Jina Efgan li Kurdistanê tama devê mirovan şêrîn dike

Jina Efgan a bi navê Savîn Ferhad ku li navçeya Koye ya Hewlêrê dijî, di firoşgeha xwe ya bi xwe ava kirî de şîrînî û xwarinên Kurdî û Efganî çêdike û difroşe. Savîn dibêje: “Li Efganistanê jin nikarin kar bikin.

ŞIYA KOYE

Koye – Jin ji bo karê xwe yê serbixwe, bidestxistina debara xwe û aboriya xwe ya serbixwe, ti sînoran nas nakin û ger ne li ser xaka xwe jî bin, ji bo kar  hewl didin. Savîn Ferhad ku jinek ji Efganistanê ye û li navçeya Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê dijî, fêrî zimanê Kurdî bûye. Ev nêzî salekê ye ji bo bikaribe debara jiyana malbata xwe bike, firoşgehek biçûk a şêrînayî û xwarinên Efgan û Kurdî vekiriye.

‘Min piştî çûyîna Îranê dest bi çêkirina şêrînayiyan kir’

Beriya ku were Koye, li Îranê jî bi çêkirina şêrînayiyan debara jiyana xwe pêk dianî û hewceyî tu kesî nebû. Niha jî li firoşgeha xwe tama şêrînayî û xwarinên Efgan û Kurdî tevlî hev kiriye û yên ku şîrînî û xwarina wê tam dikin, dîsa dixwazin. Savîn Ferhad a ku xwedî firoşgeha Savîn e, têkildarî karê xwe ji ajansa me re axivî. Savîn da zanîn ku dema li Efganistanê bûye, kêm şêrînayî çêkiriye û wiha domand: “Lê piştî ku em çûn Îranê li wê derê min dest bi kar kir. Niha jî li Koye dijîm, min dest bi çêkirina şêrînayiyan kir. Ez gelek kêfxweş im ku fêrî zimanê Kurdî bûme û li vê derê bûme xwedî firoşgeha xwe.”
Tama xwarinên Kurdî û Efganî têkel kiriye
Savîn Ferhad ragihand ku hinek ji şêrînayiyên wê yên Efgansitanê ne û hinek jî yên Kurdistanê ne û wiha pê de çû: “Şêrînayiyên ku ez çêdikim wek kulîçe, peqlewe, nanê xame, şekerleme û gelek cûreyên din in. Ji derveyî şêrînayiyan xwarinan jî çêdikim. Ev jî ji xwarinên Efgan û Kurdî pêk tên. Her wiha ez tama xwarinên Kurdî û Efganî têkel dikim. Her kesê xwarina min tam dike, diecibîne û dîsa dixwaze. Destpêkê dema hatim Koye, min dolme xwar. Gelek bi dilê min bû û xweş bû. Ji ber wê ez zû fêr bûm, niha bi xwe çêdikim. Xwarina Efganistanê ya ‘mîntue’ û ‘pîzza’ çêdikim.”
‘Min hewl da hemû tam hebin’
Savîn Ferhad diyar kir ku cûdahiyek wisa di navbera xwarinên Efganistan û vê derê de nîne û axaftina xwe bi van mînakan domand: “Mînak gel me kulîçe bi gûz heye, li vê derê jî bi heman awayî ye û xwarin jî ne gelek cûda ne. Min hewl da şêrînayî bi hemû awayen be, tama Kurdî û Efganistanê tê de heye.”
‘Li vir piştgiriya jinan tê kirin’
Savîn Ferhad di dawiya axaftina xwe de têkildarî cûdahiya karê jinan li Efgansitan û başûrê Kurdistanê wiha got: “Li Efganistanê jin nikarin kar bikin, lê belê li vê derê jin hewl didin û kar dikin. Li vê derê piştgiriya jinan tê kirin û ez bi vê gelek kêfxweş im.”