Ji bo 6 jinan ji ber stranên Kurdî û Kurdistan doz hat vekirin

Der barê 6 jinên ku li Sêrtê beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bûne, ji ber stranên Kurdî gotine û îfadeya ‘Kurdistan’ bi kara nîne bi îdeaya ‘propagandaya rêxistinê’ doz hat vekirin.

Navenda Nûçeyan- Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, der barê hunermend Fatma Dayan, Gulistan Dayan, Kader Kiliç, Nalîn Gokçen û Servet Ervan de ku di çalakiya 8'ê Adarê Roja Jinan de derketin ser dikê û stran gotin û erbane lêdan bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz vekir.

Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve hat erêkirin. Îdianame ji 5 rûpelan pêk tê. 2 rûpelên wê ji bo PKK'ê hatiye veqetandin. Di îdianameyê de di çalakiyên di 8’ê Adarê hat lidarxistin de hat îdiakirin ku 6 kes ‘sûcê propagnadeya rêxistinê ava dikin, stranên piştgirî û pesnê rêxistinê didin gotine.’ Strana Kurdî ya koma hunermand a ‘Berxwedan xweş doz e’ hat gotin hincet hat nîşandan.

Di îdianameyê de gotinên strana ‘berxwedan jiyan e’ cih da Tirkiya wê û xist mijara sûc. Di axaftinên di çalakiyan de îfadeya ‘Kurdistan’ bal kişand. Axaftina Dayika Aştiyê Ayşe Taşçi hat îdiakirina ku ‘pesnê rêxistinê daye.’ Di îdşanameyê de van îfadeyan cih girt:

“(…) Gumanbar di çarçoveya çalakiyan de ji bo çalakiyên rêxistinê yên rêxistin û siyasî zêde bikin, dengê xwe bigihîjînin girseyê, ji bo di civakê de fikra ku rêxistinek tu hêz nikare û wê bigihîje armanca xwe di civakê de bide avakirin, ji bo sempatiya gel li hemberî rêxistinê zêde bike û armanca piştgiriya aktîf pêk bîne, were girtina dest sûcê ku propagandaya rêxistinê ya li ser gumanbaran hat zanîn ku bi hêmanên zagonî ava bûye (…)” 

Di îdianameyê de hat xwestin ku li her 6 jinan ji salekê heta 5 salan ceza bê birîn.