Jin bi kooperatîfan aboriya xwe bihêz dikin
Endama Rêveberiya Komîteya Aborî ya Kongra Star a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Rozelîn Bekir tekez kir ku bi kooperatîfan aboriya civakê geş dibe.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Piştî avakirina Şoreşa Rojava, jin bi piştgiriya Kongra Star dikaribûn projeyên aborî û kooperetîfan ava bikin. Bi taybetî di warên çandinî, hunerên destan, bazirganî û xizmetên civakî de, ava bikin. Aboriyên kooperatîf weke yek ji ezmûnên herî serkeftî tên hesibandin, ji ber ku jin bi awayekî dadwer û demokratîk beşdarî birêvebirina hilberînê û belavkirina qezencê dibin. Endama Rêveberiya Komîteya Aborî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rozelîn Bekir ji ajansa me re behsa kar û xebatên ku di nava salek de kirine û projeyên wan ên di dema pêş de kir.
‘Îsal baran nehat hinek tedbîr hatin girtin’
Rozelîn Bekir behsa kar û xebatên ku di nava salek de kirine kir û got: “Kar û xebatên me yên salane hene gelek kar hatin kirin. Ev karên ku hatibûn destpêkirin berdewamiya karên salên berê bû, di heman demê de jî projeyên nû yên salane hatin avakirin. Her sal bi serê salê re stratijiya nû ya salane ya Aboriya Kongra Star dest pê dike. Biryarên me yên îsal ku berdewamiya karên me yên weke bazirganî, çandinî û hinek kooperatîfan e salên borî hatibûn avakirin ew e ku naveroka wan tije bikin ji bo ku pêşketin çêbibe kar li ser dihat kirin. Di heman demê de jî rewşên xwezayî yên herêmê ji ber ku îsal baran nehat hinek tedbîr hatin girtin. Ji bo çandinê bîr hatin kolandin, ji bo kooperetîfan li bajarê Hesekê 3’ê malbat di hinek cihan de me weke kooperetîf hatin tayînkirin ji bo ku karê xwe bikin. Di heman demê de jî li bajarên Tebqa, Reqa û Dêrezorê hinek projeyên nû hatin avakirin, hinek avahî ji bo cihên kar hatin amadekirin.”
Êriş zirerê dan erdên çandiniyê
Rozelîn Bekir bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ku binesaziya herêmê kirin armanc û zirarê li êrdên çandiniyê hatin kirin û wiha berdewam kir: “Salên borî salên giran bûn me li pey xwe hişt. Ji ber ku ev du sal in bi êrîşên dewleta Tirk binesaziya herêmê hemû hat armancgirtin û gelek zirar da aboriya herêmê. Weke Aboriya Kongra Star me jî zirarê dît. Me xwest em hinek tedbîrên xwe bigrin li hinek cihan enerjiya rojê daynin, di civînên me yên çandiniyê de hinek biryar hatin xwestin ku di erdên çandiniyê de sebze werin çandin li ser vê biryarê jî hinek kar û xebat hatin meşandin lê hê negihîştiye serî. Her wiha li bajarê Hesekê projeya me ya lavîn heye cil û bergên jinan çêdike, hinek guhertin lê hatin çêkirin weke sazkirina wê hinek makîneyên nû me anîn jê re. Li aliyekî din jî derfetên kar em ji jinan re diafirînin ên ku dixwazin kar bikin fêrî kar bibin em wan dihewînin nava xwe. Li aliyê Kobanê jî hinek kar û xebat hatin kirin werşeyên dirûtinê hatin avakirin.”
‘Li Helebê gelek derfetên kar ji jinan re hatin avakirin’
Rozelîn Bekir diyar kir ku li bajarê Helebê jî hinek proje hatine destpêkirin û wiha domand: “Li bajarê Helebê piştî berfirehkirina taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rizgarkirina wan, kar û xebat li wir jî hatin kirin. weşa dirûtinê li wir jî hat vekirin û jinên Kurd û Ereb dê tê de kar bikin ev cihê kefxweşiyê ye. Tişta bi êş ku me li pey xwe hişt li Şehbayê gelek kar û xebat hatin kirin lê bi çûyîna Şehbayê re ewqas kar û xebat û sîstemên hatin avakirin hatin rûxandin.”
Avakirina aboriya civakî komînal
Rozelîn Bekir diyar kir ku di salên li pêş de gelek projeyên wan hene wê bidin avakirin û kar û xebatê li ser wan bidin meşandin û wiha bi dawî kir: “Di pêşeroja me de em ji bo herêmê giştî dihizirin ku projeyên nû bidin avakirin. Em dixwazin di hinek cihan de fabrîqeyên mezin bidin avakirin, li aliyekî din jî kargehên mezin ji bo pêdiviyên zarok û jinan dê werin avakirin. Her wiha tiştên ku ji çandiniyê derdikevin em bikin pîşesaziyê, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi gav werin xwestin em ê bikin ji bo avakirina civaka xwe em amade ne. Erka yekemîn ji bo avakirina aboriya civakî û aboriyeke komînal erka jinan e heger bi destên jinan neyê avakirin di nava civakê de jî nayê avakirin.”