175 welatên cîhanê piştgirî dan biryara NY’ê ya li dijî tundiya li ser jin û keçan

Komîteya 3. a Civîna Giştî ya NY’ê biryara zêdekirina hewldanên ji bo pêşîlêgirtin û bidawîkirina hemû cureyên tundiya li dijî jin û keçan bi 175 dengî pejirand. Tenê Somaliyê got ‘Na’.

Navenda Nûçeyan - Di civîna 17’ê Mijdarê de, Komîteya Sêyem a Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), pêşnûmeya biryara li dijî tundiya li ser jin û keçan bi 175 dengên ‘erê’, yek dengê ‘na’ û şeş dengên ‘bêalî’ pejirand.

Li gorî daneyên dengdanê, Emerîkayê (DYA), Rûsya, Arjantîn, Belarus, Burkina Faso û Kamerûnê dengê xwe yê bêalî bikar anîn. Somalî jî tekane welat bû ku li dijî biryarê deng da.

Biryara ku bi pêşengiya Fransa û Brîtanyayê hat amadekirin, bang li dewletan dike ku ji bo pêşîlêgirtina hemû cureyên tundî, gefxwarin û êrîşên li dijî jin û keçan, tedbîrên berfireh bigirin. Her wiha ban dikin ku yasa û polîtîkayên parastinê xurt bikin.

Tundiya dîjîtal jî di nav biryarê de cih digire

Di biryarê de bal kişandin ser tundiya li ser jinan a di cîhana dîjîtal de. NY bang li dewletan dike ku li dijî tacîza serhêl, şermezarkirin, gefxwarin û gotinên nefretê yên li dijî jin û keçan, tedbîrên yasayî bigirin.

Li gorî rapora Sekreterê Giştî yê NY’yê ya Tebaxa 2026’an, di sala 2024’an de nêzî 50 hezar jin û keç ji aliyê hevjînên xwe an endamên malbatê ve hatine kuştin.

Rapora NY’yê her wiha hişyarî dide ku teknolojîya dîjîtal jî bûye amûreke nû ya kontrolkirin û şopandina jinan. Bikaranîna GPS, bernameyên çavdêriyê û amûrên şopandinê dikare tundiya li ser jinan ji cîhana rastîn bigihîne cîhana dîjîtal.

Divê di Kanûna 2026’an de bi awayek fermî bê erêkirin  

Di danûstandinên amadekirina biryarê de, hin dewletan, li hember gotinên têkildarî tenduristiya zayendî û hilbijartina zayendî ya jinan nerazîbûna xwe nîşan dan. Emrîkayê diyar kir ku di metna biryarê de hin gotinên têkildarî tenduristiya zayendî û kurtkirina ducaniyê cih digirin ku ew pê razî nîne. Rûsya û hin welatên din jî pêşniyarên guherandina metnê pêşkêş kirin. Lê ev pêşniyar nehatin pejirandin.

Rêxistinên mafên mirovan jî hişyarî dabûn ku guherandinên pêşniyarkirî dikarin mafên jinan û standardên navneteweyî yên parastina wan, lawaz bikin.

Biryara Komîteya Sêyem hêj nehatiye qonaxa dawî. Divê di Kanûna 2026’an de ji aliyê Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve bi awayekî fermî bê pejirandin.

Ev biryar çima girîng e?

Pejirandina vê biryarê nîşan dide ku tundiya li ser jinan tenê bi tundiya laşî û zayendî sînordar nabe. Tacîza dîjîtal, şopandin, gefxwarin û kuştinên li ser bingeha zayendî jî, di nav pirsgirêkên sereke yên mafên jinan de ne.

Biryara NY’yê di heman demê de nîqaşên navneteweyî yên li ser parastina mafên jinan, azadiya wan a laşî û mafên tenduristiya zayendî dide pêş.