Zeyne Rîf bi ezma xwe hînê karê ku hez dikir bû

Azweriya Zeyne Rîf a ji bo tesîsatê û hezkirina wê ya ji bo kar, bû sedem ku navê wê ji aliyê her kesê ve were bihîstin. Zeyne karê ku weke yê mêran tê dîtin dike û gelek muşteriyên wê çêbûne.

ÎMAN SEMÎR ELÎ

Misir – Jina ciwan Zeyne Rîf li gundewarê Misira jor dijî, azweriya wê ya ji bo tesîsatê û hezkirina wê ya ji bo kar, wisa kir ku navê wê ji aliyê her kesê ve were bihîstin. Ji ber ew pîşeya ku gelemperî mêr dikin bi hostahiyek mezin dike. Derdora wê hem di nava meraqê de ne, hem jî bi şaşwazî dipirsin dibêjin; ‘keçek bi destên xwe yên nerm, çawa dikare karekî wisa zor bike?’

Zeyne Rîf 29 salî ye û dibistana navîn temam kiriye. Bavê wê beriya 21 salan wefat kiriye, berpirsyariya malbatê girtiye ser milên xwe. Xeyala wê ew e ku firoşgehek biçûk veke û debara xwe bike, bi malbata xwe re bibe alîkar.

Çîroka wê, dema ku di facebookêê de îlana ku saziyeke civaka sivîl a wê perwerdeya tesîsatê bide keçan dibîne destpê dike. Serlêdan dike û serlêdana wê tê erêkirin.

Di demek kin de daxwazên kar jê re hatin

Zeyne Rîf piştî 23 rojan, beşdarî perwerdeya tesîsatê bû. Piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî temam kir, komeleyê wêneyê wê di malpera facebookê de parve kir û ji yên dixwazin bixebitin wê serlêdan bigrin. Zeyne Rîf jî ji bo nasandina xwe û karê xwe malperek ji bo xwe vekir. Di demek kin de daxwazên kar jê re hatin. Êdî diçû malan, saziyan û hemû kesên ku pêwistiya wan bi hostayê tesîsatê hebûn û dest bi pêkanîna pîşeya xwe kir. Bi demê re bi taybetî di navbera muşteriyên jin de bawerî qezenc kir û her dem kar jê re derket. 

Tevî zoriyan, ezma wê serkeftin anî

Zeyne Rîf, diyar kir ku bi taybetî di pîşyek mêran de weke jinek ciwan xebat rastî gelek zoriyan hatiye.

Astengiya wê ya ewil malbata wê bûye. Dayîk û xwişk û birayên wê, difikirîn ku ev pîşe zor e û yê mêran e lê belê hezkirina Zeyne ya pîşeya wê, di hundurê wê de bû biryardariyek bi hêz. Ji malbata xwe re got ku ji bo debarê divê bixebite. Bi saya îsrar û baweriya xwe di dawiyê de dikaribû malbata xwe îqna bike.

Kesên derdorê bi şaşewazî lê dinêriyan

Astegiya duyem jî derdora wê bû. Mirov bi şaşmayî li jinek ku karê tesîsatê dike dinêrîn. Her dem rastî peyvên; ‘Ma jinek dibe tesîsatê bike?’, ‘here karekî din bibîne’ lê belê guh neda van û got: “Ji bo min a girîng erêkirin û rizaya malbatê ye” û riya xwe domand.

Piştî salek û nîv, Zeyne Rîf êdî bû tesîsvanek ku ji aliyê derdorê ve dihat nasîn. Muşterî lê digeriyan. Gelek kesên ku destpêkê ew rexne dikirin, niha pê serbilind in, heta destek didin. Bi taybetî di gundê xwe de, Zeyne êdî bûye sembola cesaret û serkeftinê.

Xeyalên Zeyne Rîf, ew e ku li bajarê Asyut atolyeya tesîsatê veke û di pêşerojê de vê mezin bike, ji bo jinan û bi taybetî ji bo jinên dest ji hevjînên xwe berdane, derfetên kar ava bike. Dixwaze destek bide wan da ku hem derfeta debarê hebe û hem jî şertên wan ên jiyanê baş bin.