‘Jin û ciwan di nava gefa bihabûn û bêkariyê de dinalin’
Li gel bihabûna nirxan, bê karî jî zêde bûye û derfetên kar her roja diçe kêmtir dibe. Her wiha jin û ciwan rastî gefên herî giran ên aboriyê tên. Ev rewşe ne tenê asta jiyanê guhertiye, rasterast bandor li ser pêşeroj, derûnî û daxwazên ciwanan jî dike.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî- Di salên dawî de, gelemperî rewşa aborî ya başûrê Kurdistanê û Iraqê ber bi dijwariyê ve diçe. Bihabûna nirxê xwarinê, kirêya malan, xwendin û tenduristî li gel bêkarî û kêmbûna mûçeyan, bûye sedema sereke ya guherîna şêwazê jiyana jin û ciwanan. Her wiha jin zêdetir rastî bêderfetiyên kar tên. Gelek caran, neçar dibin daxwazên xwe paş de bidin an jî paşguh bikin. Ciwan ji ber bêkariyê bê hêvî dibin û pirsgirêkên derûnî dijîn. Ev rewş jî bandorek mezin li ser pêşeroja civakê dike û pêwîstî bi çareseriyek lez û bi plan heye.
Herjmarek zêde ya ciwanan ev bi salan e xwendinê temam dikin û rastî pirsgirêkên nebûna kar tên. Ev jî dibe sedem ku ciwan xeyal û planên xwe paşde bidin û berê xwe bidin koçberiyê. Ev jî dibe sedem ku ciwanên Kurd li cihê xizmeta gel û xaka xwe bikin, xizmetê ji welatên biyanî re dikin. Pispor diyar dikin ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan, pêdivî bi planên aborî yên demdirêj wek avakirina derfetên kar ji bo ciwanan û piştevaniya rasterast a jinên di bazara kar de heye. Ji ber bêyî van gavan, gefên aborî li ser van du koman zêdetir dibe û bandora wê jî li ser pêşeroja civakê girantir dibe.
‘Li Başûrê Kurdistanê ev 12 sal in krîza aborî heye’
Çalakvan Sînor Kerîm destnîşan kir ku aborî ji bo civakê bingehek girîng e û bandorek bingehîn li ser kesan dike. Sînor got ku “Ger em behsa civaka xwe bikin, li Başûrê Kurdistanê ev 12 sal in krîza aborî heye. Her wiha bandorên neyînî li ser civakê û bi taybetî li ser ciwan û jinan dike. Her wiha aboriya serbixwe bandorê li jiyana jinan dike, jin dikarin bi rêya aboriya serbixwe, hebûna xwe bi parêzin. Ger jinek xwedî aborî û dahata xwe ya serbixwe be, zêdetir ji xwe bawer dike û baştir li ser lingên xwe disekine. Jinek xwedî aboriya xwe ya serbixwe, zêdetir ji xwe bawer e. Bi awayekî dikare bibe xwedî serxwebûna xwe ya di jiyan û biryardanê de.”
‘Ji ber bêkariyê ciwan berê xwe didin koçberiyê’
Sînor Kerîm bal kişand ser krîza aborî ya heyî û wiha domand: “Ev krîza aborî ya heyî, rasterast bandorê li ser jiyana kesan dike û valatiyek mezin a jiyanî, fikrî ji bo ciwanên Başûrê Kurdistan ava kiriye. Gelek caran ev dibe sedema koçkirina ciwanan. Niha li Başûrê Kurdistanê Îslama siyasî ev valatî dagirtiye. Dema ciwanên me di aliyê aborî de nekarin xwe li ser lingên xwe bigrin, ev dibe sedem ku di jiyanê de valatî çêbibe. Çabûna vê valatiyê dibe sedem ku hêzên tundrew jê sûd bigrin. Ji derveyî wan jî zêdebûna koça ciwanan û tinebûna hestên nîştimanperweriyê û hezkirina welat, yek ji sedemên serekî yên bêkariya ciwanan e. Ji ber wê hejmarek zêde ya ciwanên Kurd, bi rêyên zehmet diçin Ewropa û welatên din. Ev bi xwe sedemek tinebûna hestên nîştimanperweriyê ye.”
‘Zêdebûna tundiyê, ji ber jin ne xwedî aboriya xwe ya serbixwe ne’
Sînor Kerîm anî ziman ku gelek caran li welatên Ewropa û Emerîka mixabin dibînin ku ciwanên Kurd ji aliyê pergalan ve tên perçiqandin û wiha pê de çû: “Ji ber di aliyê aborî de her tim pirsgirêkên wan hebûn, dema diçin welatek biyanî, amade ne ku hemû karan ji bo bidestxistina hinek pere bikin. Li gorî daneyên dawî niha welatên Ewropa piranî wan karên ku ne zagonî ne, ,bi ciwanên Kurd didin kirin. Sedemê van hemûyan nebûna kar û bê derfetiyên kar û tayînnebûna di nava welatên xwe de ye. Ji ber ger derfeta kar hebe ciwanên me wê li xaka xwe bimînin. Her wiha zêdebûna rêjeya tundiya dijî jinan li başûrê Kurdistanê ji ber jin ne xwedî aboriya xwe ya serbixwe ne, zêde ye. Ew jin jî neçar in ku jiyanek di nava zilm û zoriyê de qebûl bikin. Di encamê de civakek kole ava dibe.”
‘Divê desthilat derfetên kar ava bike’
Sînor Kerîm li ser çareseriya vê pirsgirêkê rawestiya û di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo çareserkirina vê rewşê divê ciwan xwedî li xaka derkevin û li ser lingên xwe bisekinin û ji xwe bawer bin. Divê pergal û desthilat girîngî bidin qadên karê yên taybet. Rast e nikarin hemû kes bikin mûçexwer, lê belê bi rêya bihêzkirina qada pîşesaziyê û çandiyên dikarin derfetê kar ji bo ciwanan ava bikin û rêgiriyên li koçkirinê bikin.”