Parêzer Pîrozxan Karaalî di danişîna yekem de beraet kir

Parêzer Pîrozxan Karaalî ya ku li ser beyanên îtîrafkar Umît Akbiyik dihat darizandin, di danişîna yekem de hat beraetkirin.

Navenda Nûçeyan- Parêzer Pîrozxan Karaalî ya ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ li ser beyanên îtîrafkar Umît Akbiyik doz lê hatibû vekirin darizandina wê dest pê kiribû. Danişîna ewil a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Umît Akbiyik ê îtîrafkar bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, Karaalî û parêzerên xwe Mehdi Ozdemîr û Riza Polat li eywana danişînê amade bûn.

Di danişîna ku bi tesbîta nasnameyê dest pê kir de Îtirafkar Umit Akbiyik da zanîn ku parêzer Pîrozxan Karaalî li emniyetê beşdarî îfadegirtina wî bûye û weke din tu tiştekî der heqê wê de nizane. Dadgehê biryar da ku şahid Alî Yildirim ku beşdarî danişînê nebûye di girtina îfadeyê de di esasê dosyayê de bi hinceta ku wê ne bi bandor be dest ji îfadegirtinê berdan.

 Dozgeriyê ceza xwest

Pîrozxan Karaalî parastina xwe ya li dozgeriyê dubare kir û xwest bê beraetkirin. Dozgeriy xwest ku Pirozhan Karaalî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ were cezakirin. Pîrozxan Karaalî li dijî esasê mafê axaftinê girt û got ‘min tenê parêzerî kiriye, ez van sûcan qebûl nakim. Ez daxwaza beraeta xwe dikim.”

Parêzeran jî li dijî mutalayê parastina miwekîla xwe kirin û xwestin hevpîşeya wan bê beraetkirin.

Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û diyar kir ku delîlên şênber ên ku bibin mijara sûcdariyê tune ne û biryara beraetê da.