‘Starên Azadiyê’ çîrokên bûne dîrok vedibêje
Bernameya ‘Starên Azadiyê’ çîrokên lehengên ku bi têkoşîna xwe dîrokek li pey xwe hiştine vedibêje. ‘Starên Azadiyê’ mîrasa ku îro ji cîhan û jinan re bûye sirûşt û best, derdixe ser ekranê.
JÎN EVÎNDAR
Dema ku min dest bi nivîsandina danasîn û serpêhatiya bernameya bi navê "Starên Azadiyê" dikir, gotina civaka Farsiyan ya ku dibêje "Bihîstin, kengî dibe weke dîtinê" ket hişê min. Di bingehê wê gotina pêşiyan de rastî, zanebûn, hîskirin, fêmkirin û watedayînên ji êş û azarên demên derbasbûyî yekser dikevê nava ramanên me yên dîroknasiyê. Ji ber ku di hin gotin, çîrok, wêje û dengbêjiyan de mirov wan kêliyên dîroka bi jan, şer, ferman, radestnebûna jinan, berxwedan û rûmeta civakan hîn behtir di xeyalên xwe de diafirîne û şênber dike.
Di encamê de bi sedan sal di ser wan dem û dewranan re derbas bûye. Bê ku mirov wan bûyer û berxwedaniyan bijî, dikare pênaseyek rast û têrker lê bar bike. Pir roman, çîrok, awaz, film û belgesel jî bi hûnandina wan kêliyan hatin pêşxistin. Zimanê hemû wêjevanan û nivîskaran weke belgeyekê şênber ji nifşên roja îro re hatine hiştin. Lê hîn jî weke dîtin, naskirin, parvekirin û destdanên bi hev re nabe. Dema ku me dest bi xebata “Starên Azadiyê” kir, di her kêliyê de bi meraqek mezin, bi empatiya hest û ramanan, afirandina cih û waran, xeyalkirina şer û şerkeriya wan jinên şoreşger û lêheng re me jiyan kir. Ew bi vegotina xwe bingehê Arteşa Staran dikin û em jî bi gûhdarkirin û temaşekirina xwe nasîna mîrasê mîmarên pêşiyên xwe dikin. Mîrasa ku îro ji cîhan û jinan re bûye sirûşt û best.
Ger wan lêheng û şoregeran di 50’i salên şoreşa azadiyê de ewqas xweşî, zor û zehmetî, astengî û hevaltî, serkeftin û berxwedan jiyan kiribin, me jî bi wan re hin kêlî û hestên ku naşibê tu peyv û gotinan dijiya. Ji ber ku me wan bi awayekî zindî guhdar dikir û didît. Wan şoreşgeran bi bîranîna lêheng û vegotina dîroka Staran em dixistin nava hinek pirsên ku di jiyan û hevrêtiya me de şopên xwe hiştine. Ji bo wê jî pir caran di gûftogo û parvekirinên jiyanê de, me digot her kêliyêk şansekê ji rûpelên dîrokê ye. Dibû vegûhezandina hiş, bîrê û ji bo hizirandina me ya li ser dîrokê. Pirsa sinca jiyan û hevretiya şoreşê bû. Ji bo me penaseya zimanê dil û hestên xwe kirin, pir caran dişibiya xwe avetina bext û zemîrê peyv û hevokan.
Di şikefta çavên wan mêvanên biriqoq de, me jî teyisandina wan kêliyên zindî êş û şerên ku nehatinê jibîrkirin dîdit.
Dibejin pirs, pirsan diwelidînê. Hêlîna wan pirsan hemû jî, ji hiş û hestên mirov bi xwe zêde dibe. Em niha navbera wan pirsan bidin û dest bi naskirina bernameya Starên Azadiyê û wêlidandina hestên wê bikin.
Bi şewq û asoya Rojê re, em ê dest bidin germahiya tîrêjên rojê. Em ê weke çem û rûbarên welat biherikin ser singa niştiman û bibin gûhdarên bûne şahid ji dîrokê re.
2019’an de ekîb hat gel hev
Di payîza sala 2019'an de, ekîba me ji bo kişandin û belgekirina pêşengen artêşa jinê hat gel hev. Dibe ku weke gotin pir balkêş ji mirov re jî neye lê belê, di wan deman de şer û berxwedaniyêk pir dijwar li çiyayên Kurdistanê, li ser xaka şehîdên Rojava û girtigehan dihat meşandin. Bi dehan nûner û kadroyên tevgera azadiyê ji bo pergala tecrît û îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji holê were rakirin canê xwe dikirin mertal. Ji girtigêhan agahiyên pakrewanan dihat. Salêk bi hemû roj û demjimêrên xwe zor û zehmet ewqas jî bi berxwedan û serkeftî bû. Di encama berxwedaniya wan lêheng û têkoşeran da parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan piştî çend salan çûn girava Îmraliyê.
Di demek wiha bi hemû hestên dijwar û watedar de rêxistinkirina yekîneyek wiha bi serê xwe cihê rêzgirtin û serfiraziyê ye. Ji bo xebatêk wiha ezmûn û kelecanek mezin pêwîst dikir lê em ne xwedî ezmûnên teknikî û ne jî naskirinêk kûr ya dîroka arteşa jinê de bûn. Ji bo me bi xwe jî ev xebat dibû îmtîhan, xwe zanîn û cihê hêza xwe naskirinê. Ji ber ku ne diyar bû di vî xebatî de çi bûyer, rê û hestên bi çî rengî derkeve pêşberî me. Weke tê zanîn gavên despêkê berhevkirina arşîv, lêkolînên wan serdemên despekê, naskirin û peydakirina wan şahidên zindî yên dîrokî bûn. Ev yek bi alîkariya Rêveberiya tevgera jinê û hinek saziyên tevgera azadiyê re rêk û pêk bipêş diket. Em bi xwe jî weke her rêhevalêk xwe yê li ser şopa heqîqetê têdikoşiyan û digeriyan, diketin ser xaçirêyên wan çiya û deştan. Kamerayên me her tim li pişta me, lênûs û penûsa ku dibû ziman ji dem û waran re her tim girfanên me de bûn. Bi kûrtasî tûrikê bîranîn û nasînan her tim bi me re dibû heval.
Bi sedan lêheng, pêşeng û têkoşerên doza Kurd
Di nava wan sal û demsalên derbasbûyî de me bi sedan lêheng, pêşeng û têkoşerên doza Kurd nas dikir. Her şoreşgerek ji bo me şansek û diyariyek bû ji dîrokê. Me ne bi tenê ew şoreşger nas dikirin, di heman de kêliyên dîroka zindî ya derbasbûyî jî, ji wan şahidên dîroka zindî gûhdar dikir. Bi wan re em dibûn rêwî û diketin nava xaçirekên çiya. Carna li Cûdiyê Mirada bêhn vedida, carna li Gabarê dimeşiyan, li Serhedan ji serma diricifiyan, li Dêrsimê bi xweşikbûna xweza re mest dibûn û carna jî li qada Filîstin û Lubnanê şagirtiya şoreşê dikir.
Hind caran jî bi agahî û zanyariyên nû yên wan pakrewanan dibhîst. Bi bihîstina wan zanyariyan belgekirina dîroka rast bi kêlecan û coş dibûn... Ji ber ku hîn nedihat zanîn wê Fermandara navdar Ayşe an ku bi navê rast Şemsiye Bîrcan Yildiz yekem şoreşgera ku xwestibû romana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan binvîsê ye. Dibe ku Bêrîtan Gûlnaz Karataş jî ji wê lêhengê wêrekî û îlham girtibe. Her wiha hîn pir kesan nebihîstibû jina şoreşger Leyla-Sultan Yawûz yekêm pêşenga jin bû ku di nava civaka Rojhilat de xebatên rêxistinkirinê dida meşandin. Zanyariyek din bû ku ji bo wan guhdar û kedkaran cara yekem dîtina wêneyêk Delal ango Saîmê Aşkin yê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re. Dema ku li şoreşger Rojîn Munzur guhdar dikirin hevaltiya Rêberê Gelê Kurd û Delal-Saîme Aşkin hîn bêhtir bi hûrguliyan nas dikirin. Ji ber ku piştî çûyîna şoreşger Delal ya çiya, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nameyêk berfirêh ji wê re dişînê.
Xalêk din hebû hîn balkeştir bû. Ji ber ku me hemûyan dizanî ku di salên destpêka 1990'an de, Bêrîvan-Binevş Agal û Hacer-Behiyê Yasît weke ji baweriya civaka Êzîdî beşdarî tevgera azadiyê bûnê. Lê ev yek bi lêkolîn û naskirinan hat zelalkirin ku Dilovan-Mahmudiyê Ucî jî yek jî ji wan kesan e ku bi baweriya Êzdatî beşdarî tevgera azadiyê bûye. Her wiha bi naskirina jin û pêşenga civaka Çerkez Rûken-Afîtap Demîrer jî reng û çîrokek hîn dewlemendtir û coştir bû.
Mirov her ku xelekek temaşe dike, gotinên ku li jor hatinê nivîsandin çiqas kêm mayê yekser fêm dike. Ji bo me serxistina vî xebatî serxistina rûmet û têkoşînê bû. Pir caran em dibûn şahidê hêstrên çavên xwişk, bira û hevalan. Tevî wan hêstrên çavên şoreşgeran me ji bo xwe efsûna hundirê hestên wan şoreşgeran û xwerûbûna wan hîs dikir.
Dibe ku hîn pir tişt pêwîst e ku were ser ziman ji bo bernameya Starên Azadiyê. Lê, em ê niha di vir de navberê bidin û xelekên pêşiya xwe temaşê bikin. Hûn jî ji bo bibin yek jî şahidên dîroka Staran û qasidên mizgîniya wan zanyarî û hestan, roja çarşemê di demjimêr 17:00’en de li ser ekranên JIN TV’yê li "STARÊN AZADIYÊ" temaşe bikin.