Komeleya Heqî Ûres: Jin ji mafên xwe yên mîrasê bêpar in

Komeleya Heqî Ûres a li Lubnanê ku lêkolîna qadê ji bo mafê mîrasê dimeşîne, der barê bêparhiştina jinan ji mîrasê axivî û diyar kir ku ji sedî 90 ji jinan li Lubnanê ji mafê xwe yê mîrasê bêpar in.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd- Mafên jinan, weke li gelek derên cîhanê li Lubnanê jî tên binpêkirin. Bi taybetî mafê mîrasê ku li gorî sîstemên qanûnî ji her pêkhate û mezhebî tê diyarkirin, ji jê bêpar in. Mehrûmkirina jinan ji mîrasê weke yek ji rengên tundiya li dijî jinan tê pênasekirin. Komeleyên femînîst jî hewl didin balê bikşînin ser vê mijarê û civakê hişyar bikin da ku li dijî cudakarî raweste.

Komeleya bi navê Heqî Ûres a di 23’yê Adara 2021’ê de hat avakirin derbarê mîrasê de lîkolîna qadê dike. Komeleya Heqî Ûres ji bo mafên jinan di mîrasê de û xurtkirina wan di aliyê siyasî û aborî de û têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan de bi taybetî tundiya aborî de dixebite.

Jin mafê xwe yê mîrasê nizanin

Di lêkolînê de hat diyarkirin ku ji sedî 90 ji jinan ji mafên xwe bê agahdarin. Her wiha ji sedî 90 ji zarokên keç mafê xwe yê mîrasê ji malbatê nagirin.

Lêkolîna ku 6 gundên li herêma rojavayê Belebek hatiye kirin, zilma li dijî jinan nîşan  dide. Her wiha diyar dibe çawa zagon û ol di dabeşkirina mîras de nayên pêkanîn.

Lêkolînê bal kişand ku mehrûmkirina jinan ji mafê mîrasê kokên wê yên dîrokî hene, tevî pêşketin û zanebûn çêbûye jî tu guhertin di zihniyeta ku jinan înkar dike de çênebûye û jin ji mafê xwe yê mîrasê bêpar mane.

‘Bi gotina ‘şerm e’ pêşî li jinan digrin ku mîrasê xwe nexwazin’

Seroka komeleya Heqî Ûres Ilûm Ode got: "Komele weke şoreşê li ser torên medyaya dîjîtal dest pê kir. Ji bo jinên ku nikarin der barê mafên xwe yên mîrasê de biaxivin hat vekirin. Ji ber ku civak weke şer li mijara mîrasê dinêre. Dema ku jin behsa mîrasê dikin, ji wan re dibêjin şerm  e.  Ji bo ku jin dest ji daxwaza xwe ya mîras berdin vê yekê dibêjin û hewl didin pêşiya wan bigrin."

Ilûm Ode bal kişand ku bi endamên komeleyê re piştî balkişandina raya giştî, ji bo mafê mîrasê dest bi hinek projeyan kirine, di nav de pêşxistina jinan di aliyê aborî de jî heye û got: "Bi riya mafên wan me hişyarî kir, me bi rengekî hevseng ji bo pêşxistina jinan û zanekirina wan ji bo mafê xwe yê mîrasê bixwazin kar dikir."

‘Pereyê ji bo heqdestê jinan ji aliyê bav, bira an jî hevjînên wan ve dihat girtin’

Ilûm Ode destnîşan kir ku jinên di karên çandiniyê de dixebitin, westandî tên malê ligel vê jî karê malê dikin heqdestê xwe nagirin û got: “Pereyê ku divê ji bo karê xwe girtibûna, yan bav yan jî bira û hevjînên wan, li cihê wan digirtin lê niha piştî hişyarî çêbû jin ji vê atmosferê derketin."

‘Ji ber pêngavê gelek rexne li me hatin kirin’

Ilûm Ode di berdevamiya axaftinên xwe de diyar kir ku pêngavek ji bo daxwaza mafê mîrasê dane destpêkirin û wiha pê de çû: “Dema ku pêngavê dest pê kir me gelek rexne xwarin bi taybetî piştî me fam kir çi di hundirê malan de çêdibe. Bêguman wan nedixwest tişta çêdibe vebêjin ji bo ku îstîsmarkirina jinan  berdewam bikin. Ew dibêjin jin nikarin debara xwe bikin. Tevî ku jin bêhtir berhemdar in û debara jiyana xwe û mala xwe dikin jî vê yekê nabînin. Mêr mafê jinan ê mîrasê bi şerefê ve girêdane ji bo ku bi rengekî veşartî jê mehrûm bibin. Jin ji biçûkanî ve tên perwerdekirin ku daxwaza mafê mîrasê nekin û ji wan re dibêjin ku şerm e ji wan re behsa vê bikin.”

‘Pirsgirêkên li pêşiya mîrasa jinan ne ji zagon û olan e ji zihniyeta paşverû ye’

Ilûm Ode di dawiyê de diyar kir ku pirsgirêk ji mêjî ye, ne ji zagon û olan e û got: “Tu çareserî jî tune ye ji bilî hişyariya bi zagonan û pêşkêşkirina piştgiriya derûnî, qanûnî û civakî. Ji bo vê jî me bi sedan jin û mêran li ser mafê mîrasê perwerde kirin.”

Berpirsa malî ya komeleya Heqî Ûres Zeyneb Nasir El-Dîn jî got: "Di dema tijîkirina formê ji aliyê dilxwazan ve gelek pirsgirêk derketin. Li yek ji bajarokan de destwerdan ji aliyekî ve hebû ku nehişt proseya hejmartinê berdewam bike. Ji ber wê me yekser destwerdan kir. Piştî ku keç çend demjimêran hatin girtin û em ji herêmê vekişiyan, me formên xwe li herêmeke din berdewam kir."

Berpirsa çavkaniyên mirovan a komeleyê û yek ji damezrînerên komeleyê, Narîman El-Miqdad got: "Me gelek proje pêk anîne, di nav de amadekirina hesabê der barê mijara mîrasa jinan de jî heye." Her wiha destnîşan kir ku piştî derdora sal û nîvek ji kar, wan raporek der barê rêjeya jinên ku li herêmên Belbek, El-Hirmil mîras digrin  de amade kirine û got: “Ji ber ez berpirsa çavkaniyên mirovan im, erka min ew e ez serpereştiya dilxwazan bikim.”

‘Jin ji mêran zêdetir berpirsyariyên malê û derve digrin’

Narîman El-Miqdad di dawiyê de destnîşan kir ku hinek jin hene mala xwe xwedî dikin lê belê ji mafê mîrasê mehrûm in û teqez kir ku divê mafê jinan ê mîras neyê xwarin ji ber jin di dema niha de ji mêran zêdetir berpirsyartiyê digrin, çi li malê û çi li derve di gelek waran de kedê didin.