10'emîn Pakêta Darazê hate qebûlkirin
10'emîn Pakêta Darazê ku ji aliyê DEM Partî û partiyên muxalîf ve hat rexnekirin, di Lijneya Giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin. 8 xal, bi peymana di navbera partiyan de ji metnê hatin derxistin.

Navenda Nûçeyan – Pêşniyarqanûna der barê Qanûna Înfaza Ceza û Tedbîrên Ewlehiyê ku wekî 10'emîn Pakêta Darazê ji raya giştî re tê zanîn li Meclîsa Neteweyî ya Mezin hat qebûlkirin. Xala 12, 14, 15, 16, 17, 23, 24 û 25 ku di pêşniyarpirsa 30 madeyan de cih girtibûn hatin rakirin.
Li gorî sererastkirina nû, sînorê jêrîn û jorîn ê cezayê girtîgehê yê li hemberî kesên sûc kirine, bi zanebûn mirov birîndar kirine, bi giranî birîndar kirin û sûcê gefxwarinê kirine, hate zêdekirin. Mînak, sînorê jêrîn ê sûcê birîndarkirineke biçûk ji 4 mehan bû 6 meh, ji birîndariay giran jî sînorê jêrîn ê ceza ji 3 salan bû 4 sal.
Sînorê jêrîn ê sûcê ajortina wesayitê bi bandora alkol an jî narkotîkê ji 3 mehan bû 6 meh.
Sînorê înfaza ceza ya bi şev û dawiya hefteyê hate zêdekirin. Dema înfaza ceza ya li malê ji bo jinan, extiyaran û zarokan hate berfirehkirin. Hikumxwarên di ser 80 salî re wê cezayê girtîgehê yê heta 6 salan karibin li mala xwe derbas bikin.
Mehkûmên bi nexweşiya giran an jî astengdar, eger bê tespîtkirin ku nikare jiyana xwe li girtîgehê dewam bikin wê karibin ceza li malê bikişînin. Lê belê ev hikum ji bo mehkûmên ku cezayê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birîn derbas nabe.
Bi rexneyên muxalefetê re sererastkirinên têkildarî sansura înternetê, girtiyên zarok û xalên li ser zêdekirina ceza ya birîna rê di trafîkê de ji paketê hatin derxistin.