Çeteyên HTŞ’ê peymanê binpê kirin: Êrişî şervanên QSD'ê kirin
Komên çete yên HTŞ’ê li gundekî Reqayê û li bajarê Meskenê êrîşî şervanên QSD’ê yên ku di çarçoveya lihevkirinê de xwe ji bajarê Meskenê vedikişandin kirin. Her wiha Desteya Hundirîn a Kantona Tebqayê, li sê bajaran qedexeya derketina derve ragihand.
Navenda Nûçeyan – Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî şevê din ragihandibû ku wan li ser banga hêzên dost û navbeynkaran biryar daye ku hêzên xwe ji herêmên Dêr Hafir û Meskene vekişînin rojhilatê çemê Firatê. Mezlum Ebdî, diyar kiribû ku ewê serê sibehê (17 Çile) saet 07.00’an de dest bi vekişînê bikin.
Piştî vê biryarê hêzên QSD’ê dest bi vekişandina li Dêr Hafir û Meskene kirin. Lê hîn hêzan xwe bi temamî venekişandibû, komên çeteyan ên hikûmeta demkî êrîşî şervanên ku xwe vedikişandin kirin. Li ser vê yekê hêzên QSD’ê jî bersiv dan û pevçûn derketin. Di pevçûnan de şervanan derbeyên giran li çeteyan xistin.
Di dîmenên hatine kişandin de kêliyên pevçûnan û seyareyên çeteyan ên hatine rûxandin xuya dikin.
Her wiha Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên rêveriya demkî li herêma Dibsî Efan a rojavayê Reqayê li dijî şervanên wan êriş pêk aniye û di encamê de şehîd û birîndar çêbûne.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Piştî êrişa xayinane ya a komên rêveberiya demkî yên li ser nuqteyên me, li herêma Dibsî Efan a rojavayê Reqayê pevçûn derketin. Ev êriş binpêkirineke aşkera ya lihevkirinan e ku bi sponseriya hêzên navneteweyî çêbû.
Li gorî lihevkirinê, divê agirbest çêbibe û di nava 48 saetan de hêzên me ji bajarên Dêr Hafir û Meskeneyê vekişin. Lê beriya ku vekişîna hêzên me temam bibe, hikumeta Şamê konvoyên leşkerî, çekên giran û tank derbasî bajaran kirin û êrişî şervanên me kirin. Di encamê de hejmarek şervanên me şehîd bûn.
Em diyar dikin aliyên ku lihevkirin binpê kirine û xayintî li hêzên me kirine berpirsên vê rageşiyê ne. Her wiha em hêzên navneteweyî yên sponser wekî berpirsên vê rûdanê dibînin. Em bang li wan dikin ku destwerdanê bikin, binpêkirinan rawestînin û rê nedin ku rewş aloztir bibe."
Li sê bajaran qedexeya derketina derve
Piştî van êrîşan, Desteya Hundirîn a Kantona Tebqayê, bi biryarekê qedexeya giştî ya derketina derve li Tebqa, Mensûra, Cirniye ragihand.
Di biryarê de hatiye gotin, biryara qedexeya derketina derve ji bo parastina ewlehiya van herêman hatiye dayîn. Her wiha bang li welatiyan hat kirin ku ji bo parastina ewlehiya civakî bi aliyên têkildar re bibin alîkar.