Li Yemenê jinên neçar man karsaziyê bikin projeyan ava dikin

Li Adena başûrê Yemenê, zehmetî veguheriye karsaziyê, kêmasî veguheriye hebûneke bihêz a jinan a di qadê de. Ji ber ku herî zêde jin ji hêla aborî ve bi bandor bûne.

FATMA REŞAD

Aden – Nakokiya li Yemenê rastiyeke demografîk û aborî ya nû li parêzgeha Adenê afirand. Nebûna debara jiyanê di hin malbatan de, rasterast jinan bi têkoşîna ji bo jiyanê re rû bi rû kiriye. Ew neçar bûne ku berpirsyariyên li bazarên xwe yên têkoşer bigrin ser xwe.

Li pişt her projeyek biçûk, jinek heye ku di nav pevçûnê de lingê xwe winda kiriye. Êdî ne tenê li ser hilberîna buxurê an dirûtina cil û bergan e. Ev çîroka jinek ji Adenê ye ku bi kenek bawermend û hêza hilberîna herêmî bi lêçûna bilind a jiyanê re rû bi rû dimîne. Doktora karsaziyê Menal el-Dabba ragihand ku gelek jin bi projeyên biçûk berê xwe didin bazara kar, ji ber ku şert û mercên siyasî bandorê li rewşa aborî dikin ku ev jî bandorê li jiyana civakî dike. Menal el-Dabba got ku her ku dahat û asta jiyanê kêm dibe, jin neçar mane ku projeyên xwe dest pê bikin da ku dahata xwe zêde bikin û jiyanek bi rûmet bijîn. Menal wiha got: “Projeyên biçûk bi beşdariya jinan berhemdartir bûne. Jin niha ji bo debara xwe hilberînerên van projeyan in. Guherînên diravî û enflasyonê ku di deh salên dawî de dest pê kirin, hêza kirînê kêm kirin, jinan ber bi van rêbazên hilberînê ve ajotin.”

Zayîna projeyên nû

Seroka Înîsiyatîfa Balyozên Pêşveçûnê Dunya Kuka da zanîn ku jin ji hêla aborî ve herî zêde bi bandor bûne û wiha pê de çû: “Bi taybetî di bin şert û mercên jiyanê yên dijwar û xizmet û elektrîkê yên nebaş de. Lê belê, jinan di vejîna aborî ya destpêkê de rolek girîng lîstin. Vê destwerdanê alîkariya jinan kir ku ji ramana girêdayîbûna bi mêran derbas bibin û wêrekiya xwe bi dest bixin ku bi serbixwe bikevin bazara bazirganî.”
Rahêner û şêwirmenda karsaziyê Isra al-Sakkaf heman nêrîn anîn ziman û wiha got: “Ji ber kêmbûna aborî û kêmbûna nirxa diravî, gelek jin bi damezrandina projeyên xwe ketine bazara kar. Heta projeyên nû yên karsaziyê jî derketine holê, ku wêneyek erênî ya jinên ku xwediyê karsaziyên xwe ne, nîşan didin.”

Hem projeyên kevneşopî û hem jî yên nûjen zêde bûne

Isra al-Sakkaf tekez kir ku li parêzgeha Adenê belavbûna girîng a hişmendiya karsaziyê di nav jinan de heye. Isra, destnîşan kir ku hem projeyên kevneşopî û hem jî yên nûjen zêde bûne û ev agahî dan: “Ev delîl e ku derfetek heye ku jin di bazara bazirganî de xwedî hebûnek xurttir be.”

Lê belê Isra, di heman demê de tîne bîra me ku dijwarî berdewam dikin û wiha didomîne: “Em şert û mercên welatê xwe û kêmbûna xizmetên giştî dizanin. Ev yek gelek projeyên karsaziyê û kevneşopî asteng kiriye. Nebûna zanîn û ezmûnê di nav xwediyên projeyan de jî dibe sedema hewcedariya perwerdehiyê. Digel vê yekê, hêvî û derfet hene ku werin girtin. Piraniya projeyan demekê berdewam dikin lê piştre hildiweşin. Riza serkeftinê ew e kuher çi dibe bila bibe meriv bikaribe berdewam bike.

Azmûneke kesane

Xwediya projeya "Mimi Diversity" Mawahib Abdurrahman jî ragihand ku mamoste ye, lê ji ber şert û mercên aborî û dahata sînorkirî ya ku pê re rû bi rû dimînin, ketiye nav hêza kar da ku hem malbata xwe xwedî bike û hem jî debara xwe bike. Mawabib wiha got: “Min di sala 2015’an de dest bi projeya xwe kir. Min bi firoşgehek biçûk li Gulf Mall dest pê kir. Di destpêkê de, piştgirî bi tevahî hewldana min bû. Paşê, hin rêxistinan di pêşxistina projeya min de piştgirî dan min. Tevî zêdebûna rêjeyên danûstandinê û şert û mercên aborî yên dijwar, ez hewl didim ku alîkariya malbata xwe bikim ku ji vê krîzê derkeve.”

Tîrêjek hêviyê

Çîrokên ku derketin holê bi derbaskirina astengiyan û wêrankirinê hatine nivîsandin. Jinan xweliya krîzan veguherandin projeyên ku bandor li jiyanan kirin. Ji bo jinan, kar êdî ne tenê rêbazek debara jiyanê ye, ew ragihandina vejînek nû ye ku ji xirbeyan çêdibe. Bi vî rengî, Aden ji bajarekî ku bi birînên pevçûnê tê zanîn vediguhere navendek ku xewnên jinan ên ku bi îradeyê berî sermayeyê hatine teşekirin, dihewîne.