'Xeza bûye xwelî, lê ew ê bi ramanên jinan ji nû ve bê zayîn'
Taxrîd Abdullaha ku li Xezayê dijî, bi veguherandina bermayiyan di nav şer û wêraniyê de, berhemên hunerî diafirîne. Taxrîd got, “Xeza bûye komên xwelî, lê ew ê bi raman û hewldanên jinan ji berê xweşiktir ji nû ve bê şekilkirin."
RAFIF ÎSLÎM
Xeza- Taxrîd Abdullaha ku li Şerîda Xezayê dijî, bermayiyên ku piştî bombebaranê mane ji bo jîngehê û bi îlhama kevneşopî vediguherîne berhemên dostane. Taxrîd Abdullah berhemên xwe yên bi nexş û rengên Filistînî xemilandî vediguherîne peyama "ji nû ve zayînê". Taxrîd tekez kir ku ked û ramanên jinan dê Xezayê ji nû ve teşe bikin û got ku “Çiqas ji ber şer westiyayî bin jî... Jinên Filistînî dê mîna feniksa ku ji xweliyê radibe, ji nû ve bên zayîn.”
Taxrîd Abdullah qutiyên bexşînê yên kaxezî, konteynerên plastîk û metalî û qumaşên hatine avêtin ji nû ve bikar tîne, bi şêwazên kevneşopî wan vediguherîne berhemên hawirdorparêz. Taxrîd Abdullah, bi tevlîkirina nexş û rengên Filistînî di sêwiranên xwe de, balê dikişîne ser krîza jîngehê ya li Xezayê ya ku her ku diçe xirabtir dibe û mîrata Filistînî dîsa xuya dike. Taxrîd da zanîn ku fikra ji nû ve bikaranînê bi şert û mercên dijwar ên dorpêça li ser bajêr dest pê kiriye û wekî jinek, wê hewcedariya tiştên wiha hîs kiriye. Li gorî wê, qutiyên kaxezî dikarin li şûna ku werin avêtin, veguherînin qutiyên hilanîna cil û bergan. Qutiyên cam an metalî dikarin ji bo çandina nebatan werin bikaranîn; dikarin qutiyên plastîk jî bavêjin çopê.
Taxrîd anî ziman ku tenê li ser ji nû ve bikaranînê nasekine. Wê rave kir ku bi zêdekirina destanên mîrata rastîn a Filistînî li her perçeyek, ew "can" û karakterek neteweyî hildiberîne. Taxrîd her wiha anî ziman ku rengên ku ew bikar tîne, wateyên taybetî hildigre û wiha got: “Ez nestendina madeyên xav ji bazarê her çiqas hêsantir be û encamên çêtir bide jî, çêtir dibînim. Ez li malê an li malên heval û xizmên xwe li alternatîfan digerim.”
Projeyek girîng ji bo jîngehek bi tendurist
Taxrîd Abdullah, diyar kir ku projeya wê ji bo jîngeheke tendurist girîng e û ev tişt gotin: “Em ne tenê alîkariya jîngehê dikin, em di serî de alîkariya xwe dikin. Ji ber ku Xeza bê guman di navendeke mezin a qirêjiyê de dijî.” Taxrîd ragihand ku di şûna ku bermayiyên li depoyên çopê kom bibin û bi ava kanalîzasyonê re tevlihev bibin, ew wan berhev dike, diyar dike ka li malê çi hewce ye û ji destpêkê heta dawiyê planeke kesane diafirîne. Dûv re, ew her perçeyek bi xemlên dawîn temam dike û destanek Filistînî ya bêhempa dide wê. Taxrîd Abdullah wiha domand: “Dema ku malbat qutiyên kaxezî yên bi kalîte dibînin, ew gazî min dikin û dipirsin ka em dikarin bi wan çi çêkin. Carek, hevalek min qutiyek kaxezî ya bi kalîte bilind kir ku dişibiya qutiyek biskuwîtê ya darê. Dema ku qutiyê lêkolîn kir, wê fêm kir ku ew bi rastî jî bi kalîte ye. Wê bi van materyalan dolabek biçûk çêkir; bi xemilandina wê bi rengên Filistînî û şerîtên nexş, wê ew veguherand perçeyek erzan lê balkêş di malê de.”
Taxrîd Abdullah da zanîn ku ew dixwaze bi van berheman bighîje cîhanê û wiha berdewam kir: “Wekî jinên Filistînî, em li vir bi huner, çand û hişmendiyê ne. Min rûpelek Instagramê vekiriye ku xwe dispêre ramanên ji nû ve bikaranîn û mîratê. Hejmara şopînerên min roj bi roj zêde dibe. Ji ber ku huner zimanekî ragihandinê yê hêsan e ku her kes dikare bêyî astengiyên zimanî fêm bike.
‘Xeza wêran bû, lê ew ê bi ramanên jinan ji nû ve were şekilkirin’
Kavilên xanî, mal, kamp, navendên belavkirina alîkariyê yên bombebarankirî û rêberiya şopînerên wê di nav çavkaniyên ku ew dikare ji wan bigihîje madeyên xav de ne. Taxrîd Abdullah anî ziman ku bi veguherandina bermayiyan bo berhemên hunerî yên bi giyanek kevneşopî, dixwaze vê peyamê bide: “Xeza hat bombebarankirin, wêrankirin, bû xwelî, lê ew ê bi raman û hewldanên jinan ji berê xweşiktir ji nû ve were şekilkirin. Berî êrîşan, her malek Filistînî tiştên kevneşopî dihewand; lê belê, dibe ku ev ji ber bombebarankirin, wêrankirin an diziyê winda bûn. Piştî ku min dest bi parvekirina wêneyan a li ser rûpela xwe kir, têkiliyek berfireh çêbû. Gelek jin û keçên ciwan peyaman şandin, gotin ka em çawa dikarin materyalên hebûne ji nû ve bikar bînin. Ez pir kêfxweş bûm ku bersiva wan da û beşdarî veguherandina tonên gewr ji bo rengên nû û zindî bû.”
Vegera ji bo mîrateya Filistînî
Taxrîd Abdullah da zanîn ku di peyamek de keçek ciwan jê re gotiye “tu bûkek di konê sirgûnê de yî û tiştek tune ku tiştên xwe yên kesane tê de bihêle” û wiha got: “Ez wê hingê fikirîm, min got çima em venegerin mîrata Filistînî û fikra sînga bûkê ji nû ve bikar neynin? Sînga bûkê li ser kevneşopiya malbata zavê ye. Gûz, hinne û tiştên xemilandî di şeva hina wê de wekî diyariyan ji bo bûkê hildibjêrin. Ev fikr dikare îro were vejandin. Kirîna hemû madeyên xav ji bo çêkirina hilberek, dê lêçûnan pir zêde bike. Ji ber vê yekê dibe ku nikaribim mîqdarek mezin hilberînim. Ez niha ti berhemek xwe nafiroşim. Armanca min ew e ku ramanê belav bikim, wê di nav jinan de bidim nasîn û piştrast bikim ku ev ne tenê hobiyek e, şêwazek jiyanê ye jî. Ev yek ji gavên pêşîn e ber bi başkirina jîngeha Xezayê.”
Taxrîd Abdullah diyar kir ku her tiştê ku fonksiyona xwe ya bingehîn winda kiriye dikare ji nû ve were bikaranîn û wiha got: ”Betaniyek ku di bombebaranê de şewitiye dikare were tamîrkirin. Bûkek dikare ji perçeyek qumaş, gorên kevin, an jî bişkokan were çêkirin. Bedewbûn dikare ji hemû qutiyên metal, darîn, plastîk, an cam were hilberandin. Zêdekirina nîşana xwe, xweşikî û xêziyê tîne her tiştê li dora xwe.”
‘Jina Filistînî dê mîna fenîksek ji xweliyê ji nû ve were dinê’
Taxrîd Abdullah jina li Xezayê bi van gotinan rave kir: “Çiqas şer westiyayî bin jî, çiqas civakên navneteweyî û Ereb wê terk bikin jî, ew ê wekî fenîksek ji xweliyê ji nû ve were dinê. Wekî sembola hêz û berxwedanê, têkoşîn dê berdewam bike heya ku mafê jiyana jina Filistînî li ser axa xwe bi awayekî bê guman were vegerandin û ew hemû mafên ku dagirker nikare ji wan bistîne, bi dest bixe.”