Çar jinên ji bajarê Sinê bi xebata kolektîf debara xwe dikin
Çar jin li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi salan e bê sîgorta û bê piştgirî dikanekî bi rê ve dibin. Jinên ku li dikanekî hatine ba hev bi xebatên xwe yê kolektîf debara xwe dikin.

SENYA MORADÎ
Sine – Reva ji berpirsiyartiyê di ferhengê jinan de nîne. Jin bi vîn, aqil, hezkirin û aştiyê ne tenê jiyana xwe jiyana kesên din jî hêsan dikin. Şer û xwîn rijandin ne aîdê rihê jinan e; jin ji bo jîn dayînê dimirin, her tim jî xeyala dinyayek aram û bê şer xeyal dikin.
Jin hene; ne di nav dengê sernav, sertîfîka û jiyanên xuyang de, lê di siya nedîtbariyê de, lê rûpelên jiyanê bi wêrekî kûr vedigerîne... Dûrî bedewiyên sexte û şewqa ferzkirî; jinên ku rastîn in, bi xwe, bê maske. Her roj mîna beşek ji pirtûkekê ye ku wan nivîsandiye; Pirtûkek di bin siya sansurê de hatiye nivîsandin lê bi serhişkiya ku were tepeserkirin hatiye nivîsandin. Jinên wek Betûl Muhammedî, Atiye Şîrînî, Sa’de Sadeqî û Şaper Ahmedî ne tenê karakterên jiyana wan in, di heman demê de nivîskarên wan jiyanan in. Ji bo ku mirov mezinbûna wan fêm bike, divê pirtûkên wan bixwîne. Ew bi qehremanbûnê eleqedar nînin; Ji ber ku ew jin in ku jiyanê watedar dikin û qehremanan mezin dikin.
Ji sala 1991’an ve jin dikanê birêve dibin
Li navenda bajarê Sine, dikaneke bi navê "Huraman" aîdî jinan heye ku ji sala 1991 vir ve li ser piyan e. Ev ne tenê cihekî kar e. Ew di heman demê de qadeke hevgirtin û hêzê ye ku ji hêla çar jinan ve mil bi mil hatiye damezrandin. Li vê dikanê, kolîre, kelane, beresaq û gelek çêjên din ên herêmî ku di bîra Kurdistanê de hatine neqişandin, bi destên jinan bi bêhna jiyanê têne pijandin.
Atiye Şîrînî yek ji van çar jinan e. Çîrokê bi gelek bîranîn û berxwedanê vedibêje: "Me ev dikan di sala 1991’an de bi van karmendên jin re ava kir. Ji wê demê ve, em bêyî ti piştgirî dixebitin. Em tenê xwe dispêrin hêza xwe. Ji bilî xwe, ti sîgortaya me tune, ti piştgirîyek din tune." Atiye zehmetiyên kar jî wiha tîne ziman: "Em şev û roj li kêleka firna tenûrê radiwestiyan, di germahiya havînê û sermaya zivistanê de. Divê em karên malê jî bikin. Lê tevî hemû zehmetiyan, ez vî karî wekî pîşeyek bi rûmet dibînim. Ez nikarim vî karî bi pîşeyên din ên bêwate û bêqîmet bidim ber hev."
‘Bi hev re bûn kar hêsantir dike’
Şaper Ahmedî dema ku kolire (xwarinekî ji mitbaxa Kurd) dide xerîdaran û siparîşên wan amade dike bi ken dibêje: "Em ji serê sibê heta derengiya êvarê li vir in. Zehmet e lê em êdî bi vê yekê re rehet bûne. Bi hev re bûn kar hêsantir dike. Jinbûn di xerîdar de baweriyê bêtir diafirîne ji ber ku em bêtir baldar in û rêzê nîşanî xerîdar didin." Her çiqas westiyayî be jî, gazinan nake: "Her kes bi karê xwe ve mijûl e, lê me kar dabeş kir da ku em xwe birêxistin bikin."
Jin bêyî sîgorta û piştgiriyê karê xwe dikin
Ev jin bi salan e bêyî ku çirayên dikana Huramanê vemirînin, bêyî ti sîgorta an piştgirîyek ji derve dixebitin. Eger yek ji wan winda bibe, karê hemûyan dê têk biçe; ji ber ku girêdana di navbera wan de mîna xelekên zincîrekê ye. Heger yek helqe bişkê, tevahiya operasyonê têk diçe.
Dikana Huraman ne tenê cihekî bazirganî ye; ew di heman demê de temsîla civatek piçûk a jinan a xwerêveber e. Civatek ku li ser hevkariyê, wekhevî, aştî û berpirsiyariya hevbeş ava bibe. Ew bi hev re biryaran didin, kar parve dikin û dilsozê xebata kolektîf in. Eger ev tîma jinan ji bo civatek mezintir bibe modelek, dibe ku cîhanek dadperwertir, mirovîtir û aştiyanetir ji bo her kesî gengaz be.