta li hembarî xwepêşanderan, tenê bi kolanan re ne sînordar e, li navendên binçavkirinê bi awayek kuştinê didome. Parvekirinên di medyaya dijîtal de û li gorî çavkaniyên xwecihî, di dema xwepêşandanên Gilan-e Gharb de jina Kurd Delaram Kazemî ku ji aliyê Îstixbarata Muhafizên Şoreşa Îranê hate binçavkirin, di encama îşkenceya giran a di binçav de lê rastî hatîye, mir.
Delaram Kazemî, di rojên destpêkê yên xwepêşandanan de hatibû binçavkirin û piştî sê rojan hatibû berdan. Lê belê hefteya borî li bajêr dîsa di dema xwepêşandanên destpê kirî de cara duyem hat binçavkirin. Li gorî çavkaniyan, ji herdu destên wê û di movikê piştê de şikestin çêbû. Delaram Kazemî ya dayîka du zarokan bû, debara malbata xwe pêk dianî. Delaram, di 7’ê Çileyê de li Kirmanşanê jiyana xwe ji dest da.
Hate diyarkirin ku di bûyerek din de jî, jinek Kurd a ji Seqizê ku li Bijarê dijiya, di xwepêşandanên dawî de hat binçavkirin û di encama îşkenceya giran de jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer fikarên derbarê tepisandina xwepêşandanan a bi îşkenceyan, belavkirina gel, wek amûrek sîstematîk bikar tîne.
Girtiyên winda û aqûbeta wan nayê zanîn
Li gorî Kurdistan Human Rights Networkê li Merîwanê, aktivîstek sivîl û girtiya siyasî ya berê, di 14’ê Çileyêde hate binçavkirin û piştre ew birine cihek ne diyar. Her wiha endama Lineya Rêveberiya Konseya Koordînasyona Sendîkayên Mamostayan û sekretere komeleya Sendîkayên Mamostayên Harsîn, ji 8’ê Çileyê heta niha nayê zanîn li ku ye. Nûnera sendîkayê ya mijara nûçeyê berê jî ji ber xebatên sendîkayî bi caran hatibû binçavkirin.
Kirmanşan: Bajarek bûye yekpare
Di hefteya sêyem a xwepêşandanan de, Kirmanşan û bi giştî herêma Rojhilat, nasnameya Kurd ku di erdnîgariyek ku hatiye ewlekarîkirin de, bûye navendek vekirî ya dewletê. Li gorî raporên xwecihî, li xalên cûda yên bajar hejmarek zêde ya xwepêşandêran, di encama mudaxeleya hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên hatine diyarkirin, li xaçerêya Taqbostan 7, xaçerêya Zafer 3, li taxa Maskan û Abadanî 5 û taxa welayetê 3, meydana azadî 6 û xaçerêya Şadedê 4 kes hatin kuştin. Ev hejmar tedbîrên giran ên ewlehiyê, gefên beramberî malbatan û ji ber astengkirina xwegihandina medyaya serbixwe tenê tabloyek sînordar nîşan dide.
Rojên Înê yên Zahedan: Berxwedana domdarî qezenc kiriye
Di hefteya sêyem a xwepêşandanan de Zahedan, carek din bû navenda siyasî ya tabanê bilind. Li bajar rojên Înê, di rojên dawî de tenê ji rîtulek olî derket, bû qada derveyî fermiyetê ya berxwedana sivîl.
Heta xwepêşandanên ku bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ belavî giştî welat bûye, her roja Înê li Zahedan, bû platformek ku daxwazên azadiyê were dîtin. Dîmenên ku di 16’ê Çileyê de hatin weşadin, xwepêşandanên ku li derdora Mizgefta Makkî di bin tedbîrên ewlehiya bilind de pêkanîn derxist holê. Bi rojane leşker danîna bajêr, nîşan dide ku hikûmet kirîzê ne bi rêya siyasî, bi rêbazên bikaranîna hêzê didomîne.
Berê jî malpera nûçeyan a Rasanak, ragihand ku li Zahedanê di rojên dawî de herî kêm 550 kes hatine girtin.
Biewlekirina qada medyayê
Dema xwepêşandan didomin, saziyên medyayê yên girêdayî Muhafizên Şoreşê û televîzyona dewletê, vegotinek novendî ya ewlehiyê ji nûve hilberîn didome. Fermandarê Muhafizên Tahranê yê mezin, di televîzyona dewletê de axivî û wiha got: “Mirovên bê guneh ku hewl dane li bajar karên xwe bikin şehîd kirin.” Ev jî berovajî gotinên fermî, wek îtirafek ku sivîlên bê çek bi awayek belave tên qetilkirin tê nirxandin.
Daxuyaniya fermandarê polîsan ê eyaleta Gîlam a wek ‘50 pêşengên serhildêr hatine girtin’ jî li cihê ku sedema ne kêfxweşiyên civakê yên hikûmetê, krîmînalîzekirina xwepêşandanan didomîne. Rayedarên fermî hejmara binçavkirinan wek hezar û 500 ragihand, çavkaniyên mafên mirovan diyar dikin ku hejmara rast, ji 50 hezarî derbas kiriye.
Qutkitina înternetê
NetBlocks, ragihand ku qutbûna înterneta li Îranê, 180 saet derbas kiriye û di dema xwepêşandanên Mijdara 2019’an de dema qutbûna giştî pêk hatibû, derbas kiriye. NetBlocks, bi bîr xist ku mirinên ku di 2019’an de pêk hatin û girtin ancax bi girêdana înternetê re ji nûve hatinê re wê derkeve holê.
Fars News Agency ya girêdayî Muhafizên Şoreşê, di 14’ê Çileyê de diyar kir ku biryara dawî ya derbarê înternetê de wê di hefteyek an du hefteyan de bê dayîn. Hate diyarkirin ku di 17’ê Çileyê de, girêdana sînordar pêk anî. Lê belê beşek mezin a gihandinê bi saziyên girêdayî hikûmetê û beşên medyayê ve sînordar e.
Morg tije ne, hejmarên rast tên veşartin
Yekîneyên tiba edlî yên li Tahranê, ji ber zêdebûna mirinên ku di demên xwepêşandanan de wek wê nehatîn dîtin, krîzek cidî hatiye jiyîn. Rêxistinên mafên mirovan, di dîmenên hatin weşandin de, tenê di çend wêneyan de jî bi sedan cenaze were dîtin, hejmara rast a mirinan gelek ji daxuyaniyên fermî zêdetir e.
Dîmenên ku ji Dezfulê hatin parvekirin, nîşan dide ku hêzên ewlehiyê rasterast xwepêşanderan gulebaran kirine. Ev dîmen nîşan dide ku tundiya dewletê ya organîze, li seranserî welat belav bûye.