‘Karê ku dikim hêsan nîn e lê ji bo debarê divê bixebitim’
Amena Hasan, tevî zoriyên jiyanê û nêrînên civakê îsbat kir ku şerma kar tune ye û bi dikanek biçûk nîşan da ku ew xwedî hêza pêkanîna xeyalan e.
ÎMAN SEMÎR ALÎ
Misir – Di kolaneke li Misira Jor de, Amena Hasan a bi navê (Um Şerîf) tê nasîn, di dikaneke biçûk sorkirina mirîşkan de li ber alawiyên agir disekine. Li dijî nêrînên civakê û mercên zor ên xebatê meydan xwend, çar sal berê piştî mirina hevjînê xwe ji bo debara malbata xwe, hewl dide çavkaniyeke debarê ava bike.
Amena Hasan piştî mirina hevjînê xwe, dema ku keçên wê lîse dixwendin, kurê wê jî di pola şeşan de bû. Kesek li ba wê tunebû, ji bo debarê tiştek din tunebû. Neçar ma dikana hevjînê xwe yê sorkirina mirîşkan bixebitîne. Hemû berpirsyarî, zarok, mal û debara malê girt ser milên xwe.
Amena Hasan wiha got: "Destpêkê kurê min nepejirand û ji min re got ‘xebata jinan rast nîn e, ev karê mêr e. Dê mirov biaxivin û xebat zor e, tu nikarî li ber germahiya agir bisekinî.’ Lê min jê re got şerma kar tune ye û ji bo mesrefa malê û xwendina wan divê em bi hev re bixebitin. Di dawiyê de îqna bû."
‘Destpêkê muşterî şaş diman lê bi demê re hîn bûn’
Amena, Hasan dema ku dest bi kar kir muşterî şaş diman ku jinek karekî wiha dike lê bi demê re muşterî hîn bû û destek dan, baweriya wan çêbû.
Der barê karê xwe yê rojane de wiha got: "Her roj sibehê ji 10’an heta 10’ê şevê dixebitim. Piştî ku kurê min diçe dibistanê dest bi karê xwe dikim. Piştî dibistanê tê dikanê. Ez jî wê demê ji bo hinek bêhna xwe bidim vedigerim malê, dûre dîsa diçim dikanê ew jî dersên xwe didomîne."
Amena Hasan wiha behsa zoriyên kar dike: "Destpêkê pir zor bû, dema ku min mirîşkan perçe dikir destên min zirarê dîtin lê di dawiyê de hîn bûm û dema dixebitim lepikê bi kar tînim. Ji bo dûmana komirê jî aspîlatorê dixebitînim. Mehên havînê pir zor e lewer hewaya germ û germahiya agir bi hev re mirov zêde aciz dikin. Havînê çend kes ji bo xebatê hatin xwe ceribandin lê nikaribûn li ber germahiyê bidin, ji ber her tişt li ser milên min ma.
Amena Hasan dibêje ku xeyala wê ew e dikanê mezin bike, bîne rewşa restoranê û ji bo derve servîsa siparîşan veke lewre ji ber ku dikan biçûk e kes nikare tê de bixebite.