Li Tûnisê derfetek ji bo pêşxistina jinan: Gundê Karamîd
Li navenda bajarê kevin ê Tûnisê, gundê hunerên destan a “Karamîd” bi armanca çareserkirina zoriyên mîna perwerde, pêşandana berheman, pêşxistina jinên pîşekar a di qada bazarê de û beşdabûna fûaran, hat avakirin.

NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis – Gundê "Karamid" projeyek pîşeyî ya nûjen ku ji aliyê Komeleya Face Tûnisê ve bi hevkariya Komeleya Pêşxistina Huner û Pîşesaziyan hatiye destpêkirin e. Ev hewildana ku armanc dike mîrateya çandî ya Tûnisê biparêze û ji tûnebûnê rizgar bike, ji jin û ciwanan re di qadên cuda yên hunera dest de perwerdeyên bêpere pêşkêş dike û di heman demê armanc dike ku cîhekî jin bikaribin bermehên xwe pêşkêş bikin û bifiroşîn hilberîne.
Ajansa me roja vekirin û girtina atolyeyên perwerdeyê ya gund şopand û bi rêveberên komeleyê û jinên beşdar re hevpeyvîn çêkir.
Ji bo perwerdeyê eleqeya mezin
Perwerdekara navenda perwerdehiyê ya li gundê hunerên destan Reca Raîs, diyar kir ku ji bocdi qada hunerên destan de perwerde bide jinan beşdarî projeyê bûye. Reca da zanîn ku bernameyê eleqeyek mezin dîtiye, bi qasî 40 jinan serî lê dane û ji bo parastina kalîteya perwerdehiyê belavî du koman bûne. Reca ragihand ku heftiyê du rojan dersên bêpere dide û wiha got: “Tevlîbûna beşdarên di qadên cûda de ya ji bo di heman cihê de, ji bo danûsandina zanîn û tercûbeyan dibe alîkar û ev yek jî di nava wan de hevgirtin û temamkariyê bipêş dixe. Reca, diyar kir ku ev proje armanc dike hunerên kevneşopî yên ber bi tûnebûnê ve diçin zindî bike û berê ciwanan bide parastina kevneşopî û mîrateyê. Reca anî ziman ku ev qad ji bo jinên malê û jinên karker derfetek mezin pêşkêş dike ku wextê xwe di xebatên hilberîner û aborî de derbas bikin.
Hewl didin madeya xav a kehrîbarê veguherînin hilberînên herêmî
Leyla Bin Saîd a bi hunera kevneşopî ya morîkên tirî re mûjil dibe, got ku ev navend ji bo her jinek ku dixwaze hunerên kevneşopî yên li ber windabûnê ne an jî di sûkê de têne teqlîdkirin fêr bibe, xeyalek e. Leyla da zanîn ku hinek perwerdeyên bi vî rengî li herêmên din ji bo qezenca darayî tên lidarxistin, lê belê li vî gundî, perwerde ji bo hemû kesan bê pere ye û armanc dike ku hunera destan zindî bike. Leyla destnîşan kir ku tê armanckirin ku madeya xav a kehrîbarê ku li Tunisê tê dîtin, veguherînin hilberînên herêmî yên bikalîte û xwecihî.
Perwerdeyên di qadên cuda de
Seroka Komeleya Pêşxistina Huner û Pîşesaziyê û koordînatora bernameya "Navenda Modela Peyanerî" Îqbal Şabî, diyar kir ku ev navend bi taybetî ji bo hunerên destan ên kevneşopî û jinan hatiye çêkirin û da zanîn armanc dike ku jin ji aliyê aborî ve bên bihêzkirin. Îqbal Şabî, her wiha da zanîn armanc dikin ku dema jin berhemên xwe difroşin û ji bo başkirina rewşa malbatî ya jinan, bibin alîkar.
Îqbal Şabî, destnîşan kir ku komele çalakiyek bi navê "Lihevhatina Hunermendan" (Lemmet Es-Sanayi'a) pêk tîne. Îqbal anî ziman ku li vir pîşekarên kevin û nû li hev dicivin û wiha got: “Ji bo perwerdeyan beşdariyek mezin heye û gelek qadên mîna dirûtin, zînet, seramîk, şîranî û tevnkirinê dihewine.
Di dawiya perwerdê de sertîfîka distînin
Îqbal Şabî, di berdewama axaftina xwe de diyar kir navend di mijara wergirtina jinan a kartên pîşekariyê û destpêkirina projeyên xwe de rêbertiyê dide û wiha pê de çû: "Em bang li hemû jinan dikin, bila pîşeyek ku nasnameya xwe biparêzin û sûd bigrin fêr bibin. Ji ber ku pîşe tu caran namire.” Îqbal Şabî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Navendê sê rojên pêşîn ji bo mêvanan atolye lidar xist. Dersên perwerdeyê ji saet 9’ê sibê heta 4:30’ê êvarê dom kirin. Beşdar dikarin di dawiya perwerdeyê de ji Daîreya Hunerên Destan a Neteweyî belgeya jêhatîbûna pîşeyî bistînin. Perwerde bêpere ye an jî roja Şemiyê bi bûdçeyek sembolîk tê dayîn.”
Ji bo xeyala xwe ya zaroktiyê hat
Pispora makrameyê û sêwirana hunera dekorasyona hundir û xwediya dîplomaya zanîngehê ya qada biyolojiyê Rahma Ferracanî jî, wiha got: "Min dixwest di qada xwe de bixebitim, lê di bazara kar de rastî gelek zehmetiyan hatim. Lewma min biryar da ku xwesteka xwe ya ji zarokatiyê ve bi xemilandina çalakiyên malbatî bidomînim." Rahma Ferracanî, da zanîn kf beşdarî pêşangeha "Demsalên Medîna" bûye, bi vê komeleyê re cara duyemîn hevkariyê dike û projeya xwe ya biçûk jî di vê qadê de destpê kiriye.
‘Berhemên xwe vediguherînim berhemên xwezayî û tendurist’
Cotkar Vecîhe Ayad a ji bajaroka El Jadida ya girêdayî bajarê Yeni Manouba jî ragihand ku li ser bikaranîna zeytê dixebite û ev agahî dan: “Ez li ser zeviyên xwe yên çandiniyê sebzeyên organîk diçînim û çandiniya organîk dikim. Wan vediguherînim berhemên xwezayî û tendurist. Di berhemên xwe de ji bo parastina tenduristiya xerîdaran, rêjeyek kêm a şekir û xwê bikar tînim.”
‘Armanc zindîkirina hunerên destan e’
Seroka Komeleya Face Tûnisê Zehra bin Nasr, diyar kir ku gundê hunerên destan berdewamiya xebata zêdetirî deh salan a komeleyê ya ji bo jin û ciwanan e. Zehra destnişan kir bi tecrûbeya ku bi dest xistine re balê dikşînin ser pêdiviyên bingehîn ên mîna perwerde, piştgirî, rêxistin û firotinê. Zehra destnîşan kir gund armanc dike ku hunerên destan ên kevneşopî ên li ber windabûnê ne, ji nû ve zindî bike û jin û ciwanan teşwîq bike ku bi karanîna van huneran berhemên bazirganî bipêş bixin. Zehra da zanîn ku ji bernameyên perwerdehiyê re dîjîtalîzekirin jî hatiye zêdekirin û got: “Qada ‘Mala Dîjîtal’ bi teknolojiyên herî nû re hate tijîkirin. Bi saya vê yekê, danasîn û bazirganiya berheman, bi rêya amûrên dîjîtal tê destekkirin. Gund dê her meh ji bo jinên pîşekar ên ji deverên gundewarî û bajaran tên, bi rêya çalakiyên vekirî ji bo pêşkêşkirina berhemên xwe derfetan bide. Her wiha armanc dike ku geştiyaran bikşîne û nasnameya çandî û hunerên destan ên Tûnisê, him li herêmê û him jî li qada navneteweyî bide naskirin.”