Bi berhemên xwemalî debara xwe dike

Firîşte Baram a xwediya kargeha Firîştexan, berhemên spî û şîr amade dike û pê debara xwe dike. Firîşte Baram her wiha dibêje ku berhemên xwemalî bi tendirustir in.

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Firişte Baram yek ji wan jinan e li sînorê parêzgeha Helebceyê dijî, kargehek ji bo çêkirina berhemên spî û şîrên gundên derdorê Helebce li kargeha xwe çêdike û difroşe. Firişte Baram dibêje: “Destpêkê min bi 8 sîtil mast destpê kir. Niha bûne xwedî kargehek xwe ya berhemên xwemalî. Hemû tiştî ez bi destên xwe çêdikim û kiryarên min ên baş hene ku berhemên min dixin bazarê.”

‘Berhemên xwe difroşim marketan’

Firîşte Baram wiha behsa karê xwe kir ku berhemên xwe dixe bazar û marketan kir: “Her çendî kargeha min biçûk be jî berhemên şîr, mast, penîr, nivişk, lor, dew û çend berhemên din çêdikim. Berhemên dest çêdikim û her wiha tirşî, rîçalên xwemalî çêdikin û kiryarên min hene.”

‘Berhemên derve em hemû nexweş kirine’

Armanca her karî heye. Firişte Baram armanca wê ya avakirina vê kargehê hawirdenekirina berhemên biyanî ye û diyar kir ku niha hemû ji ber berhemên derve nexweş in û wiha got: “Ji ber wê divê em hemû ji berhemên derve yên welatên din dûr bikevin, berê xwe bidin berhemên xwemalî. Bi riya kargehên me xwe bigihîjînin berhemên xwemalî yên jinan. Her çendî gelek neyêm nasîn jî niha li marketan bi navnîşana min berhemên min li ber dest in.”

‘Daxwaz zêdetir li ser berhemên jinan heye ji ber ku paqij e’

Firişte Baram da zanîn ku zêdetir daxwaz li ser berhemên jinan heye, ji ber paqi jin û wiha got: “Ji ber berhemên spî berhemên hestiyar e û ji aliyê jinan ve tê amadekirin, qîmeta wê zêdetir e û daxwaza xelkê zêdetir li ser e. Ji ber heta berhemên Kurdî hebin bila kes berê xwe nedin berhemên biyanî û hewl bidin berhemên xwemalî bi kar bînin.”