Li Xezayê pitikek ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da

Çavkaniyên tendirustiy, ragihandin ku li Zîvala Xezayê ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê pitikek 27 rojî jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan- Li Zîvala Xezayê mirina pitikek din rewşa xirab a mirovên koçber ku di şert û mercên zivistanê yên bi sir û seqem de di konan de dijîn nîşan dide û asta karesata mirovî ya roj bi roj kûrtir dibe radixe ber çavan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, îro ragihand ku li Xan Yûnisê pitika bi navê Ayşe el-Axa ya 27 rojî ji ber sermaya dijwar jiyana xwe ji dest daye.

Bi mirina pitika bi navê Ayşe el-Axa re, hejmara zarokên ku ji destpêka zivistanê ve li Zîvala Xezayê ji ber sermaya dijwar jiyana xwe ji dest dan bû 8. Ev rewş di hawirdora kêmbûna alîkariyê û kêmbûna amûrên germkirinê de diqewime.

Heman çavkaniyan, diyar kirin ku bûyer rewşa mirovî ya xeternak zarok û koçberên ku di konan de dijîn radixe ber çavan.