Destên Şaza ne amûra xebatê sembola sebir û afrîneriyê ne

Bi her dendika kuncî de, Şaza Bekrî hêza dilê xwe û tama bêhempa ya sebra xwe eşkere dike. Destên wê ne tenê amûra xebatê sembola sebir, berxwedan û afirîneriyê ne.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Her ku tîrêjên rojê xwe ber hundir didin, bêhna zehterê ya herêmî ji mala Şaza Bekrî tê. Ew bi destên xwe ji giyayan çîrokek diafirîne ku li sûkan nayê kirîn. Li her derê cîhanê, jinên ku zû şiyar dibin hene, ne tenê ji bo destpêkirina roja xwe, ji bo kar û xebatê û debara aborî.

Şaza Bekrî ya 39 salî, yekane zaroka bav û dayika xwe ye. Ew ji Dêrazorê ye lê ji temenê xwe yê biçûk ve li Taxa Mirdiyan a bajarê Hesekê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Di 21 saliya xwe de zewiciye û niha keçek wê ya 16 salî heye. Ji ber ku ji hevjînê xwe veqetiyaye, bi malbata xwe re dijî.

Malbata Şaza ji berê ve bi xebata çêkirina zaterê debara xwe ya aborî kiriye û pêdiviyên jiyanê bi cih aniye. Niha Şaza vî karî berdewam dike û dixwaze karûbarên malbata xwe birêve bibe.

‘Ji ber ku zaroka min keç bû hevjînê min ji min veqetiya’

Şaza Bekrî behsa çîroka jiyana xwe kir û got ku bav û dayîka wê gelek dixebitin û wiha berdewam kir: “Dayîka min zater çêdikir û min alîkariya wê dikir. Di 21 saliya xwe de, zewicîm ducanî bûm. Dema ku hevjînê min pê hesiya zarok keç e, ji min veqetiya û ez vegeriyam mala dê û bavê xwe. Bav û dayîka min piştgirî dan min, keça min hat cîhanê. Min ew mezin kir û perwerde kir. Ew niha 16 salî ye. Heta vê gavê jî bavê xwe nedîtiye. Zihniyeta wî hatina keça min weke şermê didît lê min ew weke diyariya herî xweşik a vê cîhanê dît. Keça min niha pola 11’emîn de dixwîne û ji xwendekarên herî jîr û serkeftî ye. Ez bi serkeftina wê gelek serbilind im.”

‘Mehê ji 30 kîlo zêdetir amade dikim’

Şaza Bekrî behsa çêkirina zaterê kir û got: “Di sala 2020’an de bavê min dema ku em di xaniyek kirê de dijiyan jiyana xwe ji dest da û dayîka min jî nexweş ket, min dît ku çêkirina zaterê çareserî ye. Min fam kir ku bi riya wê dikarim karûbarên malbatê birêve bibim. Çêkirina zaterê dijwar e û bêhna wê xurt e. Ez li malê çêdikim û gelek xerîdarên min hene. Hefteyê carekê, yan li gorî daxwazan, ez diçim bazarê û malzemeyên çêkirina zaterê, weke pelên zater, qidam, tovên zebeşê û zeferanê dikirim. Di mehekê de, 30 kîlo û carna jî zêdetir çêdikim. Makîneyeke min hebû ji bo hûrkirina zaterê lê xera bû, derfet tunebû wê tamîr bikim, ji ber vê diviyabû ez materyalên zaterê bibim ser makîneya hûrkirinê û bînim malê da ku li gorî daxwazên pêwist çêbikim.”

‘Pêwist e jin jixwebawer û zîrek bin’

Şaza Bekrî di dawiya axaftina xwe de ji jinan xwest xebatkar û jixwebawer bin û wê zihniyeta ku jinan tenê bi karê malê ve sînordar dike, bişkînin û got: “Dema ez jinek dibînim ku xwe bi xwe bawer dike û dixebite, gelek kêfxweş dibim. Ji bo ku jin jixwebawer bin divê wêrek û serkeftî bin. Ez dixwazim karê xwe yê çêkirina zaterê bi pêş bixim û hewl didim kargehek piçûk ji bo domandina vê pîşeyê vekim û projeya xwe mezintir bikim.”