‘Li Mexrîbê êrîşa zayendî her ku diçe zêde dibe’

Komeleya Enwar a Wekhevî û Hemwelatîbûnê li Mexribê ji bo têkoşîna li dijî êrîşa zayendî pêngaveke neteweyî da destpêkirin. Li gor pêngava ku hatiye destpêkirin li Mexrîbê êrîşa zayendî her ku diçe zêde dibe.

HENAN HARÎT

Mexrib- Belgeya ku ji aliyê Komeleya Enwar a Wekhevî û Hemwelatîbûnê ve hat weşandin, balê dikşîne ser girîngiya zanebûn û dayîna dersên perwerdeyên zayendî. Her wiha ji bo têkoşîna li dijî êrîşa zayendî balê dikşîne hişyarkirina civakê.

Rêvebera Komeleya Enwar ya Wekhevî û Hemwelatîbûnê, Muna Şemax ji ajansa me re axivî û daxwaza ji bo mafên kesên destdirêjî li wan hatiye kirin were parastin û cihekî bi ewle ji wan re were peydakirin pêkanîna zagonên aktîf kir. Her wiha bang kir ku divê careke din ji bo ku bikaribin jinên rastî destdirêjiyê hatine biparêzin bendên zagonê li ber çavan re werin derbaskirin,.

Armancên Komeleya Enwar a Wekhevî û Hemwelatîbûnê çi ne? Li ser dozên çawa dixebite? Kesên ji bo wan kar dikin kî ne?

Komeleya Enwar a Wekhevî û Hemwelatîbûnê di dema belavbûna vîrusa koronayê de dest bi karê xwe kir ji ber di wê demê de jin rastî gelek pirsgirêkan hatin û dadgeh jî wê demê girtibûn. Di sala 2020’an de ji bo alîkariya jinên rastî tundiyê hatine, me biryar da em komeleyek vekin, di warê zagonî, derûnî û civakî de alîkariya wan bikin. Me cihê sereke li bajarê El-Mihemediye vekir û piştî salekê me cihekî din li bajarê El-Yûsifiye vekir ji bo em hîn bêhtir nêzî jinan bin.

Komele bi giştî li ser mafên mirovan û jinan dixebite her wiha em balê dikşînin ser rola ku ciwan di guhertinê de dilîzin ji ber em rojane di karê xwe de ji bo jin û ciwanan kar dikin û alîkariya zarok û mêran jî dikin.

Di demên dawî de komeleyê belgeyek li dijî destdirêjiya zayendî weşand armanc bi vê yekê çi ye?

Ji ber têkoşîna li hemberî tundiya zayendî daxwaza pêkanîna zagonan dike ku mafê kesên rûbirûyî vê yekê hatine bixe bin temînatê û cihekî ewle ji wan re bibîne. Di karê me yê rojane de bi taybetî bi jinan re li ser asta zanîngehan di sala derbasbûyî de me gelek diyardeyên girêdayî tundiya civakî dîtin. Ji ber ku komek xwendekarên jin eşkere kirin ku ew ji aliyê mamosteyên xwe ve rastî êrîşa zayendî hatine. Ji ber vê yekê me weke komele dît ku divê em hîn zêdetir bifikirin çima diyardeya êrîşa zayendî û tundiyê bi giştî di civaka Mexribê de derdikeve.

Ji bo em li ser vê diyardeyê bisekinin me di sala 2022’yan de panelek li dar xist. Tê de mijara êrîşa zayendî hat nîqaşkirin. Bi pirsên; gelo êrîşa zayendî li ser asta felsefî, civakî û antropolojî çi ye? Me hewl da em vê mijarê bi berfirehî nîqaş bikin ji ber wê me di sala 2023’yan de lêkolîneke ku amadekirina wê salekê didome amade kir.

Di nava lêkolîna me de 480 jin û mêr hebûn. Di nav de rêjeyeke zêde ya xwendekaran hebû, me li nêrîna hejmarek kesan guhdarî kir. Her wiha me pirsnameyek li ser torên medyaya dîjîtal weşand û me komek werşe lê zêde kirin. Ji bo ku em sedemên diyardeya êrîşa zayendî di civaka Mexribê de bizanibin, me li nêrînên wan guhdarî kir, ka di warê derûnî de çawa ne û di ku derê de zehmetiyan dibînin. Me xwest em bibînin ka haya wan ji zagonên navneteweyî û neteweyî yên jinan ji tundiyê diparêzin heye yan na û çiqas mafên xwe dizanin.

Her wiha me pirsgirêkan bi kesên rûbirûbûyî tundiyê hatine nîqaş kir: Ji ber encamên lêkolînan mîna raporên netewî bûn ku hejmarek ji kesên di civaka Mexribê de bi zagonan nizanin. Ji ber wê girîng bû em belgeyeke zanistî ku tê de hûrgiliyan li gorî zagonên navneteweyî û neteweyî şîrove bikin derxin û zagona Mexribê çi dibêje, rewş li Mexribê çi ye?

Her wiha di belgeyê de mijarên êrîşa zayendî û bandorên wê yên derûnî fîzîkî li ser kesên rûbirûbûyî tundiyê hatine hebûn. Di heman demê de rewşa xebatê ya jinan di rewşên ku rûmet û mirovahî hatiye binpêkirin nîqaş kir. Me hinek awayên xweparastinê jî ji kesên tundî li wan dibe re şîrove kir. Di belgeyê de tiştên zagonî hatine şîrovekirin ji ber ku komeleyên taybet û bi taybetî komeleyên jinan, li gelek herêmên Mexribê hene û kesên tundî li wan dibe dikarin berê xwe bidin wê deverê.

Armanca me ji derxistina vê belgeyê ew e ku em bihêlin di dema gilî de polîs yekser destwerdanê bikin her wiha ji bo hişyarkirina jinan û zarokên keç e.

Weke di jî me pêngaveke neteweeyî der barê têkoşîna li dijî êrîşa zayendî de di bin dirûşma "Heta ez li dijî destdirêjiyê me" ku wê salekê berdewam bike da destpêkirin.

Hejmar û serjimarên di belgeyê de çiqas in?

Weke lêvegerek ji lêkolîna ku belgeyê kiriye di nav de 480 kes hene, di nav wan de ji sedî 67 jin ji sedî 33 jî mêr in. Ji sedî 87 ji wan ragihandin ku ew rastî êrîşa zayendî hatine her wiha bi giştî bi rêjeya ji sedî 59 ku rêjeyeke nêzî raporên netewî ye, behsa raporên dawî yên ji aliyê komîsyona bilind a plansaziyê ya sala 2019’an dike ku rêjeya ji sedî 50 ji jinan rastî êrîşa  zayendî hatine. Ji sedî 58 jinan gotin ku wan êrîşa zayendî paşguh kirine ji ber ji refleksa malbatên xwe yan jî kesê destdirêjî li wan kiriye tirsiyane. Di navbera ji sedî 78 jin û mêran jî diyar kirin ku agahiya wan ji zagona ku wan ji destdirêjiyê diparêze tune bûye.

Vê lêkolînê gelek tiştên veşartî derxist holê. Her wiha der barê hinek mijaran de agahiyên bi xeter da. Ji aliyê berpirsyarên kar ve ji sedî 15 jinên kedkar rûbirûbûyî tundiyê mane,. Ji aliyê hevkarên xwe ve ji sedî 22 xwendekarên jin ragihandine ku ew rastî tundiyê hatine. Bi rêjeya ji sedî 46 û ji aliyê mamosteyan ve bi rêjeya ji sedî 28 hatine û ji sedî 37 jî rûbirûbûyî êrîşa zayendî hatine.

Bi van daneyan tê wê wateyê ku heta niha di zagonên Mexribê de di warê tundiya li dijî jinan û zarokên keç û cezakirina sûcdaran de tu pêşketin çênebûye. Ev yek dihêle ku destdirêjî bibe yek ji diyardeyên ku di asta yekem de jinan dike hedef.

Encama herî girtîng a ji belgeyê derket çi ye?

Belgeyê gelek encaman bi xwe re anî, yek ji wan prosesên başkirina zagonan li ser asta zagona 13,103 ya girêdayî têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan. Lê belê bi pratîzekirinê re hinek tiştên din li ser asta download û çalakbûna zagonan derketin.

Yek ji encamên ku derket jî belgeyê teqezî li ser girîngiya hişyarkirinê kiriye ji bo kirinên neyînî di prosesa xwendin û cihên kar de dernekevin. Wekî din dayîna dersên perwerdeya zayendî di saziyên perwerdeyê de û hinek biryarên din.